Malbatên 5 endamên YBŞ'ê yên dîl hatine girtin hefteyeke di çalakiyê de ne

  • rojane
  • 09:07 9 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên 5 endamên YBŞ'ê yên ji hêla artêşa Iraqê ve bi birîndarî hatine dîlgirtin, li pêşiya Navenda Îstîxbaratê ya li Şengalê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Malbatan, got: “Heta zarokên me tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin.”  
 
Artêşa Iraqê di 18’ê Adarê de li Şengalê kêmîn li ber wesayîta endamên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) danîn. Bi vê yekê re alozî derket û fermandarek û 2 endamên YBŞ'ê birîndar bûn. Bi giştî 5 endamên YBŞ’ê ji aliyê artêşa Iraqê ve dîl hatin girtin. Êriş û dîlgirtina endamên YBŞ’ê rastî nerazîbûneke mezin a xelkê Şengalê hat. Piştî girtina her 5 endamên YBŞ'ê malbatên wan ji 14 welatan re name şandin û xwestin ku li hemberî girtina zarokên wan bêdeng nemînin. Her çendî hikûmeta Iraqê ji malbatan re bigote em ê berdin jî ev 22 roj li ser girtina wan re derbas bûn hêj nehatine berdan. Li dijî neberdana endamên YBŞ'ê malbatên wan li ber Navenda Îstîxbaratê ya Şengalê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbatên ku 7 roj in di çalakiyê de ne daxwaza berdana zarokên xwe dikin. 
 
Malbat ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û gotin ku heta zarokên wan tên berdan dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
'LI ŞÛNA KU ALÎKARIYÊ BIDIN ME ZAROKÊN ME DIGIRIN'
 
Dayika endamê YBŞ'ê Ferîd Revo, Zozan Sîmo diyar kir ku zarokên wan 11 sal in axa Iraqê diparêzin û got ku heta ku zarokên wan tên berdan ew ê çalakiya xwe bidomînin. Zozan Sîmo, got: “Îro 22 roj e ku zarokên me girtî ne û em ti agahî ji wan nastînin. Beriya niha hikûmeta Iraqê got em ê zarokên we berdin. Ji ber vê gotina wan em piçek rehet bûn. Lê piştre gotin,'em bernadin.' Daxwaza me ji dewleta Iraqê re û wezîrê wan re ew e ku zarokên me berdin. Ev her 5 YBŞ’î ne. Me xwe ji fermanê rizgar kir. Wê demê YBŞ ava bû û zarokên Êzidiyan li berx we dan û em rizgar kirin. Di vê oxirê de me bi hezaran şehîd dan. Ew zarokên ku îro destê wan de girtî ne ew jî li pey şehîdane. Ev zarok axa xwe diparêzin. Piştî ku YBŞ ava bû êdî em rehet li malên xwe radizên. Beriya wê me nedikarî ku li malen xwe rûnin, razên. Heta îro jî keç û zarokên Êzidî di destê DAIŞ'ê de ne û tên firotin. Îro Asayîşa Êzidxanê heye û em axa Iraqê diparêzin. Em bi komkujiyekî re derbas bûne. Li şûna ku bên alîkariyê bidin me, zarokên me digirin. Em civaka Êzidî pirgirêkan naxwazin. Em naxwazin ji tiliya yek kesî xwîn birije. Em dixwazin ku Şengal aram bibe. Daxwaz û hêviya me ji hikûmeta Iraqê re heye ku zarokên me bê pirsgirêk berdin. Ev 22 roj in em malê xwe nerûniştine em li ber deriyê hikûmetê sekinîne. Em daxwaza nan ji wan nakin, em daxwaza berdana zarokên xwe dikin. Kesek piştevaniya me neke jî em her pênc dayik heta ku zarokên me bên berdan em ê çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam bikin."
 
'VAN ZAROKAN CIVAKA XWE PARAST'
 
Dayika endamê YBŞ'ê Ahmed Emîn, Neam Elyas jî anî ziman ku hikûmeta Bexdayê soza ku daye wan pêk ne aniye û wiha domand: “Em dixwazin ku tiştekî ji zarokên xwe bizanîn. Lêbelê em ti agahî ji zarokên xwe nastînîn. Mafê me ye ku em tiştekî ji zarokên xwe bizanîn. Îro 21 roj in ku hikûmeta Iraqê zarokên me anîne Bexdayê. Em jî weke dayikên wan her pênc şervanan li ber deriyê îstîxbarata Iraqê ne û daxwaza berdana zarokên xwe dikin. Heta niha jî ew soza ku hikûmeta Iraqê daye me pêk ne aniye û agahiyekî jî nadin me. Ev her pênc zarok bêguneh in. Heke ku hiqûq û qanûn hebe dê zarokên me berdin. Zarokên me kesek nekuştine, sûcek jî nekirine. Tenê ew li dijî fermanê derketine û xwedî li civaka xwe derketine. 11 sal in ku zarokên me parastina axa xwe dikin û li dijî DAIŞ'ê parastina civaka xwe dikin. Herkes reviya zarokên me tenê em parastin. Çarşema Serê Nîsanê tê û em daxwaz dikin ku beriya cejna me zarokên me berdin.”
 
