'Ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê divê em bibin yek'

  • rojane
  • 10:53 2 Hezîran 2025
  • |

AMED - Beşdarên Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd Xeman Zana Eshed û Îman Abdurrezak Mihammed ji bo demokrasî û aştiyê bal kişandin ser têkoşîna jinên Kurd û girîngiya yekîtiya neteweyî.

1'emîn Konferansa Parlemeterên Jin ên Kurd di 28-29 'ê Gulanê de li Amedê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hate lidarxistin. Ji Kurdistan, Tirkiye û dîasporayê gelek parlamenterên berê û nû beşdarî konferansê bûn. Gelek parlamenterên berê û yên heyî, ku tevlîbûna wan a yekser ji dîaspora yê û herêmên din, ku Rojava jî di nav de ye, bi online beşdarî konferansê bûn. Endama berê ya Parlamentoya Iraqê Xeman Zana Eshed ku di konferansa ku di serî de avakirina têkoşînên hevpar û rêxistinkirina toreyan û pêşxistina helwesta hevpar a ji bo aştiyê hate gotûbêjkirin û diyar kir ku ev cara yekem e ku parlamenterên jin ên Kurd tên cem hev û ev konferans weke 'karekî pir baş' pênase kir. 
 
Xeman Zana Eshed anî ziman ku hevdîtinên bi vî rengî zemînê nîşan didin û got, "Ev hevdîtinên bi vî rengî ji bo dîtina dema pêş gelekî baş in. Lê mixabin gelek hevalên me ji ber ku li sînor vegeriyan nikarîbûn werin. Komeke din jî nikarîbû ji Ewropayê bihata. Hêvî dikim sala bê em hemû bi hev re bin."
 
'JI BO AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ XEBAT DIVÊ' 
 
Xeman Zana Eshed da zanîn ku aştî û demokrasî wê yekitiya Kurdan mayînde bike û wiha got: "Ne demokrasî, ne jî projeya aştiyê bêyî jinê dikare bi ser bikeve. Pir baş e ku jin di parlementoyê de bin. Her çend hejmara me ya jinê ya li parlamentoyê gelekî kêm be jî, ji bo me destketinek gelekî erênî û girîng e."
 
Xeman Zana Eshed diyar kir, hêvî kir ku jin karên baştir bikin û divê hewldan dewam bikin û destnîşan kir ku her jin ji aliyê pîşeyê xwe ve be jî divê ji bo aştî û demokrasiyê têbikoşe û wiha got: "Gelek rêyên cuda yên aştî û demokrasiyê hene. Lê ji bo vê jî divê her rê yek xebat were kirin, ji bo vê jî divê em ji bo aştî û demokrasiyê bixebitin."
 
GIRÎNGIYA YEKITIYA NETEWEYÎ
 
Xeman Zana Eshed diyar kir ku bi hêzbûn girêdayî yekitiya neteweyî  ye û wiha got: "Eger em difikirin ku berjewendiyên me bi xwe jî di nava yekitiya neteweyî de derbas dibin, hingî divê yekitiya neteweyî ji bo me esas be. Ji ber ku berjewendiya me ya hevpar yekitiya neteweyî ye. Di nava vê yekitiya neteweyî de her kes dikare bi rengê xwe, bi îdeolojiya xwe tevlî bibe. Lê hin tişt hene ku berjewendiyên neteweyî ne. Li vê derê her kes qala tecrûbeyên xwe dike, lê belê ji bo yekîtiya neteweyî divê em hev hişyar bikin, divê em bi hev re tevbigerin."
 
'BANGA ABDULLAH OCALAN GIRÎNG E'
 
Xeman Zana Eshed bal kişand ser girîngiya 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku her çend welatê Kurdan li çar parçeyan hatiye parçekirin jî ew hem bi jin û mêran re li dijî vê yekê disekinin. Xeman Zana Eshed diyar kir ku ji ber fedakariyên hatine kirin divê piştgiriya aştiyê bê kirin û wiha got: "Ji bo vê yekê divê em projeya aştiyê xwedî derkevin û biparêzin. Ji ber vê yekê banga Ocalan bangeke girîng e. Weke jinên Başûr em ji vê projeya aştiyê gelekî kêfxweş in. Lê em bi baldar in. Em hêvî dikin ku nîqaş û muzakereyên li Bakur bigihijin encameke baş."
 
