ÊLIH - Cotkarên tûfiringiyan ên li Sasonê ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazincin û xwestin alîkarî ji wan re bê kirin.
Piştî ku li navçeya Sasonê ya Êlihê ji bo tûtinê kota hate danîn, ji sala 2007’an ve xelkê herêmê dest bi cotkariya tûfiringiyan kirin. Ji ewil 5 cotkaran li ser qadeke bi qasî 5 donimên erd dest bi çandiniya tûfiringiyan kirin û niha ev qad bûye 2 hezar donimên erd. Di sala 2018’an li ser serlêdana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Êlihê (BATSO), “Tûfiringiya Sasonê” weke îşareta erdnîgarî hat tescîlkirin. Palehiya Tûfiringiya Sasonê her sal di meha Nîsanê de dest pê dike û heta meha Mijdarê didome. Sala par li navçeyê li ser qadeke bi qasî 2 hezar û 300 hektarên erd hilberîna tûfiringiyan hate kirin. Lê tê payîn ku îsal ev hejmar kêm bibe. Sedema wê jî zêdebûna lêçûnan e. Cotkarên tûfiringiyan ên li bajar, ji ber heqê ceyran, gubre, derman, mazot û heqdestê karkeran bi gilî û gazinc in.
BIHAYÊ WAN HÊJ NEHATIYE DIYARKIRIN
Gezmîş Aydinoglû ku ji ber pirsgirêkên aborî koçî Stenbolê kiribû û 15 salan li wir ma, di sala 2022’yan de dîsa vegeriya gundê xwe Gundênûyê û dest bi cotkariya tûfiringiyan kir. Aydinoglû, got: “Beriya niha tûtin hebû lê hate qedexekirin. Lewma em bêkar man û me koç kir. 15 salan li Stenbolê mam û piştî ji kar hatim derxistin, min dest bi cotkariya tûfiriniyan kir. Ev bû du sal û îsal baş derbas dibe. Me berhema ewil çendek roj berê rakir. Me 250 kg rakir. Li bendê ne ku rojên pêş de 600 kîloyan rakin.”
Bi domdarî Aydinoglû ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî ceyran me zêde dide zorê. Piştgiriya hibayê nayê kirin. Me hêj bihayê tûfiringiyan diyar nekiriye. Em niha bi bazirganan re hevdîtinan dikin. Ji ber ku lêçûnên tûfiringiyan ji yên tûtinê zêdetir in, gel berê xwe dide tûtinê. Heke wiha bidome em jî dê berê xwe bidin tûtinê. Em dixwazin bihayê lêçûnan were kêmkirin û piştgiriya hîbeyê were kirin. Em dixwazin tûfiringiyê bikin marka cîhanê. Ji bo vê divê her kes destê xwe deyne bin kevir.”
LI BENDA PIŞTGIRIYA HÎBEYÊ NE
Emîn Erdem jî bi lêv kir ku ji ber bihayê lêçûnan zêde bûye ew nikarin heqê keda xwe bistînin û got: “Em 8 mehan sexbêra tûfiringiyan dikin. Lê ji ber zêdebûna bihayê lêçûnan em rojên zehmet dijîn. Anku heke em nekarin ji bin derkevin ji mecbûrî em ê dîsa weke karker biçin rojava. Lêçûn pir zêde ne û piştgirî tune ye. Dema me ji ewil çandî piştgirî hebû lê piştre ev piştgirî paşve kişandin. Divê cotkarên me jî bi vê zanebûnê nêz bibin. Divê em xwedî li tûfiringiya xwe derkevin.”
Aydin Argiş ê ku 5 sal in li gundê Hewrê cotkariya tûfiringiyan dike jî wiha got: “Ji serê sibehê heta êvarê em bi tûfiringiyan re mijûl in. Em tê nakin. Lewma ji neçarî karkeran digirin. Bihayê ceyran û gubreyê pir zêde ye. Fêkiyekî pir hesas e. Heta ji baranê jî bibandor dibe. Me hêj biha diyar nekiriye. Me berê ewil rakir. Dê di rojên pêş de bihayê wan diyar bibe. Hewceye bihayeke li gorî bihayê lêçûnan be. Divê em xwedî li tûfiringiyê derkevin. Çavkaniya debara m e ye.”
MA / Fethî Balaman