Dayikên girtiyan: Êdî gavên berbiçav û fermî lazim in

  • rojane
  • 09:06 17 Nîsan 2025
  • |

COLEMÊRG -  Dayikên girtiyan diyar kirin ku divê dewlet berpirsyariya xwe ya li ser banga Abdullah Ocalan bi cih bîne û gotin: "Pêdiviya me bi gavên şênber û fermî heye."

Bandora "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Malbatên girtiyên li Geverê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê û ji xwestin ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê dewlet gavan biavêje. Dayika Mehdî Mîhçî yê ku cezayê muebedê lê hatiye birîn Gulbeyaz Mîhçiyê diyar kir ku kurê wê beriya hefteyekê bêyî îradeya wî sewqî girtîgeheke din hatiye kirin û wiha pirsî: "Madem lêgerîna ji bo aştiyê û pêvajoya aştiyê heye, çima ev zilma li girtîgehan bi dawî nabe?" 
 
Gulbeyaz Mîhçiyê diyar kir ku divê di vê serdemê de zext bi dawî bibin û got: "Di şexsê Rêbertiyê de pêvajoyek hatiye destpêkirin û divê dewlet êdî li gorî daxwazên me gavan biavêje. Daxwazên me yên bingehîn ev in; rakirina tecrîdê, demildest serbestberdana girtiyên nexweş û efûya giştî. Em dixwazin Rêberê me Abdullah Ocalan ku daxwaza me ya sereke ye, azad be. Bi azadiya wî jixwe dê ev daxwazên me anîn ziman pêk bên." 
 
'EV PÊVAJO DÊ JI BO ME HEMÛYAN BAŞ BE'
 
Gulbeyaz Mîhçiyê diyar kir ku aştiya rast encax piştî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e û got: "Tevî hemû tiştên hatine serê me, em piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Wê vê hefteyê bi Wezareta Dadê re hevdîtinek pêk bê. Em li bendê ne ku di vê hevdîtinê de ji bo girtîgehan daxuyaniyên baş bên dayîn. Em welatekî ku edalet pêk bê û her kes di nava aştiyê de bijî dixwazin. Ev pêvajo, dê ji bo me hemûyan baş be. Lewma divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê." 
 
'DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE PÊVAJOYÊ'
 
Dayika Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û 6 sal in di girtîgehê de ye û dayika Dilgeş Yaşar ê 9 sal in di girtîgehê de ye Mahsima Yaşarê jî diyar kir ku divê pêvajoya ku ew piştgiriyê didinê bi encameke baş bi dawî bibe. Mahsima Yaşarê anî ziman ku xewna malbatên girtiyan, sirgûniyan û yên jiyana xwe ji dest dane aştî ye û got: "Di vê pêvajoyê de daxwaza me ya herî bingehîn azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Bi azadiya birêz Ocalan re wê gel azad bibe. Şandeya Îmraliyê wê bi Wezareta Dadê re hevdîtinê pêk bîne. Divê êdî dewlet destê ku Rêbertî dirêj dike bigire. Em dikarin bi hev re şerê li vî welatî biqedînin. Divê aştî çêbibe û hemû kesên xwedî wijdan piştgiriyê bidin vê yekê." 
 
'EM JI BO AŞTIYÊ HEWL BIDIN'
 
Dayika Necla Atak a ku zêdeyî 8 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê ya Kocaeliyê dîl tê girtin Emîne Atakê diyar kir ku kurd bi mehan e li bendê ne ku dewlet gavan biavêje û eger ev gav bi derengî bikevin wê baweriya bi pêvajoyê bişikê. Emîne Atakê ev tişt anîn ziman: "Niha em ji dewletê li benda gavên rast û bingehîn in. Bi mehan e em li bendê ne ku daxwazên me pêk bên. Em li hêviya azadiya rêberê xwe û azadiya hemû girtiyan e. Em dixwazin gelê kurd bigihêje mafên xwe û zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Bi azadiya Rêbertî re em ê hîn bêtir vê aştiyê hembêz bikin. Her du alî jî ji şer û pirsgirêkên civakî westiyan. Êdî ne ji bo şer, em ji bo aştiyê hewl bidin." 
 
