ÎDIR - Endama MYK'ê ya DBP'ê Aşye Çelîkbîlek diyar kir ku divê destûra bingehîn a nû bibe 'peymana ku vîn û rengê jinê nîşan dide'.
Endama Komîteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Ayşe Çelîkbîlek nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû nirxand. Ayşe Çelîkbîlek da zanîn ku destûra bingehîn a nû ji bo demokratîkbûyînê girîng e û got, "Destûra bingehîn a heyî, destûra bingehîn a darbeyê ye. Destûreke ku ji jor heta civakê tê ferzkirin e. Ji bo vê jî ji mekanîzmayeke ku dikare civakê biparêze dûr e."
'DESTÛRA BINGEHÎN A PIRZIMANÎ Û ÇANDÎ'
Ayşe Çelîkbîlek anî ziman ku gelek pirsgirêkên jin pê re rû bi rû ne ji destûra bingehîn a heyî ye û wiha got: "Jin xwe di destûra bingehîn a heyî de nabînin. Ji ber ku ev destûra bingehîn ji bo jin, ciwan û civaka giştî qanûnên parastinê nahundirîne. Ji ber vê yekê pêwîstî bi destûreke bingehîn a nû heye. Destûra bingehîn a bê çêkirin, pêwîste pirzimanî, pirçandî be û hemû beşên civakê di nava xwe de vehewîne. Destûreke ku hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn ji destpêkê Kurdan û hemû gelan eleqedar dike, pêwîste were avakirin."
Ayşe Çelîkbîlek diyar kir ku divê destûra bingehîn bibe peymaneke berfireh ku tevahiya civakê di nava xwe de vedihewîne û wiha axivî: "Bêyî rizgariya jinê civak nikare azad bibe. Ji ber ku em îro qala rizgariya civakî dikin, divê guhertin û veguherînên pêwîst bên kirin. Divê ev guhertin û veguherîn li ser bingeha têgîna jinê be. Di serî de zemînên hiqûqî yên mîna Peymana Stenbolê ku destketiyên jinan jê nayê stendin, divê werin avakirin. Ji bo vê yekê pêwîste Peymana Stenbolê li gorî daxwazên jinan bê nûkirin û ji nû ve were danîn."
Ayşe Çelikbilek herî dawî ev tişt anî ziman: "Divê hawireke ku bendewariyên civakê tê de cih bigirin û mirov bikare xwe bi rehetî îfade bike hebe. Bi vê peymanê re divê şert û mercên jiyanê yên jinan bên avakirin. Divê bibe peymaneke ku hişmendiya zayendî û têkoşînê ewle dike, vîn û cewhera jinê nîşan dide û polîtîkayên şîdetê yên li hemberî jinê ji holê radike."