NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê a Cîhanî, Înîsiyatîfa Gelo Haya Te Jê Heye ku li ser rojnameyên BirGun, Yenî Yaşam û Evrenselê bi yek manşetê derdikeve, got: 1Hûn nikarin me bê deng bikin."
Înîsiyatîfa Gelo Agahiya Te Heye ku Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê, rêxistinên çapemeniyê û hin rojnamevan jî di nav de cih digirin, ji bo balê bikşînin ser girtina rojnamevanan, sansûr, qedexekirina weşanê, reşkirin, tundiya polîsan û qetilkirina rojnamevanan bi manşeta "Hûn nikarin me bê deng bikin’" derket. Manşet li ser rojnameya Yenî Yaşamê û malperên online BirGun, Bianet û Evrenselê hate weşandin.
Di sernivîsa manşeta Înîsıyatîfa Gelo Haya Te Jê Heye de ev yek hat gotin:
"Îro 3’yê Gulanê Roja Azadiya çapemeniyê ya Cîhanî ye. Ev 32 sal in di hemû 3’yê Gulanê de erka hikûmetan a parastina azadiya çapemeniyê li seranserê cîhanê tê bibîrxistin. Li gorî endeksên RSF’ê Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de di rêza 158’emîn de ye.
HÛN NIKARIN ME BÊ DENG BIKIN
Di dawiya sernivîsê de ev yek hatin gotin: ‘’Em îsal jî bi bineya vê rojê xwedî li pîşeya xwe derdikevin,piştevaniya xwe xurt dikin û li hemberî desthilatdariyê bi gotina ‘Hûn nikarin me bê deng bikin’ dengê xwe bilind dikin. Em daxwaz dikin ku rojnamevanên hatine girtin bêyî şert û merc werin berdan. Rêgezên pîşeyê yên exlaqî û esasî bi bîr dixin… Hempîşeyên xwe yên hatine qetilkirin jî bi rêzdarî bi bîr tînin."