ÎDIR - Walîtiya Erdexanê bi hinceta "Em ajalên ji bajarekî din qebûl nakin" nehişt ajalvanên Îdirê biçin zozanên ji xwe kirê kiribûn.
Li herêma Serhedê bi hatina havînê re ajalvanan dest bi amedehiya çûyîna zoanan kir. Ajalvanên li Deşta Îdirê dijîn, her sal ji bo hênkayiyê diçin zozanên wek Henet û Babîşan ên li Qers û Erdexanê. Ajalvanên ku li Erdexanê zozan kirê kiribûn, çûyîna wan a zozanan ji hêla walîtiyê ve bi hinceta “ji bajarekî din em ajalan qebûl nakin” hate qedexekirin. Welatiyên ji Îdirê ber bi Erdexanê ve bi rê ketin, di têketina bajar de hatin astengkirin. Welatî, neçar man ku dîsa vegerin Îdirê. Welatiyan diyar kirin ku ev biryareke keyfî ye û xwestin pirsgirêk çareser bibe.
‘AJALVAN MEXDÛR IN’
Ajalvanê bi navê Mehmet Yeter, diyar kir ku zozan kirê kirine û tevî vê jî dîsa çûyîna wan hatiye astengkirin. Yeter, ragihand ku wextê ajalên xwe birine Erdexanê di rê de her tim ceza li wan hatiye birrîn û ji ber germbûna hewayê û kêmasiya avê ajalên wan mirine. Yeter, axaftina xwe wiha domand: “Dewlet ji me re dibêje ‘ajaldariyê bikin.’ Lê wextê em ajaldariyê dikin û diçin zozanan cendirma ji me re ceza dibirin û me şûn de vedigerînin. Wek hincet biryara walîtiyê nîşanî me didin. Destûr nadin em biçin ser milkê xwe.”
‘ÊDÎ DAWÎ LI VÊ ZILMÊ BÎNIN’
Yûsûf Aras jî diyar kir ku ajalên xwe li TIR’ê bar kirine û ji ber rawestandina di rê de ajalan zirar dîtine û vê yeke ji bo xwe wek heqaret û zilm dibînin. Aras, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Wezareta Çandinî û Daristanan her tim ji me re dibêje ‘ajalan zêde bikin’. Me zêde kir lê çi bû? Em nikarin ji tiştekî îstîfade bikin û em mexdûr in. Walîtiya Erdexanê fermanê dide mûxtaran û cendirmeyan û me şûn de vedigerîne. Rexmê ku me heqê zozan û şivanan daye jî em tên astengkirin. Em jî mirov in. Êdî dawî li vê zilmê bînin."
‘150-200 HEZAR LÎRE CEZA’
Azîz Ayboga jî ev tişt anî ziman: "Hezar heb pezên min hene lê ez nikarim bibim zozanan. Wextê çûyina zozanan ji ber nebûna guharên ajalan ji me ra cezayên giran tên birrîn. Ji me re 150-200 hezar lîre ceza tê birrîn. Em dixwazin êdî dawî li vê kiryarê bê."
‘HER SAL PIRGIRÊK DER TÊN’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn jî diyar kir ku her sal heman pirgirêkê dijîn û wiha got: "Walîtiya Qers û Erdexanê her sal ji bo koçeran astengiyê der dixe. Di vê mijarê de welatiyên Îdirî mexdûrîyeteke mezin dijîn. Mirov pezên xwe dibin wir lê di rê de tên vegerandin. Heta niha bi sedan ajal ji ber germe û bêavbûnê mirin. Ger wiha bidoma dê hilberîn bê rawestandin û mirovên nikaribin cotkariyê bikin. Me weke partî, ev pirsgirêk li Meclis û li Wezareta Çandiniyê anî ziman. Divê demildest ev pirsgirêk çareser bibe.”
‘BI DEHAN AJAL MIRIN’
Li hêla din, di TIR’a ku ketina wê ye Erdexanê hatiye astengirin de hate dîtin ku bi dehan ajal mirî ne.
Cotkarên ku hêj li Îdîrê ne, li benda çareserkirina pirsgirêkê ne.