Ji ber zextên psîkolojîk ên şaredariyê civaknas nexweş ket

  • rojane
  • 10:27 6 Hezîran 2025
  • |
img

ÊLIH -  Xebatkara Şaredariya Êlihê Rojîn Akat a ku ji ber zexta pîsolojîk ku ji aliyê Gerînendeya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Êlihê ya qeyûm hatibû tayînkirin, bi nexweşiya hêrsê ketiye, giliyê şaredariyê kir. Hevseroka Şaxa Genel-Îş a Êlihê Narîn Erol da zanîn ku pêkanînên bi heman rengî di hemû yekîneyan de hene.

Derket holê ku ji 4 'ê Mijdara 2024'an piştî tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Êlihê û vir ve xebatkar rastî zexta psîkolojîk hatine. Yek ji cihên sereke ku zexta psîkolojîk bi awayekî tund lê tê kirin Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ye. Hat diyarkirin ku civaknas Rojîn Akat a ku di midûriyetê de dixebite di 23'ê Gulanê de li avahiya şaredariyê ji ber zexta psîklojîk bi nexweşiya hêrsê ketiye. Rojîn Akat di heman rojê de çû 'Qereqola Polîsan a Bayindir Şehit Hasan Gul' û der barê Midûra Xizmetên Jin û Malbatê Esen Tunç de bi hinceta 'peywira xwe îstîsmar kiriye' giliyê sûc kir.
 
LI DERVEYÎ KARÊ XWE XEBITΠ
 
Rojîn Akat di gilînameya xwe de zordestiya ku jiyaye vegot. Di gilînameya wê de cih dan van gotinan: "Ji me re dibêjin, 'hûn bêkalîte ne, hûn çawa hatine xebitandin, hûn bi kêrî tiştekî nayên, eger min bixwesta, min dikarîbû niha te ji kar derxim'. Tevî ku civaknas im, ez jî ji bo servîsa çay û qehweyê hatim peywirdarkirin. Ji bilî vê, karên wê yên şexsî jî bi min dan kirin. Ji derveyî saetên kar bang li me dikir û dipirsî, 'li saziyê çi diqewime, min agahdar bikin' û dixwaze em fesadiya hempîşeyên xwe  bikin. Tevî ku wê destûr da jî, xwest der barê min de raporekê bide. Dema ku min îtiraz kir, wê ji min re got 'bêedeb'. Pişt re dîsa û car din zextên li hemberî min dewam kir. Min qrîza hêrsê derbas kir. Hevalên min ên li şaredariyê gazî ambulansê kirin. Piştî ku ji odeyê derketim min xwe di ambulansê de dît. Ji ber 'peywira xwe îstîsmar  kiriye' min giliyê Esen Tûnç kir."
 
ZEXTA PSÎKOLOJÎK
 
Hevseroka Şaxa Genel-Îş a Êlihê Narîn Erol bertek nîşanî zexta psîkolojîk da û wiha got: "Midûr, çavdêr û kesên di pozîsyonên rêveberiyê de rêbazên li dijî qanûna kar bi awayekî keyfî ferz dikin, hempîşeyên me yên li dijî wan derdikevin bi sirgûn û dûrxistinê tehdît dikin. Hempîşeyên me yên neçar in li pêşberî van gefên giran bêdeng bimînin, radigihînin ku ji aliyê psîkolojîk ve bandor li wan tê kirin. Piştî ku zordestî ji rayedaran re hat ragihandin, yek ji hevalên me yên rastî zexta psîkolojîk a Midûrê Polîtîkayên Jinê û Malbatê hat, hemû hevalên me yên jin bi heman şêweyî gilî kirin."
 
BI TAYBETÎ JIN HEDEF TÊN GIRTIN 
 
Narîn Erol anî ziman ku li gelek beşên şaredariyê jî heman pirsgirêk tên jiyîn û wiha dewam kir: "Di hemû beşên şaredariyê de rewş bi heman rengî ye. Bi taybetî ev yek li xebatkarên jin tên kirin. Dema pêkanînên li derveyî hiqûqê tînin ber çavên wan, bi helwesteke qure û dev ji kar berdidin û dibêjin, 'biçin dozê vekin'. Hevaleka jin a ku wek ajokarê otobusê dixebite, li ser rêya ku bi şev wek qada çolê tê binavkirin hat wezîfedarkirin. Carinan xeteke ku tenê rêwiyekî wê heye. Tevî ku 4 hevalên me gotin, 'em dikarin di vê rêyê de bixebitin' ev daxwaza wan hat redkirin. Ji neçarî îstifayê tên hiştin. Dîsa hevalên me yên li Park, Baxçe û Karên Civakî dixebitin û her wiha di Halk Ekmek de dixebitin nekarin pêdiviyên xwe yên bingehîn ên mirovî pêk bînin. Cihê wan tune ye ku avê vexwin an jî biçin serşokê. Ji bo pêdiviyên xwe bi cih bînin li deriyên gelê herêmê dixin. Ji ber ku vê dikin, hevalên ku hatine ragihandin û ji kar hatine avêtin."
 
