Dewleta tirk di 2 mehan de 82 welatiyên sivîl qetil kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên di nava 2 mehan de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de piranî jê zarok bi giştî 82 sivîl hatin qetilkirin û zêdetirî 250 sivîl jî birîndar bûn. 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Di van êrişan de sivîl yekser hedef tên girtin û heta niha gelek sivîl hatin qetilkirin û birîndarkirin. Di 7’ê Kanûnê de artêşa Tirk û çeteyên wê bi dijwarî êrişî bajarê Minbicê kir û komên wê yên paramîlîter gihiştin Bendava Tişrînê ya 30 km’an li başûrê Minbicê dikeve û Pira Qereqozaqê ya 30 km’an li başûrê Kobanê dimîne. Li wan deveran Hêzên Sûriyeyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedaneke mezin raber kirin. 
 
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bîlançoya êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî herêmê berhev kir. Bîlanço wiha ye:
 
“* Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk di 8 û 10’ê Kanûna 2024’an de bi balafirên bêmirov êrişî malên welatiyên li gundên Musterîha û Sefyanê kirin. Di êrişê de 20 welatiyên sivîl hatin qetilkirin. 
 
* Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku di 8’ê Kanûnê de 3 endamên wan li Minbicê bi destê komên paramîlîter ên dewleta tirk hatine qetilkirin. 
 
* Di 11’ê Kanûnê de li ser Pira Qereqozaqê di encama gulebarana rasterast a komên paramîlîter ên li dijî sivîlan de jineke pîr hate qetilkirin. Di heman rojê de ambulanseke Nexweşxaneya Kobanê hate bombebarankirin û di encamê de ajokar û birîndarekî di ambulansê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Di encama topbarana artêşa Tirk a li ser gundê Cadê de 2 zarok hatin qetilkirin. Di topbaraneke din de jî ku di 12’ê Kanûnê de pêk hat, dayikek û zarokek hatin qetilkirin.
 
* Di 13’ê Kanûnê de komên paramîlîter ên dewleta Tirk xwediyê xwaringeha El Şehbender a Minbicê qetil kir.
 
* Nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bilgîn û rojnamevan Nazim Daştan di 19’ê Kanûnê de li ser rêya di navbera bajarokê Sirînê û Bendava Tişrînê de di êrişa balafireke bêmirov de hatin qetilkirin. 
 
* Di 8’ê Çileyê de dema karwanê gel berê xwe dida Bendava Tişrînê, dewleta Tirk karwan hedef girt û komkujiyek pêk anî. Di encamê d 5 welatî hatin qetilkirin û 15 jî birîndar bûn.
 
* Di êrişên dewleta tirk ên li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê nobet digirtin de bi giştî 24 welatî hatin qetilkirin û 221 welatî jî birîndar bûn.
 
* Di 10’ê Çileyê de balafirên şer ên dewleta Tirk li gundê Mesreb ê bajarokê Sirînê maleke welatiyan bombebaran kir. Di encamê de 4 welatî hatin qetilkirin û 4 jî birîndar bûn.
 
* Di 10’ê Çileyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a li dijî gundewarê Dêrikê de 2 sivîl birîndar bûn.
 
* Di 12’yê Çileyê di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a li Çiyayê Kezwanan yê bakurê rojavayê Hesekê de welatiyek birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Hesekê. Dûre ji ber birîna xwe ya giran jiyana xwe ji dest da.
 
* Dewleta Tirk di 27’ê Çileyê de li gundê El Cemas ê gundewarê bajarê Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî. Di di nav de 2 zarok bi giştî 3 kes di êrişê de hatin qetilkirin.
 
* Di 28’ê Çileyê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li bajarokê Sirînê sûka gel bombebaran kir. Di, êrişê de piranî jê zarok bi giştî 13 sivîl hatin qetilkirin.
 
* Di êrişa 28’ê Çileyê ya li dijî gundê Um Hermelê yê Zirganê yê Kantona Cizîrê de 3 welatî hatin qetilkirin û 9 jî birîndar bûn.
 
* Roja 6’ê Sibatê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk çalakvanên li Bendava Tişrînê bombebaran kirin. Di êrişê de 3 kes birîndar bûn.
 