Xeman Zana Eshed anî ziman ku rewşa heyî ya Kurdan bi têkoşîna çekdarî ya hevpar a jin û mêran bi pêş ketiye û ev nirxandin kir: "Bi taybetî li Rojava, şervanên me yên jin ne tenê ji bo me, ji bo tevahiya cîhanê bûne mînak. Eger têkoşîna me ji niha û pê ve rê li ber aştiyê vedike, lazim e her kes di nava siyasetê de li gorî mercên xwe gavan biavêje. Ya ku xizmetê ji Kurdan û mirovahiyê re dike, aştî û demokrasî ye. Eger aştî û demokrasî pêk were, wê bi awayekî xwezayî yekitiya neteweyî pêk bê. Bi vê pêngava nû re eger li gelemperiya Kurdistanê aştî û demokrasî pêk were, wê karê welatên wan xurt bibe û mafên me jî bên parastin."
 
TÊKOŞÎNA JINAN A JI BO BIDESTXISTINA ÎRADEYÊ
 
Parlamentera Iraqê Îman Abdurrezak Muhamed diyar kir ku jinên Kurd di her qadê de xwe îspat kirine û wiha berdewam kir: "Jinên Kurd bi têkoşîna xwe li gelek qadan xwedî derketin. Hem ji bo destketiyên jinan hem jî ji bo deskevtiyên têkoşîna Kurdan tevkariyeke wan a girîng heye. Ji ber vê yekê her jinek li berxwedanê xwedî derdikeve. Tevî hemû astengiyên li hemberî wan hatine danîn jî jinan di têkoşîna nirxên jinan û mirovahiyê de bûne xwedî îrade. Wan şerekî mezin meşand. Me nîqaş kir ku ji bo xizmeta jinan û parastina destkeftiyên jinan divê çi zagon werin danîn. Yê ku jiyanê ava dike jin e û ji ber vê yekê yê ku wê civakê azad bike jî jin e. Temînata vê yekê, rêziknameyên qanûnî û destûra bingehînî ne. Eger em karibin destketiyên jinan bi garantiyên qanûnî û destûra bingehînî ewle bikin, em ê bibin temînata gelê xwe û jinan."
 
Îman Abdurrezak Mûhammed da zanîn ku gelê Kurd heta niha hemû mafên xwe ewle nekiriye û gotinên xwe wiha dewam kir: "Jinan di tevahiya dîrokê de hem ji bo mafên xwe hem jî ji bo mafên xwe yên neteweyî mil bi mil bi mêran re têkoşiyan. Îro pergaleke dawî li şer bîne û meşandina demokrasiyê  pêwîst e. Weke parlamenterên Kurd, ji bo geşkirina têkoşîna aştî û azadiyê em li hev kom bûne. Tevî ku her jinek ji herêmeke cuda tê jî, haya her kesî ji vê heye. Belkî partî û siyaseta me ji hev cuda bin, lê her yekê tecrubeya xwe berhev kir. Ji ber vê yekê em niha dibêjin: Êdî bes e, em mafên xwe dixwazin. Em dixwazin mafên me bi awayekî qanûnî û destûra bingehînî bên ewlekirin."
 
'JI BO AŞTIYÊ EM BIBIN YEK DENG'
 
Îman Abdurrezak Mihammed bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û bibîr xist ku Celal Talabanî jî xwestiye pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê bi diyalogê çareser bibe û wiha got: "Em di dibistanên wî de mezin bûn. Daxwaza me hemûyan e ku em hemû ji bo misogerkirina aştî û demokrasiya bakurê Kurdistanê bibin yek. Em dixwazin ev bang serkeftî be. Daxwaza me ya hevpar ew e ku gelê Kurd bigihe mafên xwe û zordarî pêk neyê."
 
Îman Abdurrezak Mihammed anî ziman ku têkoşîna jinê ya li Kurdistanê ji cîhanê re mînak tê nîşandan û wiha axivî: "Dema pêwîstî pê hebe, jinan ji bo mafên xwe çek hilgirtin, bûn şervan, li parlamentoyê têkoşîn meşandin, bûn qaymeqam û tevlî mekanîzmayên biryardayînê bûn. Jin aştîxwaz in; her tim têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bilind kirine û di nava hemû gelan de aştî xwestine Jin her tim bûne mexdûrên şer. Ji ber vê yekê jin aştîxwaz in. Jinên Kurd di siyaset, çand, şer û her qadê de têkoşîna xwe bilind kirine û li hemû cîhanê deng vedaye. Jinên Kurd ji malên xwe heta siyasetê, ji aboriyê heta çandê li her qadê ji bo hebûna xwe têkoşiyan. Ev têkoşîn ji bo her kesî bûye mînak û li çar aliyê cîhanê deng vedaye. Ne hêsan e ku jinên Kurd li çar parçeyan bibin yek û di qonaxên pêş de aştiyê ava bikin. Gav bi gav pêşketin tê kirin. Ev yek bi têkoşînan ji me re hatiye derbaskirin û wê ji nifşên pêşerojê re bibe mîrateyek."
 
