RIHA - Siyasetmedarên Kurd Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz di 31'emîn salvegera qetilkirinê de li ser gora xwe hatin bibîranîn.
Siyasetmedarê Kurd Mûhsîn Melîk û hevalê wî Mehmet Ayyildiz ên di 2'ê Hezîrana 1994'an de li Rihayê di encama êrîşeke çekdarî de hatin qetilkirin, di 31'emîn salvegera qetilkirinên xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Harran Kapi ya navçeya Eyyubiye hatin bîranîn. Ligel malbatên Melîk û Ayyildiz û gelek kesên din, nûnerên Komeleya Piştgirî Hevkarî û Çandê ya bi Malbatên ku hezkiriyên xwe winda kirine re, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Rêxistina Bajêr a Rihayê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tevlî bîranînê bûn.
Di bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de hevsera Muhsîn Melîk Senay Melîk axivî û wiha got: "Em di pêvajoyeke aştiyê ya bi nirx de ne. Muhsîn Melîk xwest ku mirov ji bo aştiyê bi rengekî mirovî bijî. Gelek gef li Mûhsîn hat xwarin, lê wî dev ji têkoşînê berneda. Her tim bi pratîka xwe ya di nava têkoşînê de baweriya xwe bi kesên li derdora xwe dida der. Hêzên dijmin ên aştî, bedewî û qenciyê di 2'ê Hezîranê de ew û hevalê wî bi hovane qetil kirin. Armanca wan ew bû ku Mûhsîn û hevalên wî bitirsînin. Lê îro ev têkoşîn hîn bêhtir mezin bûye. Mîrateya wî têkoşîna demokratîk xurt dike. Heta ku em van sûcên li dijî mirovahiyê li ber xwe bidin, em ê têbikoşin. Rastî wê di nava tarîtiyê de nemînin. Hesretên wî wê bi me re bijîn."
'WÊ DI TÊKOŞÎNA ME DE BIJÎN'
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu kuştinên kiryar nediyar ên salên bihurî bibîr xist û wiha axivî: "Hê goreke wan jî nîne. Yek ji wan kesên ku hatin kuştin Muhsîn Melîk û hevalê wî Mehmet Ayyildiz bûn. Parêzvanekî bêwestan ê aştî û demokrasiyê bû. Parêzvanê mafên mirovan bû. Ji aliyê hêzên tarî ve hat qetilkirin. Sîstemê mafên Kurdan nas nedikir. 31 sal derbas bûn û têkoşîna wî berdewam dike. Kujer nehatine dîtin. Piştî Mûhsîn Melîk gelek rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan hatin kuştin. Divê hesab ji kujeran bê pirsîn. Weke hevrêyên Mûhsîn Melîk em ê hesab ji kujeran bixwazin. Îro bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek ê destpê kir. Aştî û civakeke demokratîk tê nîqaşkirin. Em soz didin Muhsîn Melîk ku em ê dev ji vê têkoşînê bernedin. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin."
Bîranîn piştî girseyê kulîlk danîn gora Mehmet Ayyildiz û Muhsîn Melîk bi dawî bû.