NAVENDA NÛÇEYAN - Tê payîn ku têkildarî bernameya nukleerê ya Tehranê vê hefteyê di navbera Îran û DYA’yê de hevdîtineke nû bê kirin. Îranê, ji bo teklîfa DYA’yê got “nayê qebûlkirin” û ragihand ku dê li dijî wê teklîfeke nû pêşkeş bike.
Tê payîn ku têkildarî bernameya nukleerê ya Tehranê vê hefteyê di navbera Îran û DYA’yê de hevdîtineke nû bê kirin. Hat ragihandin ku hevdîtin dê yan li paytexta Ummanê Maskatê yan jî paytexta Norweçê Osloyê bê kirin. Her du aliyan jî têkildarî dîrok û cihê hevdîtinê tu daxuyaniyên hevpar nedan.
Serokê DYA’yê Donald Trump jî diyar kiribû ku hevdîtin wê roja pêncşemê were kirin. Di navbera aliyan de cudahiya dem bal dikêşe û nakokî jî didome.
JI ÎRANÊ PÊŞNIYAREKE NÛ
Îranê ragihand ku pêşniyara DYA’yê ya ji bo peymana nukleer “zêde zelal nîne” û diyar kir ku di nava demek kurt de ew ê pêşniyara xwe ya alternatîf bi xwe pêşkêş bike. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bakeyî anî ziman ku pêşniyara Îranê “maqul, bi mantiq û hevseng e” û bang li DYA’yê kir ku vê firsendê binirxîne.
Astengiya esas a hevdîtinan, xebatên Îranê yên ji bo dewlemenkirina uranyumê ye. DYA dixwaze ev xebat bi temamî bên rawestandin, Îran jî dibêje ku ev yek ji muzakereyan re girtî û ne li gorî Peymana Astengkirina Belavkirina Çekên Nukleer (NPT) e. Îranê got ku naveroka pêşniyara aliyê DYA’yê “zelal nîne” lêbelê Serokê Meclisa Îranê Galibaf got, pêşniyar rakirina pêkanînan nagire nava xwe û “jidilbûnê dûr e.”
HEVDÎTINA TRUMP Û NETANYAHU
Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku şeva duşemê ji Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re gotiye ku di çarçoveya hevdîtinên têkildarî bernameya nukleer a Îranê de Washington “pêşniyareke maqul” li Tehranê kir.
Di daxuyaniya ji aliyê buroya Netanyahu ve hatî dayîn de hate gotin ku “Serokwezîr îşev bi Trump re hevdîtin kir” û hate diyarkirin ku Trump gotiye “DYA’yê pêşniyareke maqul gihand Îranê û di rojên pêşiya me de li benda bersivekê ne.”
HIŞYARIYÊN BERAMBER
Her wiha vê hefteyê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) wê xebatên nukleer ên Îranê lêkolîn bike. Îranê gef xwar ku ger biryareke li dijî wê derbikeve, ew ê hevkariya xwe ya bi ajansê re kêm bikin.
Tê payîn ku welatên Ewropayê û DYA di UAEA’yê de pêşnûmeyeke ne li gorî Îranê pêşkêş bikin. Dibe ku bi vê biryarê re dosyaya Îranê sewqî NY’ê were kirin û pêkanînên nû bikevin rojevê.
Serokê UAEA’yê Rafael Grossi ev hişyarî da: “Heta ku Îran bersiveke zelal nede hemû pirsan, em nikarin bawer bikin ku bername aştiyane ye.”
Peymana nukleerê ya Îranê ya di sala 2015’an de hate îmzekirin, di sala 2018’an de piştî ku DYA’yê xwe yekalî jê vekişand di rêjeyeke mezin de têk çûbû. Alî ji wê demê ve hewl didin bigihijin mutabeqeteke nû. Lê belê pirsgirêka baweriyê û israra di şert û mercên beramberî hev de, pêvajoyê hîn jî asteng dike.