MA / Müjdat Can
 

Sernavên din

14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
16:56 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî ‘nîşeyên hevdîtinê’ daxuyanî da
16:28 DBP: Divê polîsên ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî malbat derb kirin ji kar bên avêtin
16:07 Kongra Star: Temînata Sûriyeyê nenavendîbûna demokratîk e
15:50 Navenda Metroyê: Di 6 mehan de 110 kes hatin binçavkirin
15:49 Ahmet Ozer ji dosyaya ‘lihevkirina bajar’ tehliye bû
14:41 Polîsan 3 kes ji ber stranên Kurdî derb kir, dozger jî xwest bên girtin
14:32 MEBYA-DER’ê li Şirnexê rêveberiya nû hilbijart
14:21 Xwebûn bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” derket
13:27 595 hezar ciwanan bi hêviya perwerde û peydakirina kar koç kirine
13:08 HSD’ê ji bo Siwêdayê banga agirbestê kir
12:59 Rojnamegerê tedawiya penceşêrê dibû jiyana xwe ji dest da
12:53 Şebnem Korur Fîncanci: Divê rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî komîsyonê bibin
12:14 PDK û YNK dê îro bicivin
11:50 Tazmînata ji bo leşkerê hatibû kuştin ji malbatên HPG’iyan xwestin
11:27 Palestine Action li Ingilistanê hate qedexekirin: Yasayeke neheq hate derxistin
11:08 Li gundên Cilbya û Bilikayê rojane 270 tonê daran tên birîn
10:39 SOHR: Li Suweydayê 37 kes hatin kuştin
10:36 Li Endonezyayê bi pileya 6.7’ê erdhej çêbû
10:26 DBP, DEVA, SAADET: Divê pêvajoya avakirina komîsyonê û gavên hiqûqî neyê dirêjkirin
09:51 Şewata li Îzmîrê gihîşte rê
09:48 Welatiyên Wanê bangî dewletê kirin: Em ne gotin lê fermiyetê dixwazin
09:45 Li Pirsûsê birîndar bû, di têkoşîna edaletê de hate girtin
09:00 Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:34 Di hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’ de li pêşniyarên gel guhdarî kirin
08:34 Şaredarê Şîleyê hate girtin
13/07/2025
21:39 Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
21:26 Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû
16:17 Pervîn Buldan gotina Erdogan nirxand
16:17 Firat Nebîoglû hat berdan
15:28 Ji bo 3 girtiyan doza azadiyê kirin: Nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin
14:58 Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin
14:35 Ji KESK'ê daxwazên ji bo 'pêvajoyê'
14:25 Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn
13:58 33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin
12:34 Di ser Komkujiya Zîlanê de 95 sal derbas bûn
11:50 Erdogan: Em ê bi avakirina komîsyonê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin
11:40 Li Balikesîrê ji ber şewatê du tax hatin valakirin
11:15 Vaye dîmenên amadekariya merasîma dîrokî!
11:09 Merasîma dîrokî di manşeta ewil a rojnameyan de cih girt
11:06 Kesên şahidiya merasîma dîrokî kirin bihêvî ne: Berpirsiyarî li ser milê her kesî ye
11:03 Salîha Aydenîz: Şewata çekan destpêka têkoşîneke nû ye
10:38 Unsal: Ji bo siyaseta demokratik sererastkirinên qanûnî divê
10:00 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû
09:58 Nivîskar Karakûş: Ger reforma hiqûqî çêbibe dê pêvajo pêş ve biçe
09:40 Li Tetwanê konserteke bicoş li dar ket
09:08 Welatiyên Botanê li benda ‘sererastkirinên hiqûqî’ ne
09:00 ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin
17:02 Fîkret Ataş hate tehliyekirin: A girîng azadiya civakî ye
16:59 Ozgur Ozel: Divê pêvajo li Meclisê bi gavên lez û bibiryar bê birêvebirin
16:50 Kurtulmuş: Xebatên me yên têkildarî komîsyonê ber bi dawiyê ve ne