* Di 8’ê Sibatê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk gundê Aşmê Iwêna yê başûrê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de 9 sivîl ku piraniya wan zarok bûn, birîndar bûn.
 
* Duh êvarê (8’ê Sibatê) jî dewleta Tirk gundê Xatûniyê yê bakurê rojhilatê bajarê Curniyê yê Kantona Tebqayê bi çekên giran topbaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Mûrad şehîd bû.”
 
Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; di encama êriş û bombebaranên dewleta Tirk ên di nava 2 mehan ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 82 sivîlan hatin qetilkirin û zêdetirî 250 sivîl jî birîndar bûn.
 

Sernavên din

03/04/2025
09:38 Ayşe Çelîkbîlek: Divê 'Mafê Hêviyê' pêk bê
09:11 Li quntarên Çiyayê Cîloyê dîmenên mizgîniya biharê
09:07 Li Colemêrgê li madenê cinayet
09:03 Li Stenbolê 16 kes hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2025'AN
02/04/2025
16:46 Ji bo Werîşe Muradî kampanyaya hastagê
16:17 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bîranîn
16:12 Rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
15:45 Ciwan bi coş hatin pêşwazîkirin: Roja li Amarayê hilat li Îmraliyê bilind dibe
15:16 160 malbat ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê
15:01 Serokkomarê Iraqê Reşîd û Bafil Talabanî civiyan
14:39 Îsraîlê ji bejahiyê ve dest bi êrişan kir: 16 filistînî hatin qetilkirin
14:11 YE’yê civînên bi Tirkiyeyê re betal kirin
14:07 Ji malbatên 5 YBŞ'iyên hatin desteserkirin çalakî
13:49 Namet Erîpek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:43 Meşvanên Amarayê li Curnê Reş in
12:31 Pentagon: Dê li Rojhilata Navînê kapasîteya leşkerî bê zêdekirin
12:25 Bilançoya şer a meha Adarê: 11 hezar û 585 êriş pêk hatin
10:42 Ciwanên enternasyonal: Ocalan dê pêşengiya şoreşgerên cîhanê bike
09:58 Rêveberê DBP'î Mehmet Gîdîcî jiyana xwe ji dest da
09:14 Li Sêwazê qeza: 2 kes mirin, 18 kes birîndar bûn
09:03 Ji bo rojbûna Abdullah Ocalan bang: Werin em bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2025'AN
01/04/2025
16:23 Platforma Têkoşîna li Dijî Komkujiyan hate avakirin
16:05 HRW’ê bal kişand ser rewşa girtiyên jin
15:47 Rapora binpêkirinên li Efrînê: Revandin, kuştin, îşkence
15:45 ‘Divê cezayê darvekirinê yê Werîşê Mûradî tavilê bê betalkirin’
14:08 Hejmara 3’yemîn a kovara Îslama Demokratîk derket
13:29 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva banga dîrokî bicive
13:03 Li Amarayê banga 4’ê Nîsanê: Divê em hevgirtinê xurtir bikin
12:23 Rejîma Îranê welatiyekî Kurd qetil kir
12:14 DEM Partiyê Cejna Ekîtoyê pîroz kir
11:47 Bahçelî gef li CHP û medyayê xwar
11:45 Meşa ‘Azadiyê’ ya ji Amedê ber bi Amarayê ve dest pê kir
11:35 Îsraîlê êrişî Beyrûdê kir
11:31 UNICEF: Di 10 rojan de li Xezeyê 322 zarok hatin qetilkirin
11:18 Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê: Pirsgirêka demokrasiyê ya li Wanê îro li Stenbolê tê jiyîn
09:19 Saliha Aydenîz: Yekitiya Kurdan ji bo demokratîkbûna herêmê jî girîng e
09:01 Welatiyên Cizîrê ji ber krîza aborî bi bertek in: Ev zilm e
09:00 Xelkê Amedê: Heta Ocalan azad nebe aştî çênabe
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2025'AN
31/03/2025
19:45 Ji Abdullah Ocalan peyam: Xwedîderketina li bangê silav dikim
17:28 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
17:06 Di êrişên li dijî Xezeyê de 50 hezar û 375 kes hatin qetilkirin
16:49 KNK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî: Em ê têkoşîna wan bidomînin
