Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne

img
RIHA - Rojnameger Ekrem Berekat diyar kir ku Durzî ji ber nasnameya xwe hedef tên girtin û got: “Planeke ku gelan bi hev didin qirkirin di meriyetê de ye.” 
 
Ji 27’ê Nîsanê heta niha li paytexta Sûriyeyê Şamê li taxên Ceramane û Eşrefiyatê pevçûn hene. Pevçûnên di navbera komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê û komên Durziyan de didome. 
 
Êriş, piştî ku xwendekarên nêzî HTŞ’ê yên li Humsê dest bi hedefgirtina xwendekarên ne Sunnî kirin, dest pê kirin. Piştre jî li ser medyaya dijîtal gelek parvekirinên nefretê hatin parvekirin. Bi van parvekirinan re li Humsê xwendekarekî zanîngehê yê Durzî hate qetilkirin. 
 
BÎLANÇOYA 4 ROJAN: 22 KES MIRIN 
 
Bi mezinbûna bûyeran re komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê êrişî taxên Ceremana û Eşrefiyeyê kirin ku piraniya şêniyên wan Durzî ne. Di mizgeftên nêzî her du taxan de bangên cîhadê û qetilkirina Durziyan hatin kirin. Li vê derê li gel Durziyan, her wiha welatiyên ji baweriyên cuda jî hedef hatin girtin. 
 
Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji 27’ê Nîsanê  heta niha di pevçûnan de 6 Durzî û 16 jê HTŞ’î bi giştî 22 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
'ÊRIŞ PLANKIRÎ BÛN’
 
Rojnameger Ekrem Berekat ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kir ku li taxên Ceremana û Eşrefiyeyê ne tenê Durzî, Xiristiyan û penaberên Filistînî û Iraqî jî dijîn. Berekat, got: “Ev êriş, êrişên plankirî bûn. Qeyda deng a behsa xeberê di esasê xwe de tenê hincetek bû. Jixwe biryara êrişan 4 roj berê li Humsê hatibû dayin. HTŞ’iyan li vir xwendekarek qetil kirin. Di roja ewil de hate gotin ku 3 kes hatine kuştin lê hejmar ji vê gelek zêdetir bû. Dema 10 kes hatin kuştin; komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî û rûspiyên Durziyan civiyan. Lê belê ji nîqaşan encamek derneket û êriş zêde bûn. Niha jî pevçûn hem li taxan hem jî li bajar didomin.” 
 
'JI BER NASNAMEYA XWE HEDEF TÊN GIRTIN’ 
 
Bi domdarî Berekat anî ziman ku Durzî ji ber nasnameya xwe hedef tên girtin û wiha pê de çû: “HTŞ, girêdayî îdeolojiya El Nusrayê ye. Lewma Durzî kirin hedef. Di nava HTŞ’ê de komên cuda hene. HTŞ nikare piraniya wan koman kontrol bike. Weke ku îdia dikin di bin kontrola wan de nînin. Weke ku me tevan bi hev re şopand, li bajarên rex behrê zêdetirî 3 hezar Elewî hatin qetilkirin. Ev reqeme tenê ew reqem in fermî ne. Weke mînak; li rex behrê zêdetirî 20 gundên Elewiyan hatin tunekirin û her kesên li wir dijiyan hatin qetilkirin. Ji pitikên di dergûşê de heta kesên 70 salî, tevek qetil kirine. Van komkujiyan ne di çapemeniya li vir de ne jî di ya cîhanê de cih negirtin. Tevek bêdeng man. Ew komkujî hêj didomin. Em niha dibînin ku koma xwedî heman zîhniyetê dîsa li sehayê ye. Dihat îdiakirin ku di komkujiya li herêma qeraxê behrê de tiliya Tirkiyeyê heye. Ev, îdiayeke girîng e.” 
 
ŞERÊ ÎSRAÎL Û TIRKIYEYÊ 
 
Berekat, da zanîn ku lîderên komên serkêşiya êrişan dikin di 26’ê Sibatê di “Kongreya Neteweyî ya Sûriyeyê” de li gel Ahmet el-Şara wêne kişandine û axaftina xwe wiha qedand: “Êriş, piştî bangên cîhad û komkujiyê hatin kirin. Ev kes bi awayekî girêdayî HTŞ’ê ne. Di vê pêvajoyê de car bi car Îsraîlê mudaxile kir. Balafirên bêmirov ên Îsraîlê li vir êrişên hewayî kirin. Îsraîlê di asta wezîran de daxuyanî da û got ku dê êrişên ser Durziyan qebûl nekin. Hêj jî sewqiyatan ber bi herêmên pevçûn lê didomin ve tên kirin. Em nikarin bibêjin tiliya Tirkiyeyê yekser di van êrişan de heye. Lê belê yên van êrişan dikin, bi awayekî girêdayî Tirkiyeyê ne. Anku kesên di nava van koman de cih girtin, ji hêla Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin. Hinek rexnegir, tiştên diqewimin weke şerê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de dinirxînin. Anku em qala planeke mezin dikin. Projeyeke wisa ye ku gelên Sûriyeyê bi hev didin qirkirin. Di salên 1990’î de li Bakur çawa cînayetên kiryarnediyar hatibin kirin, hewl didin niha li herêmên Durzî lê dijîn jî heman tiştan bikin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin HATE NÛKIRIN
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome
09:01 Parêzerê girtiyê ku krîzê li dilê wî xist: Divê demildest bê berdan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2025’AN
08:42 Serdegirtinên beriya 1’ê Gulanê: 92 kes hatin binçavkirin
28/04/2025
16:22 Li gelek bajaran ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
16:09 ‘Faîlên Roboskê ev 160 meh in nehatine darizandin’
15:52 Iraqê Şara vexwend Lûtkeya Ereban