‘Tirkiye ne di wê pozîsyonê de ye ku bikare dengê xwe ji têkiliyên li Qibrisê re bike’

  • jin
  • 10:42 28 Nîsan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Şener Levent diyar kir ku aliyê Rum ê Qibrisê piştî peymanên bi DYA û Îsraîlê re têkiliyên xwe yên kûrewî xurt kiriye û got: “Tirkiye ne di wê pozîsyonê de ye ku bikare dengê xwe ji têkiliyên li Qibrisê re bike. Polîtîkayên ku Tirkiye li qada behrê ya Qibrisê li ernejiyê digere jî rast nînin.”  

Welatên Yekitiya Ewropayê (YE) ku ji hêla gaza xwezayî ve neçarî Rûsyayê ne, ji bo gaza xwezayî li Rojhilatê Behra Spî derbasî Ewropayê bikin, dîsa “Projeya Xeta Boruyê ya Rojhilatê Behra Spî” xistin rojevê. Di navenda nîqaşên têkildarî rêgeha xeta boruyê de jî Qibris heye. Di 2’yê Çileya 2020’ê de di navbera Îsraîl, Yewnanistan û Komara Rum a Qibrisê de peyman hate îmzekirin. Îsraîl, ji bo ev peyman bikeve meriyetê hewl dide derfetan biafirîne. Di vê çarçoveyê de mudaxileya xwe ya li Sûriyeyê berfireh kir û li hêla din jî balkêş e ku li Komara Rum a Qibrisê sefaretxane vekir. Piştre jî Ozbekistan, Qazaxistan, Turmenistan, Ozbekistan û Qirgizistanê sefaretxaneyên xwe vekirin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ev geşedan weke “rewşeke tê fêmkirin” nirxand. Tê payin ku di rojên pêş de ji bo vê rewşê hinek sivik bike li Qibrisa Bakur bernameyekê li dar bixe. 
 
Vekirina sefaretxaneyên Tirkiyeyê ya li Komara Rum a Qibrisê ji bo pêşxistina têkiliyên bi aliyê Rum û YE’yê re girîng tê nirxandin lê tê payin ku ji ber Projeya Xeta Boruyê ya Rojhilatê Behra Spî, Qibris dîsa bibe mijara sereke ya nîqaşan. Di daxuyaniyên Tirkiye û Qibrisa Bakur de pêşniyara çareseriya du dewletiyê tê ferzkirin. 
 
‘TU BINGEHEKE RAST Ê POLÎTÎKAYÊN TIRKIYEYÊ NÎNE’ 
 
Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Avrupayê Şener Levent ku Qibrisî ye, nîqaşên têkildarî Qibrisê û geşedanên heyî nirxand. 
 
Levent, diyar kir ku tu rastiyeke polîtîkaya lêgerîna enerjiyê ya Tirkiyeyê ya li sehaya behrê ya Qibrisê nîne û got: “Di halê hazir de şîrketên li vir dixebitin, şîrketyên Îtalyan in. Tirkiyeyê keştiyên xwe ji vir kişandiye. Gotin dê dîsa keştiyan bişînin lê wisa nekirin. Dema mirov li vir lê dinêre, di xebatên lÊgerîna enerjiyê û yên xeta boruyê de Îsraîl, Qibris û Misir rastî tu astengiyan nayên. DYA û Ingilistan jî dema van xetên boruyê çêdikin rastî tu astengiyan nayên. Tenê daxwazeke ku xeta boruyê ji Tirkiyeyê re derbas bibe heye. Baweriya Qibrisê jî heta niha bi vê nehatiye lewma destûr nedaye. Rêyeke cuda dîtin û xeta xwe li ser wê rêyê didomînin. Hêzên kûrewî di vê mijarê de pirsgirêkan najîn lewma ji statuya Qibrisê û ji rewşa heyî aciz nînin. Di dawiya dawî de l rexekî dewleteke hatiye naskirin û li rexa din jî dewleteke korsan, xeyalet heye.” 
 
‘HER KES JI REWŞA QIBRISÊ RAZÎ YE’ 
 
Bi domdarî Levent anî ziman ku ev 51 sal in tevahiya dinyayê ji rewşa Qibrisê razî ye û statuya heyî bi kêrî karê her kesî tê. Levent, got: “Di van 51 salan de li cîhanê bi sedan guhertin çêbûn lê li Qibrisê çênebûn. Heke ji vê rewşê keyfxweş nebûna, ma yên Qeddafî, Esad û Iraq serûbin kirin nedikariya li Qibrisê tişta dixwestin bikin? Tirkiye di halê hazir de ji hêla siyasî û aborî ve di rewşeke perîşan de ye. Niha bi xêra alîkariya hêzên kûrewî xwe li ser pêyan digire. Peyman hatine mohrkirin, biryar hatine dayin. Lewma jî rewşa stratejîk a Tirkiyeyê di mijara polîtîkayên enerjiyê de zêde bala hêzên kûrewî nakişîne. DYA, YE û Ingilistan ji bo cîbicîkirina hedefên xwe hêj li cem Erdogan cih digirin. Weke hûn jî dizanin; ji bo DYA, Ewropa û Ingilistanê berjewendiyên wan bi ser her tiştekî re ne. Lewma jî demokrasî yan jî rejîma Tirkiyeyê gelek zêde bi ser guhê wan ve nîne.” 
 