16:38 Li Myanmarê hejmara kesên di erdhejê de mirîn derket 2 hezar û 56 kesan
16:16 Li Qada Şêx Seîd cejna gel hate pîrozkirin
16:15 Guler Bîlen a piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:11 DEM Partî û AKP’ê cejna hev pîroz kirin
14:34 Li DEM Partiyê pîrozkirina cejnê: Têkoşîna demokrasiyê di qonaxeke girîng de ye
13:51 Li Amedê jinek hate qetilkirin
12:32 DEM Partî û MHP’ê cejna hev pîroz kirin: Em dikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
11:45 PÎK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî
11:33 Hamaney ji DYA’yê re got: Em ê bersivê bidin
11:08 Ji Bahçelî daxuyaniyeke nû
09:12 Newroza 2025’an: Peyam zelal bû; demokratîkbûn
09:08 Bi telîmata ser telefonê bi ser malan de hatiye girtin
09:06 Bihayê amûrên medîkal ên ji bo astengdaran zêde dibin
09:06 Herî kêm 42 rojnameger cejn li girtîgehê pêşwazî kirin
09:04 Onver qetil kirin û ser re jî ji malbata wî pereyan dixwazin
09:03 Bi ser banga dîrokî re mehek derbas bû: Divê li Meclisê komîsyona çareseriyê bê avakirin
09:01 Parastvanên mafên mirovan: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2025'AN
30/03/2025
16:12 Mahîr Çayan û rêhevalên xwe hatin bibîranîn
15:59 Malbatên YBŞ’iyan ji 14 welatan re name şandin
15:47 Mehmet Latîfecî hat bibîranîn: Di têkoşîna gelen de dijî
13:02 Gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê hatin ziyaretkirin
12:59 Tevî agirbestê jî êriş berdewam in
12:49 Goristana Gaziyê hate ziyaretkirin: Em ê têkoşînê mezintir bikin
11:44 Hevberdevkê HDK’ê: Mesele ne CHP pirsgirêka demokrasiyê ye
11:30 Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî
11:02 CHP’ê kampanyaya îmzeyan li Trabzonê da destpêkirin
11:00 Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta ‘Sosyalîzm û Jin’ derket
10:58 Sabrî Ok: Dewletê gavên pêwîst neavêt
10:32 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:14 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Heta şalter neyê xwarê rewş naguhere
09:50 Ciwan: Em bi ruhê Newrozê li Amarayê bin
09:49 Xwendekarên Zanîngeha Anadoluyê: Dê boykot bidome
09:24 Yilmaz ê DBP’î: Divê rejîma taybet a li Îmraliyê biguhere
09:10 Mehmet Ocalan ji bo 4’ê Nîsanê bang kir
09:00 Bavê 2 HPG’iyên cenazeyê wan nehatine dayin: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 30’Ê ADARA 2025’AN
29/03/2025
17:52 Polîsên ku îşkence kirin, li parêzer ku îşkenceyê bi belge kir jî xistin!
17:35 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin: Em ê têkoşîna wan bidomînin
16:54 Li Helebê li dijî qirkirina elewiyan meşiyan
16:48 Amedspor, bi 3 puanan ji deplasmanê vegeriya
16:21 Bi sed hezaran kes herikîn Maltepeyê
16:17 Xwestin girtiyên nexweş Ok û Oztel bên berdan
15:26 Ji TJA'yê banga ji bo 4'ê Nîsanê
15:22 Piştî 32 salan hat berdan
14:40 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Alî Karagoz pirsîn
14:21 Hem aqûbeta wan hem jî kiryarên wan ne diyar e
13:28 Ji Hevserokên Giştî peyama cejnê
12:23 Li Îzmîrê li fabrîkeyekê teqîn: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:17 Ji ber govend gerandin der barê wan de lêpirsîna 'propagandayê' hat destpêkirin
11:51 DYA'yê USIAD'ê fesix kir
11:33 Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be
10:32 Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir
10:27 Bi biryara lijneyê berdana wî cara 3'yan hat taloqkirin
10:10 'Polîs me wekî çalakgeran nîşan dan û wêneyên me kişandin: Ev komplo ye'