'GEL YBŞ YE, YBŞ JÎ GEL E'
 
Xwîşka endamê YBŞ’ê Ferîd Revo, Emîra Zozan jî bi lêv kir ku girtina 5 endamên YBŞ'ê biryareke sosrete û bang li hikûmeta Iraqê kir ku demildest dev ji vê biryara xwe berde. Emîra Zozan, ev tişt anî ziman: “Çalakiya me berdewam dike. Hikûmeta Iraqê ji me re sozek dabû lêbelê soza xwe pêk ne anî. Ev zarokên Êzidî ne û sala 2014'an de li dijî DAIŞ'ê civaka xwe parastin. Em dixwazin ku civaka me hemû bi giştî piştevaniya me bikin. Ne tenê malbatên her pênc şervanan divê herkesek xwedî li wan derbikeve. Ji ber ku van her pêncan ne tenê malbata xwe parastin, bi giştî hemû civaka Êzidî parastin. Em dixwazin ku di eyda çarşema serê nîsanê şervanên me jî di nav me de bin. Heta ku şervanên me bernedin em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Ji ber ku gel YBŞ ye, YBŞ gel e. Zexta ku li ser YBŞ'ê tê kirin, li ser gel jî tê kirin. Em naxwazin ku di nava Şengalê bêaramî çêbibe. Civak nû bi nû vedigere Şengalê û hê heta niha jî tirsa fermanê heye. Bangawaziya me ji her çar perçeyên Kurdistanê heye ku xwedî li her pênc şervanan derbikevin." 
 