Emîne Atakê anî ziman ku divê daxwazên kurdan demildest bên bicihanîn û got: "Rêbertiya me hemû tiştên ku ji destê wî hat û çi pêwîst bû kir. Niha dora dewletê ye. Em dixwazin ji bo aştiyê gavan biavêjin. Her cara ku diaxivin tiştekî nezelal li dû xwe dihêlin.Tevî van zext, îşkence û qetlîaman jî em paş de gav navêjin. Lê hê jî wan gavek neavêtiye. Em tevî hemû texrîbatên dewletê jî em dibêjin em li teref aştiyê ne. Aştî, dê bibe dermanê hemû êşan." 
 
MA / Rûken Polat - Mazlûm Engîn Denîz
 

Sernavên din

23/05/2025
13:13 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak: Divê ‘mafê hêviyê’ were cîbicîkirin
13:10 Ayşegul Dogan: Divê serokê meclîsê ji bo avakirina komîsyonê berpirsyarî bigire
12:15 Rapora têkildarî 20 girtîgehan: Her du 2 girtî di nav heman cihî de radizên
11:52 Dîroknas Ûlûgana: Çareserî ne rakirina Lozanê ye, çêkirina destûra bingehîn a demokratîk e
11:32 Çelenk: Di pêvajoya nû de hewcehî bi STO’yên muhafezeker ên serbixwe heye
10:48 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Walîtiyê zozan li ajalvanan qedexe kir
10:24 Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê betalkirin û rêveberiyên herêmî bên xurtkirin
10:23 Malpera înternetê ya belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate vekirin
10:21 Menzione: Divê Ocalan bikare guherîna daye destpêkirin li derve birêve bibe
10:18 Ji ber 'pirtûkê' doz li xwediyê weşanxaneyê û xebatkarê wê vekirin
09:45 Hevalê Altûn ê girtîgehê: Di tu mercan de tawîz ne dida
09:30 Malbatên di şer de zarokên xwe winda kirine: Em azadî û aştiyê dixwazin
09:05 Bi hinceta ‘kêmasiyên teknîkî’ mafê hevdîtina bidîmen ê girtiyan tê astengkirin
09:05 Bi hinceta ‘midûr guncav nedîtiye’ cih nedan lîstika şanoya Kurdî!
09:03 Wêneyên peykê yên texrîbata li Gabarê
09:01 Cîgirê DGD’ê Taş: Em ji Ocalan bawer in, em ji bo tevkariyê amade ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2025'AN
08:36 Li dijî ÎBB'ê pêla 4’emîn a operasyonê: 49 kes hatin binçavkirin
22/05/2025
16:39 Li Colemêrgê ji bo ziman daxuyanî: Li her qadên jiyanê em ê têbikoşin
15:38 ‘Tecrîdê rakin, girtiyên nexweş berd in’
15:16 Wezareta Parastinê: Dê êrişên me bidomin
14:30 Meclisa Zarokan a Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:24 Erdogan têkildarî destûra bingehîn axivî: Derdekî min ê weke jinûve hilbijartinê nîne
13:10 Tedawiya Akademîsyenê Aştiyê Yîgîter didome
13:09 Rojnameger Oznûr Deger hate berdan
13:09 Ji bo heqaretên zayendperest ên polîsî biryara neşopandinê hat dayin
11:37 Ji malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyama spasiyê
11:12 Daxistina cezayê ya bi hinceta ‘arandina nerewa’ cisaretê dide faîlan
10:32 Bakirhan: Yên xwe neguherînin dê nekarin xwe li ser pêyan bigirin
10:12 ‘Bi xespkirina mafê tedawiyê re li girtîgehan stratejiya kuştinê di meriyetê de ye'
09:59 Nivîskar Gretchen Dutschke-Klotz piştgirî da banga Ocalan
09:35 Dadgehê qedexeya walîtiyê ya li ser bîranîna Şêx Seîd betal kir
09:05 Welatiyên Amedê: Bangî Ocalan dikin ku were Meclisê, wê demê çima bernadin?
09:03 Dayika Cemîle Çagirgayê: Kurdan tişta diket ser milê xwe kirin
09:01 Besta tê tunekirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2025'AN
08:55 Di Behra Egeyê de bi pileya 6.0’ê erdhej çêbû
21/05/2025
16:50 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Tekîk
15:27 Yuksel Koç hate girtin
14:57 Li Wanê wesayîta zirxî li motorsîkletê xist: 2 kes birîndar bûn
14:50 Hevserok çûn serdana şîna Saglam
14:35 Bang li dayikên leşker û polîsan kirin: Werin em dest bidin hev
13:56 Fatma Ozbay: Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyetxaneyê
13:22 Hestiyên ku li Licê hatine dîtin: Lêkolîneke hiqûqî nehat kirin
12:27 Lêpirsîn li rojnamegerên hempîşeyên xwe bi bîr anîn hate vekirin
12:22 Dozgerî xwest biryara beraetê ya rojnameger Dîren Yurtsever bê betalkirin
12:21 Pêşnûmeya ‘Bila Komîsyona Heqîqet û Edaletê bê avakirin’ da Meclisê
12:09 Ji ber propagandaya rêxistina bênav hatin girtin
11:47 Yîgîter ê rastî êrişa çekdarî hat: Rewşa min baş e
11:38 Parêzera OHD’î hate binçavkirin
11:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Em tenê nebin piştevanên pêvajoyê, em bibim kirdeya wê
11:21 Prof. Dr. Koker: Paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye
11:08 Olgun: Biryara PKK’ê stratejîk e û divê aliyê din jî gavên cidî biavêje
10:37 Halîde Turkoglû: Di komîsyonê de hewceye jin pêşeng bin
10:19 Ji bo tevlibûna danişîna Oznûr Deger bang kir
10:07 Tehliyeya girtiyê ‘poşmantî’ red kirî cara 3’yan hate taloqkirin
09:53 Sayin: Pêvajoya nû dê ji bo sosyalîstan bibe destpêkeke xurt
09:42 Ji bo Erdexan û Qersê hişyariya barana zêde
09:39 Cerdevanan ji bo birîna daran gef li gundiyan xwarin
09:20 DEM Partî dê bi ‘Komîsyonên aştiyê’ re têkoşîna hevpar birêxistin bike
09:03 Li Colemêrg di bin parastina leşkeran de talana xwezayê
09:01 Daxwaza ciwanan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2025’AN
20/05/2025
21:53 Li dijî akademîsyen Yîgîter êrişa çekdarî: Rakirin beşa lênihêrîna awarte
21:35 DEM Partiyê têkildarî hevdîtinan daxuyanî da
16:46 DEM Partî bi YRP’ê re civiya
16:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû
16:20 Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç hate binçavkirin
16:14 Danişîna doza rojnameger Oruç hate taloqkirin
15:01 Amedsporê peymana xwe ya bi Servet Çetîn re bi dawî kir
14:56 Banga ‘Bila Tirkiye Peymana Windakiriyan a NY’ê îmze bike’ hate kirin
14:48 Ji OHD'ê bo Kurdî 5 daxwaz
14:32 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:26 AYM’ê ji bo qeydkirina hevdîtinên girtiyan dîsa got ‘binpêkirin e’
13:11 Kurtulmuş: Kesên dixwazin pêvajoyê jehrî bikin dê hebin, me tevdîr girtine
13:00 HPG: Êrişên artêşa Tirk berdewam in
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo gavên hatine taloqkirin êdî tu astengî neman
12:06 Zozan Çewlîg: Navenda têkoşîna me Rêber Apo ye
11:53 Şêniyên 7 gundan li dijî çêkirina kana keviran di çalakiyê de ne
11:42 Danişîna doza rojnameger Yelda Çîçek hat lidarxistin
11:41 Seyfî Zogurlu: Şerê niha dê zehmettir be
Şiyar Amed: Deriyeke nû tê vekirin
11:25 Ji ber nivîsa 'Let's go Kurdistan'ê doz hate vekirin
10:49 Nivîskar Yûsûf Karadaş: Di nîqaşên Lozanê de hedef CHP ye
10:30 TJA’yê ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’ bang kir
10:29 Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje
09:58 Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin
09:50 Li Stenbolê dê şahiya Cejna Zimanê Kurdî bê lidarxistin
09:40 Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
09:21 Xelkê Mexmûrê heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin
09:17 Di doza 'berpirsiyariya îdarî' ya Dedeogullari de Dadgeha Kargêrî ya Bilind biryar da
09:05 Leşker li derveyî cihê wezîfeyê cînayet kir: Kakilê guleyê hatin guhertin
09:00 ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN
19/05/2025
15:25 100 malbatên din vegeriyan Şengalê
15:23 Di Hefteya Windayan de Ocak û Karakoç hatin bîranîn
15:21 Çalakiya li dijî ambargoyê di roja 5’an de didome
15:20 YNK û PDK dê bi lîsteyên cuda tev li hilbijartina Iraqê bibin
15:12 Xizmên faîlê 'azardana zarokan' gef li baro û JINNEWS’ê xwarin
14:51 DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike
14:33 Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya