Li Amedê pêvajo derî bi derî tê vegotin: Ji 3 hezarî zêdetir serdanên malan hatin kirin

  • rojane
  • 10:24 14 Gulan 2025
  • |
img
AMED - Piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya kampanyaya "Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gelê xwe re dicivin" heta niha zêdetirî 3 hezar mal ziyaret kir û zêdetirî 16 hezar name belav kirin. 
 
Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kir, DEM Partiyê ji bo vê bangê bi derî derî digere. Kampanyaya ku li Amedê di 22'ê Nîsanê de hatibû destpêkirin, bi armanca ku bigihîje milyonek û 145 hezar mirovên bajêr berdewam dike. Di vê çarçoveyê de Rêxistina Bajêr a Amedê ya DEM Partiyê bi 340 komîsyonan û li 17 navçeyan ku 4 navend jî di nav de nêzî hezar û 500 kesî xebatên xwe didomîne. Heta niha li Rezan 420 mal hatine ziyaretkirin û xebat derî bi derî û kolan bi kolan berdewam dikin heta niha hezar û 700 name hatin belavkirin.
 
Di vê çarçoveyê de Rêxistina Bajêr a Amedê ya DEM Partiyê bi 340 komîsyon û nêzî hezar û 500 kesî li 17 navçeyan ku 4 navend jî di nav de xebatên xwe didomîne. Heta niha di çalakiyên mal bi mal û kolanan de li Rezan 420 mal ziyaret hatine kirin û hezar û 700 name hatine belavkirin. 
 
Li navçeya Peyasê 560 mal hatin ziyaretkirin û 2 hezar û 300 name hatin belavkirin. Li Yenîşehîrê 409 mal hatin ziyaretkirin û 2 hezar û 300 name hatin belavkirin. Li Sûrê 170 ziyaretên malan û hezar û 300 name, li Farqînê hezar û 207 mal û 7 hezar name û li Erxenî, 270 mal û hezar û 700 name gihandin welatiyan. 
 
Tevî navçeyên gundewaran ji 22 'ê Nîsanê ve herî kêm 3 hezar û 900 mal serdan li bajêr hatin kirin û 16 hezar û 100 name hatin belavkirin. Di serdanên malan ên êvarî de endamên partiyê li buroyên navçeyê kom dibin û derî bi derî digerin. Li deriyê her malê xistin, endamên partiyê nameyên ku Hevserokên DEM Partiyê pêvajoya nû vedibêje hildigirin û her wiha li ser nirxandinên welatiyan ên derbarê pêvajoyê de têbiniyan digirin. 
 
 
Weke Ajansa Mezopotamyayê (MA) me serdanên malan ên li taxa Kaynartepe ya Rezanê şopand.
 
'WÊ AZADIYA RÊBERTIYA ME PÊK WERE?' 
 
Di serdanan de gelek mijarên ku welatî meraq dikin hene. Yek ji van a herî berbiçav jî azadiya Abdullah Ocalan e. Pirsa ku herî zêde ji endamên partiyê tê pirsîn ev e: Qala aştiyê dikin, lê wê azadiya Rêberê me misoger bibe?. Rewşa girtiyên nexweş û daxwazên perwerdeya bi zimanê zikmakî jî di nava mijarên tên nîqaşkirin de cih digirin. Endamên partiyê her wiha malên partiya ne DEM Partiyî ne ziyaret dikin, der barê 'pêvajoya nû' de agahî didin û daxwaz û pêşniyar kom dikin.
 
'MA BÊYÎ RÊBERTÎ AŞTÎ DIKARE PÊK WERE?'  
 
Di serdanê de Ferîde Ozdemîr a ku mala wê hate ziyaretkirin diyar kir ku divê êdî dayik negirîn û daxwaza xwe ya xwedî derketina pêşerojeke xweşik anî ziman. Ferîde Ozdemîr wiha got: "Divê di pêvajoya aştiyê de jî me nexapînin. Îro çek danîn û eger hîn jî zilmê li me bikin, nabe. Em qebûl nakin. Êdî bes e; ciwanên me di zindanan de ne." 
 
Ferîde Ozdemîr destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengê wê pêvajoyê ye û wiha got: "Ew Rêberê me ye. Wî hemû salên xwe ji bo me feda kir. Îro jî pêwîst e em ji bo wî têbikoşin. Divê em berpirsyariyên xwe bicih bînin. Ma bêyî Rêbertî aştî dikare pêk were? Em azadiya wî dixwazin. Ji bo aştiyê niha dora Recep Tayyîp Erdogan e. Divê gavên şênber biavêje. Divê di vê pêvajoyê de gavên hevpar bên avêtin."
 
'EGER TECRÎD WERE ŞIKANDIN, EM Ê BAWER BIKIN' 
 
Ji welatiyên mala wî hat ziyaretkirin yek jî jê Îdrîs Îlcan e û da zanîn ku aştî dikare rê li ber avakirina xweşikiyan veke û destnîşan kir ku divê aştî mayînde bibe, ne demkî be. İlcan wiha axivî: "Me heta roja îro ti carî bawerî bi dewletê neanî. Ji ber ku dewlet dema tiştekî dibêje li pişt gotinên xwe nasekine. Dema ku aştiyeke rasteqîn pêk were û tecrîd were şikandin em ê bawer bikin. Ji bilî vê ti baweriya me nîne. Divê dewlet mafên Kurdan nas bike. Di serî de divê zimanên wan ên dayikê nas bike." 
 
Welatiyê bi navê Mehmet Sulhanli jî bal kişand ku ya girîng pêşveçûna erênî ya pêvajoyê ye û wiha got: "Dewlet jî di vir de xwedî rol û mîsyon e. Pêvajo çi zû bimeşe, ew ê baştir bibe. Bêyî ku Ocalan azad nebe ev pêvajo nikare pêş bikeve. Rêbertiya me wê li hundir be; em ê li derve azad bin? Tiştekî wiha mimkûn e? Ew nîne. Em her tim azadiya wî dixwazin."
 