MA / Fethî Balaman 

Sernavên din

12/06/2025
13:47 ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:38 Rojnameger Rahîme Karvar tehliye bû
13:25 Baroya Amedê: Hejmara zarokên karker ên qeydkirî derket nêzî milyonek û nîvê
12:08 Li Hindistanê balafira rêwiyan ket
12:02 Ferîdun Yazar li ser gora xwe hate bibîranîn
11:25 TAJÊ ji bo 19 jinên Êzidî ku hatibûn şewitandin name ji NY’ê re şand
10:37 DEM Partî: Peywira herî lezgîn avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye
10:33 Fransa: Me di navbera Tirk û Kurdan de navbeynkarî kir
10:10 Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a Girzerikê desteser kirin
10:01 Ûkrayna û Rûsyayê cenazeyên leşkeran pevguhertin
09:29 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir
09:03 Bavê Dîlan Abay a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû: Ji bo aştiyê jidilbûn divê
09:02 Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
09:01 Lousie Regan: Di rewşeke Ocalan di hefsê de zehmet e pêvajo pêş bikeve
09:01 Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî
09:00 Xwezayeke bêhempa: Karer
09:00 Li gundan piştgiriya ‘bişert’ a bi pêvajoyê re
09:00 Jiyana girtiyê nexweş Îlyas Arat di talûkeyê de ye
09:00 Bavê Rozerîn a li Sûrê hatibû qetilkirin: Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN
11/06/2025
16:47 Di balafira Pegasûs a ku diçû Amedê de nêzikatiya nijadperestî: Bi Tirkî biaxivin
16:34 DEM Partî amadekariya çûyîna Îmraliyê dike: Dibe ku partiyên cuda jî biçin hevdîtinê
15:21 Di lêgerîna petrolê ya li Gabarê de karkerek bi giranî birîndar bû
14:46 Rapora PRIO’yê hişyar dike: Şer giran dibin, dinya parçe dibe
14:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin: Girtiyê nexweş tavilê berdin
14:25 Îsraîlê Filistîniyên li benda alîkariyê qetil kir
13:44 Li Şirnexê kesek li ser giliyê ‘tecawizî zarokan kiriye’ hate binçavkirin
13:05 ÎSÎG: Di Gulanê de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' civiya
12:17 Ji bo meşa li dijî tiryakê banga tevlibûnê: Em bi hev re biguherînin
12:08 Xizmê girtî: Ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin
11:46 Li 3 şaredariyan hilbijartin hat kirin: GOP kete destê AKP’ê
11:32 Zeynel Kete: Sosyolojiya Elewiyan û modela ‘civaka demokratîk’ pir dişibin hev
10:52 Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
10:46 Li Los Angelesê qedexeya derketina derve hate ragihandin
10:41 Li Kolombiyayê êrişên hemwext: 7 kes mirin, 50 kes birîndar bûn
10:30 Çiyayên Pasûrê bi rengên çîçekan xemilîn
10:25 Karkerên ku di bin tavê de 12 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
10:02 Gundekî di bin dorpêça leşkerî de: Li Wergenimayê bêhn girtin jî qedexe ye
09:56 7'emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
09:41 Yazmaci: Ji bo berdana girtiyên nexweş pêdivî bi qanûnê nîne
09:24 Bi Mîhrîcana Boreka Kurd ve banga xwedîlêderketina çandê
09:06 Serlêdanên ji bo 7’emîn Pêşbirka Nivîsandina Lîstikên Kurdî dest pê kirin
09:04 Xelkê Amedê: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Ocalan azad be
09:04 Li gundê Ewrekê bihara dereng: Bi xweşikiya xwe mirovan mest dike
09:01 Meclis li dijî talana li Şirnexê bêdeng e: Nahêle bê lêkolînkirin
09:00 Perîşan Ozlu ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir: Em bi Ocalan re ne
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2025'AN
10/06/2025
16:45 AYM’ê ji bo desteserkirina nameyên girtiyan biryara binpêkirinê da
16:14 Di doza mirina bi guman a Elîf Kaymazê de kesek hate girtin