HEDEFA ESASÎ RÛSYA YE
 
Levent, da zanîn ku piştî Tirkiyeyê li Qibrisa Başûr sefaretxane vekirî, ragihandiye ku dê di meha Gulanê de li Bakur civînekê li dar bixin û wiha pê de çû: “Ev civîn, ji bo hinek nermkirina rewşa heyî tê lidarxistin. Ev dewlet, ew dewletên ên piştî jihevbelavbûna Sovyetan di bin bandora Rûsyayê de mane. Yekitiya Ewropayê ji bo Rûsyayê bêhtir tengijîne, di nava van hewldanan de ye. Tiştên li Ûkrayna û Gurcistanê qewimîn li pêş çav in. Bandora Rûsyayê Ewropayê aciz dike. Jihevbelavbûna 15 komarên Sovyetan dilê welatên Ewropayê rehet nekiriye. Dixwazin komarên din jî ji Rûsyayê veqetînin û qels bikin. Tirkiye jî ji bo piştgiriya Ewropayê ya 12 milyar Euroyan û pêşxistina têkiliyên bi Ewropayê re van gavan diavêje. Dema li Qibrisa Başûr sefaretxaneyan vedike, li rexa din qebûl dike ku Qibrisa Bakur di bin dagirkeriyê de ye. Divê mirov van gavan weke gavên YE’yê binirxîne. Ne hewldaneke li dijî Qibrisê, divê mirov gavekî li dijî Rûsyayê binirxîne. Dixwazin piştî Ûkraynayê niha jî li Başûr zorê bidin Rûsyayê. Mîna di pêvajoya jihevbelavbûna Sovyetan de, piştû Putîn li benda afirandina Borîst Yeltsîneke nû ne. Hakan Fîdan piştî vekirina sefaretxaneyê got ‘Dinyaya Tirk bi temamî bi Tirkên Qibrisê re ne.’ Lê li gorî min ne daxuyaniyeke hêjayî cidîgirtinê ye. Tenê ji bo sivikkirina rewşê hatiye gotin. Lê di pratîkê de tu hêzeke wan a ku bikarin bikin nîne.” 
 
‘TIRKIYE NE DI POZÎSYONEKE WISA DE YE KU BIKARE DENGÊ XWE BIKE’ 
 
Rojnameger Levent, anî ziman ku aliyê Rum ê Qibrisê piştî peymanên bi DYA û Îsraîlê re têkiliyên xwe yên kûrewî pir xurt kiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Peymana mohr dike. Bi taybet jî peymanên bi DYA û Îsraîlê re mohr dikin pir girîng in. Îngilistan û Fransa jî êdî leşkerên xwe tînin vê derê. Têkiliyên xwe yên bi wan re jî xurt kirin. Bi taybet jî têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re pir nêz kirin. Heta tedbîqetên leşkerî yên hevpar li dar xistin. Peymanên enerjiyê mohr kirin. Ev têkildarî ji rexekê ve li dijî Tirkiyeyê tên xurtkirin lê di esasê xwe de têkiliyên YE’yê ne. Tirkiye ne di pozîsyoneke wisa de ye ku bikare dengê xwe ji van têkiliyan re bike. Jixwe Îsraîl û Tirkiye bi tu awayî nayên dijberî hev. Em li Xeze û Sûriyeyê binêrin. Îsraîl çi dixwaze dike û kesek nikare dengê xwe derxîne. Her kes ji Îsraîlê re xebitî. Bi taybet jî li Sûriyeyê û di serî de Tirkiye, her kes ji Îsraîlê re xebitî. Ji vir û şûnde polîtîkaya Qibrisê jî dê li gorî polîtîkaya Îsraîlê teşe bigire. Her çend Tirkiye Qibrisa Bakur weke xaka xwe bibîne jî di fermiyetê de tiştekî wiha nîne. Qibrisa Bakur weke dewleteke îllegal xizmetê ji armancên hêzên kûrewî re dike. Di pozîsyoneke wiha de ye. Xakeke xeyalete ku hêzên kûrewî çi bixwazin li wir dikin. Ev rewş bi kêrî karê her kesî tê. Lewma guherandina statuya vê derê bi kêrî karê tu kesî nayê.” 
 
MA /Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin HATE NÛKIRIN
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome
09:01 Parêzerê girtiyê ku krîzê li dilê wî xist: Divê demildest bê berdan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2025’AN
08:42 Serdegirtinên beriya 1’ê Gulanê: 92 kes hatin binçavkirin
28/04/2025
16:22 Li gelek bajaran ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
16:09 ‘Faîlên Roboskê ev 160 meh in nehatine darizandin’
15:52 Iraqê Şara vexwend Lûtkeya Ereban