MA  / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

02/06/2025
11:50 Tedawiya Zeynep Celaliyan tê astengkirin
11:48 Piştî hevdîtinê daxuyanî: Dê li meclîsê komîsyon bê avakirin
11:45 Muhsîn Melîk li ser gora xwe hat bibîranîn
11:45 Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qulipî: 24 birîndar
11:29 Li Kolorado êrîşa molotofkokteylan: 8 birîndar
11:27 Hevdîtinên Rûsya-Ûkraynayê di bin êrîşan de destpê dikin
10:56 Li Wanê coşa Lîga 1’emîn
10:55 Kûrtûlmûş DEM Partî ziyaret kir
10:53 'Ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê divê em bibin yek'
10:10 ‘Di wextê derasayî de betlaneya meclisê mijarek bipirsgirêk e’
09:58 'Divê em hemû bi hev re aştiyeke adil û wekhev pêk bînin'
09:00 Qedexe ye lê ew hem cerdevan in, hem jî keya ne
09:00 Dr. Îsmet Konak: Şerê Rûsya û Ûkraynayê veguheriye girêka Gordîon
09:00 ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2025'AN
01/06/2025
16:43 Gergerlîoglû: 10’emîn Paketa Darazê hêviyên gel şikandin
16:33 Temellî: Beriya çêkirina destûra bingehîn divê rê were paqijkirin
16:07 Li Hindistanê ji ber karesata musonê 32 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:23 Şandeya Koma Çep a PE’yê bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir
15:16 Greva karkeran di roja 4’an de ye: Em ê dev jê bernedin
13:46 ‘Ji bo tu bûyerên din ên mîna ya Narînê çênebin em ê bixebitin’
13:27 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 26 kes hatin qetilkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari ji îktîdarê re got: Bi gotinê sifir nabe zêr
11:46 Wezarata Dadê: Li girtîgehan 4 hezar û 291 zarok hene
11:20 Jinên tev li meşa li Amedê bûn: Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe
11:01 ‘Gava ewil a avadaniya jinê ya enternasyonal bi NADA’yê hate avêtin’
10:31 Xizmetên di 45 salan de li Curnê Reş nehatine kirin di salekê de hatin kirin
09:53 Eren Keskin: 10’emîn Pakêta Darazê ji bo çareseriyê hêvî nade
09:44 Xebatkarê şaredariyê ji ber tacîza li dijî zarok hate girtin
09:35 AKP’ê nekarî dervehiştina ‘muebbeta girankirî’ biparêze
09:15 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya têkildarî sererastkirina Covîd-19’ê hat redkirin
09:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Windakirî, Jin û Têkoşîn’ derket
09:02 Başbûna aboriyê girêdayî pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:15 10'emîn Pakêta Darazê hat erêkirin
08:13 Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan bi coşeke mezin bi dawî bû
08:12 Meşa 'Ji Yuksel Koç re azadî'
08:06 TEV-ÇAND'ê ji malbata Bavê Teyar re name şand
31/05/2025
17:43 Hevserokê Koma Çep a PE'yê Schirdewan çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:54 Jin ji bo meşa ‘çareseriya demokratîk’ kom bûn
16:52 Meşa 'Çareseriya Civakî' ya jinan: Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
15:57 Ji bo daxwaza ‘Ji Kurdî re statû’ dê bimeşin Tirba Ehmedê Xanî
15:43 Serbestberdana girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Başdaş hat xwestin
15:23 Panela 'mafê hêviyê': Maf nabin mijara bazarê
15:06 DEM Partî: Ji bo Pakêta Darazê ya 10'emîn em ê pêşniyarpirsekê pêşkêş bikin
15:00 Ekîn Ceren hate bibîranîn: Di têkoşîna me de dijî
14:58 Çalakiya xizmên windayan: Çalakiyên ku 30 sal in tên lidarxistin dê bidomin
14:24 Komeleya Wêjekarên Kurd rêveberiya nû diyar kir
14:18 Komxebata 'Têkoşîna li Dijî Tiryakêşiyê’: Divê em xetek xurt a têkoşînê ava bikin
14:01 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Şamê: Pêvajoya diyalogê didome
13:46 30 sal in Dayikên Şemiyê çalakî li dar dixin
12:35 DEM Partî: Divê li hemberî îradeya gel rêz bê girtin
12:21 Ji Wezareta Karê Derve yê Îngîltere daxuyaniya PKK’ê: Gaveke girîng e
12:11 Ji hevserokên DBP û DEM Partiyê peyama salvegera Geziyê
12:03 Hatîmogullari beşdarî çalakiya xizmên windayan bû: Divê rûbirûbûn pêk were
11:39 Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê kir
11:37 Ji CHP'ê biryara civîna awarte
11:33 ‘Bêyî gavên demokratîkbûnê pêşketina pêvajoyê ne mumkin e’
11:18 Li Hezexê mirina bi guman a çawişek pispor
10:41 Topuz : Medyaya îktîdarê pêvajoyê jehrî dike
09:44 Li Japonyayê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest
09:37 Divê jin rêxistinbûna xwe mezin bikin
09:04 Ji bo FîlmAmedê zêdetirî 600 serlêdan
09:03 Di karesata keştî ya ku 61 kes mirin de ceza zêde bû
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2025'AN
08:55 Li dijî ÎBB'ê operasyona pêla 5'emîn: Biryara binçavkirina 47 kesan
30/05/2025
15:59 Li Qoserê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 Kurtulmuş: Em piştgiriyê dixwazin
Ozel: Pêvajoya Meclis daxil nebe serkeftî nîne
15:42 DEM Partiyê ji bo namzetaya Serokatiya Meclisê serlêdan kir
14:34 Ji bo rojnamevan Yildiz Tar biryara tehliyeyê
12:57 'Tora Parlamenteran dê hêza jinan a di siyasetê de zêde bike’
12:02 Namzetê Serokatiya Meclisê yê DEM Partiyê diyar bû
11:54 Di doza Temel de ji bo bersûcan biryara desteserkirinê hate dayin
11:38 Dayika Îpek Er: Rayedaran soza xwe bi cih neanîn
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Qadên xezal û pezkoviyan tên tunekirin
11:05 Mehmet Bekaroglû: Bi aştiyê re her kes dê qezenc bike
10:25 Jinan ji bo meşê bang kirin: Em azadiyê biqîrin
10:22 Turkyilmaz: Pêwîstî bi çareseriyeke du alî heye; rêveberiya herêmî û demokrasî
10:08 Danişîna doza 15 kesên ji cînayeta Narîn Guranê tên darizandin dest pê kir
09:54 Li Çukurovayê 11 jê rewşa wan giran 46 girtiyên nexweş hene
09:21 Sekreterê Giştî yê Die Linke’yê: Divê PKK êdî weke ‘rêxistina derqanûnî’ neyê dîtin
09:06 Di atolyeyên ‘Bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve’ avakirin tê nîqaşkirin
09:05 Bû 9 sal li cenazeyê keça xwe digere: Bila êdî dilê tu kesên din neşewite
09:04 Bersûc qebûl kir ku îstîsmara zayendî li zarokan kiriye, dadgehê ew serbest berda!
09:02 Endamê Komîsyona Edaletê Duşunmez: Nabe ku Ocalan girtî bimîne
09:00 ROJEVA 30’Ê GULANA 2025’AN
29/05/2025
16:32 Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin
16:14 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin
15:46 Yuksek Ozturk piştî 30 salan hate berdan
15:35 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê bîranîn hat lidarxistin
15:13 Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe