STENBOL - Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a duh ji bo Sirri Sureyya Onder şandibû, di merasîma bîranînê ya li AKM’ê de hate xwendin.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku li Nexweşxaneya Florance Nightingaleyê dihat tedawîkirin, duh jiyana xwe ji dest da. Onder, ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve tê oxirkirin. Ji saetên serê sibehê ve bi hezaran kes herikîn Navenda Çandê ya Ataturkê (AKM) ya li Taksîmê. Ji hunermendan heta siyasetmedaran, bi hezaran kes herikîn AKM’ê.
Cenazeyê Onder ji hêla malbat û hezkiriyên wî ve birin ser sehneyê. Bi hezaran kesan demekî dirêj li ser pêyan li çepikan xistin. Cenazeyê Onder, bi qurnefîlan hate xemilandin. Piştî rêzgirtinê, sînevîzyonek hate pêşandan. Ji ewil keça Onder, Ceren Onder Kandemîr axivî û nameya ji bo bavê xwe nivîsandibû xwend.
Piştre jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Onder şandibû li sehneyê hate xwendin.
Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:
Ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder ê xoşewîst;
Bi wefata Sirri Sureyya Onder ê xoşewîst xemgîniyek kûr ket ser dilê me. Mirovekî pir bi qîmet bû. Ewladekî rastteqîn ê gelan bû. Kevneşopiya Anatoliyê û Turkmenan ewladekî xwe yê mezin winda kir. Hemû civakên erdnîgariya me û gelê me rêhevalekî xwe yê mezin winda kir. Ez rêzdariyek mezin nîşanî bîranînê wî didim.
Di banga me ya dawî ku di 27’ê Sibatê de hat kirin, hevoka dawî ku me lê zêde kir, bi destê xwe nîşe girtibû. Wî bi xwe xwest vê nîşeyê bixwîne. Li ser navê jiyana aştiyane ya bi hevre ked û jêhatibûnek wî ya mezin hebû. Di aliyê hunera ku geşedanên neyînî bizivîrinê aliyê erenî de xwedî pisporiyeke mezin bû. Ew nasname û çandeke rasteqîn a aştiyê bû. Wî pir baş dizanîbû ku aştî û pêvajoya aştiyê bi me hemûyan dide qezenckirin. Ev xeyal û hezkirineke wî ya pir mezin bû. Ev hêvî tu carî nîvco nayê hiştin. Ji bo me hemûyan ya girîng, divê em vî ruhî biginîn aştiyê. Divê em bi navê Sirri Sureyya Onder tacîdar bikin. Ez careke din li ser bîranîna wî girêdana xwe ya ebedî tînim ziman. Ji bo malbat, dost û heskiriyên wî yên bi qîmet û hemû gelê me ez sersaxiyê dixwazim. Serê me hemûyan sax bî.
Abdullah Ocalan
3’yê Gulana 2025’an”