16:06 ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaranê ji Parlamentoya Ewropayê re name şand
15:53 Qeyûmê Wanê 30 neguhêzbar da ber firotinê
15:47 Li Wanê di qezaya trafîkê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da
15:08 Li Dêrsimê ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
14:16 Ferdî Zeyrek hate definkirin
13:57 Li Kutahyayê bi pileya 4,5’ê erdhej çêbû
13:56 Dadgerek li Mêrdînê bi birîndarî hate dîtin
12:58 Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
12:57 Ji kesên di keştiya Madleenê de 4 jê hatin dersînorkirin
12:56 Îsraîlê êrişî Yemen û Lubnanê kir
12:29 Îran dê li dijî DYA’yê teklîfekê pêşkeş bike
11:35 Zarokê ku li Xarpêtê kete golê xeniqî
11:15 Tehliyeya Şahîn ê 30 sal in girtî ye hate astengkirin
11:03 Rewşa namzetê serokkomariyê yê Kolombiyayê Turbay giran e
10:52 Partiya BastA! ya Swîsreyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji wezîr Tunç re name şand
10:49 Li Kûlû û Cîhanbeyliyê berhemdariya dexl û dan ji sedî 80 kêm bû
10:27 Trump li dijî çalakvanan 2 hezar leşker erkdar kir
09:55 Şaredariya Mûşê ji bo jinan 3 projeyên nû pêş dixe
09:09 Îsraîl aktîvîstên di keştiya ‘Madleen’ê de dersînor dike
09:08 Welatiyên ji bo geştê çûn Zozanên Alandeştê: Bila qedexe bên rakirin
09:07 Xelkê Enqereyê: Ji bo aştiya civakî divê Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
09:06 ‘Fikrên Ocalan ji bo biryarên Kongreya NADA'yê bûn îlham’
09:04 ‘AKP polîtîkayên xwe yên malbatê li gorî pêdiviyên kapîtalîzmê amade dike’
09:02 Di şer de ji malbata xwe 4 kes winda kir: Tenê bi axaftinê aştî nabe
09:01 Lîsa Çalan: Di civakîkirina pêvajoyê de roleke mezin dikeve ser milê hunerê
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2025'AN
09/06/2025
16:39 Li Sêrtê kesek di êrişa çekdarî de hate kuştin
16:04 Li Xozatê li dijî madenan meş hat lidarxistin
15:44 Çelîk ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:19 Midaxileya Îsraîlê ya li dijî Madleenê sûcê li dijî mirovahiyê ye’
13:33 Di qezaya trafîkê ya li Îzmîrê de 5 kes mirin
12:42 Fîlozof Lowy: Fikrên Ocalan ên têkildarî dîrok û civakê pir xurt in
11:49 Der barê şewata li Amedê de geşedaneke nû
11:21 Ji Iraqê piştgiriya bo kampanyaya ‘Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’
10:48 Ocalan pênûs diyarî zarokan kir: Em jiyana nû ava dikin
10:32 Gel dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
10:02 'Behsa aştiyê dikin lê em hêj jî nikarin biçin gundên xwe'
09:54 Xwebûn bi manşeta ‘Perspektîfa serkeftinê’ derket
09:22 Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan: Bila MESEM bên girtin
09:00 Parêzer Rihan Gok: 10'emîn Pakêta Darazê hewcedariyan bi cih nayne
09:00 Endamê SYKP Tûrgan: Pêwîstiya rêxistinên çep bi nûbûnê heye
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:55 Ji Îmraliyê bo Akademiya Jineolojiyê name: Projeya min a nîvco maye, bi Jineolojiyê re meşiya
08/06/2025
17:29 Îsraîl ji bo keştiya alîkarî dibir Xazeyê kete nava tevgerê
16:54 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiya civakî em ê derî bi derî bigerin
16:07 Bakirhan li Qersê cejna welatiyan pîroz kir
15:45 Ji Ocalan peyama cejnê: Ez Cejna Qurbanê bêyî qurban li gelê me pîroz dikim
15:26 Dayikên Aştiyê: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
14:45 Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekemîn bi zarokan re hevdîtin pêk anî
14:41 Bîlançoya qezayên di 3 rojên cejnê de:26 mirî, 3 hezar û 590 birîndar