 
MA / Heval Onkol
 

Sernavên din

13:53 Tuncer Bakirhan li Mûşê diaxive ZINDÎ
13:18 Tunç bersiv da daxwaza ‘Bila Ocalan bi rojnamegeran re hevdîtinê bike’
13:08 HRW: Di mijara sûcên şer de berpirsyartiya Tirkiyeyê heye
13:00 Trump bi El Şara re hevdîtin kir
12:43 Dê kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ bê destpêkirin
12:43 Di lêpirsîna HDK’ê de ji bo 3 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
12:19 Gera Trump a li Rojhilata Navîn: Armanc sermayeya Ereban e
11:51 Kalmaz: HDK dê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bike
11:30 Geşedanên ku ji 27’ê Sibatê vir ve qewimîne
11:07 Ahmet Turk: Divê dewlet ji bendewariyan re bibe bersiv
10:25 Ayten Dêrsim: Berpirsyartî dikeve ser milê me
Amed Malazgîrt: Barê li ser milên me giran bû
10:24 Li Amedê pêvajo derî bi derî tê vegotin: Ji 3 hezarî zêdetir serdanên malan hatin kirin
10:17 Bayik: Her gava Rêber Apo avêtiye bi serkeftinê biencam bûye
09:50 Wekîlê Partiya DEVA’yê Ekmen: Divê pirsgirêk li Meclisê bê çareserkirin
09:31 Bernameya bîranînê ya ji bo Kaytan û Altûn diyar bû
09:20 Di 60 saliya xwe de bû xwendekara zimanê xwe
09:19 'Ji bo parastina Kurdî divê polîtîkayeke ziman bê pêşxistin'
09:18 ‘Ji bo zimanê dayikê divê destûra bingehîn bê guherandin'
09:17 Tan: Kurdî heri xweş di zimanê zarokan de bedew e
09:00 ROJEVA 14’Ê GULANA 2025’AN
13/05/2025
16:16 Bakirhan: Ji bo civak ji pêvajoyê bawer bike, îktîdar dikare gavan biavêje
16:06 Ji NY’ê daxuyaniya têkildarî kongreyê: Em amade ne ji bo pêvajoyê bibin alîkar
15:52 Hayatî Kaytan: Em ê vê rêya birûmet bi azadiyê tacîdar bikin
15:33 Kaytan û Altûn li Edeneyê hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bi aştiyê tacîdar bikin
15:28 Ocalan kongreya PKK’ê silav kir, Kaytan û Altûn bi bîr anî
15:07 Îranê di 13 rojan de 96 kes bi darve kir
15:06 Daxwaza ji nû ve darizandina Hatem Ozdemîr hat redkirin
14:58 Kaytan û Altûn hatin bibîranîn: Weke Prometheusên serdemê jiyaneke nû afirandin
14:12 Qubad Talabanî: PKK’ê berpirsyartiya xwe bicih anî
13:21 Ji bo hunermend Pinar Aydinlarê biryara tehliyeyê hat dayin
13:18 Di doza faîlên wê leşker de dozger nexwest ceza were dayin
12:59 Li Tuzluçayirê Kaytan û Altûn hatin bibîranîn
12:50 Bakirhan: Kongreya PKK’ê ji bo çareseriya demokratîk firsend e
12:25 Sozdar Avesta: Encamgirtin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e
12:15 Eşber Yagmûrderelî: PKK’ê gaveke mezin avêt, niha dora dewletê ye
12:04 Girîngiya pêvajoya li Rezanê ji esnafan re hat vegotin
11:51 Navenda Bangê bi Kurmancî dest bi xizmetê kir
11:45 Di 13 salan de tenê 148 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin
11:34 Gera Trump a Rojhilata Navîn dest pê kir
11:32 Xelkê Amedê: Divê Abdullah Ocalan teqez azad bibe
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Besê Hozat: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
10:56 Kaytan û Altûn dê li Stenbolê bên bîranîn
10:49 Dogu Ergîl: Êdî hincetên dewletê ji holê rabûn
10:48 Karayilan: Divê di qanûnan de guhertin bên kirin
10:25 Dayik, bav û zarok li heman polê zimanê xwe hîn dibin
09:49 Kartal: Perspektîfa pêvajoya nû sosyalîzma civaka demokratîk e
09:42 Bayramoglû: Pêvajo hêj nû dest pê dike, divê dewlet gavan biavêje
09:26 'Divê Wezareta Dadê mudaxilî pêvajoyê bibe'
09:19 Ji gotina 'Kurdistan mêtingeh e' ber bi damezirandina PKK'ê ve...
09:15 Dayikên Aştiyê: Bila dewlet gav biavêje
09:14 Li Zozana Şivişkiyê dema berhevkirina pincarê
09:14 Nivîskarên Kurd: Yekane armanca me parastina ziman e
09:00 ROJEVA 13’Ê GULANA 2024’AN
12/05/2025
22:04 Iraqê: Em piştgirî didin biryara PKK’ê
22:03 Ji Amerîkayê daxuyaniya ji bo biryara PKK'ê
21:45 Mazlûm Ebdî: Em bawer dikin ku ev gava nû wê deriyên pêvajoyeke aştiyane li herêmê veke
21:32 Bafil Talabanî: Ji bo serketina vê gava dîrokî çi ji destê me bê em ê bikin
20:37 Tulay Hatîmogûllari: Rêya Tirkiyeya Demokratîk vebûye
16:25 Demîrtaş: Dem dema xebateke samîmî û bi hev re ye
16:01 Ji YE’yê daxuyaniya ewil: Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin
15:31 Alp ê CHP’î: Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd
15:22 Wezîrê Dadê Tunç: Meşa di rêya demokrasiyê de bi gavên pêbawer didome
15:20 Elîaçik: Piştî gava dîrokî ya PKK’ê divê dewlet ji bo statûya hiqûqî gav biavêje
15:17 Hakan Fîdan: Biryara PKK’ê dîrokî û girîng e
15:16 Ayşegul Devecîoglû: Divê em zorê bidin îktîdarê ku gavan biavêje
15:05 Ayşegul Dogan: Ne tenê biryareke fesixkirinê ye, pêvajoyeke nû ya avakirinê ye
14:51 Li Rihayê ji bo girtiyên siyasî çalakî hate lidarxistin
14:50 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê gavên qanûnî bên avêtin
14:06 Berdevkê YNK’ê: Gaveke erênî ye
14:05 Li Amedê bager rabû
14:01 Pervîn Buldan ji bo biryarên PKK’ê got: Divê Meclisê bikeve dewrê
13:51 SOLDEP: Em ê ji bo aştiya civakî têkoşînê geş bikin
13:32 Bakirhan: Ji bo çareseriya pirsgirêkê tu hincet neman
13:26 Kaytan û Altûn vegot: Tu tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket
13:19 Nêçîrvan Barzanî: Biryareke dîrokî ye
13:13 Piştî daxuyaniya PKK’ê hîseyên ASALSAN’ê bê qîmet bûn
12:33 Danişîna doza 4 rojnamegeran hat lidarxistin
12:26 Lêgerîna heqîqetê ya bêrawestan: Alî Haydar Kaytan
12:18 Dê însiyatîf bibe bingeha yekitiya neteweyî
12:02 Rêhevalê Azadiyê yê Abdullah Ocalan: Riza Altûn
11:31 Biryara dîrokî ya PKK’ê di rojeva cîhanê de ye
11:28 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil: Her pêşketinek erênî dê rê li ber pêşketineke erênî veke
11:16 Serekşêwirmendê Serokkomar: Dê reformên berfireh bên kirin
11:07 Efkan Ala: Mekanîzma çawa pêwîst bike dê wisa bên xebitandin
10:56 Kaytan û Altûn dê bên bibîranîn
10:55 Hûrgiliyên kongreya PKK’ê: Ev ne dawî, destpêkek e!
10:36 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:35 Greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên bi ‘Tîpa bîrê’: Divê dengê derve bilind bibe
10:04 Ercûment Akdenîz: Mesele nefes wergirtina heqîqetê ye
10:03 PKK’ê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî: Em ê xeyalên wî pêk bînin
09:49 Kongreya PKK’ê diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin
09:41 ‘Mijara herî girîng a pêvajoyê naskirina statuya zimanê Kurdî ye'
09:10 Dema doz didomiya di nîvşevê de mala wan bi ser pisîkên wan de hilweşandin
09:10 Xetere li ser mafê perwerdeyê yê xwendekarên girtî heye
09:02 Ji PKK’ê biryara dîrokî: Me xebat bi dawî kirin
09:01 ROJEVA 12'Ê GULANA 2025'AN
11/05/2025
17:18 Ji bo endamê TEV-DEM’ê Îke şîn hate danîn
17:08 CPT: Êrişên Tirkiyeyê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûn
16:59 Li Riha û Stenbolê çalakiyên ziman hatin lidarxistin