ŞIRNEX - Li gundê Ewrekê yê Elkê demsala Biharê hêj nû dest pê dike. Gund, bi hewayê hênik, bi avên xwe yên zelal û bi xwezaya xwe geştiyaran mest dike.
Gundê Ewrekê nêzî 30 km’an dûrî navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Gund, niha rojên xwe yên herî xweşik ên demsala Biharê dijî. Navê gund ê berê Geliyê Mamxuran bû lê di qeydên salên 1928 heta 1977’an de weke Everek derbas dibe. Peyva Everekê jî koka xwe ji peyva “Averag”ê ya Ermenkî digire ku tê wateya “Rûbarê jêr”. Di demên berê de şêniyên vî gundî, welatiyên Suryan bûn. Ewrekê her çend gundekî Colemêrgê be jî, di sala 1990’an de girêdayî navçeya Elkê hate kirin. Di sala 1993’yan de bi îdiaya “ewlehiyê” hate valakirin û di sala 2006’an de dîsa hat hiştin ku xelkê wê lê vegere.
BI BILINDAHIYA XWE YA 3 HEZAR METREYAN ZIVISTANÊ DIJÎ
Li gelek herêmên Kurdistanê û Tirkiyeyê germahî her ku diçe zêde dibe lê li gundê Ewrekê hêj çîçek nû nû vedibin. Dora gundê Ewrekê bi çiyayên Mehetê, Çala Mêşa û Mîr Merqosê dorpêçkirî ye û berfa li ser van çiyayan hêj nû dihele. Bi hewayê xwe yê hênik, bi kanî û xwezaya xwe kesên tên serdanê mest dike. Li gund çîçekên reng bi reng vebûne û mîna parçeyek ji bihûştê xuya dike. Li gund nêzî 100 mal hene.
MENZEREYA WÊ GEL MEST DIKE
Di demsala zivistanê de li gund nêzî 5 metreyên berfê dibarin. Ji ber hewayê wê yê sar û girtina rêyan, şêniyên wê di demsala zivistanê de derbasî navçeyên Silopiya û Cizîrê dibin. Li gund ne dibistan ne jî binkeya tenduristiyê heye. Her çend şêniyên gund daxwaz bikin jî hêj tu bersiv jê re nehatine dayin. Hat diyarkirin ku ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê, du jinên ducanî jiyana xwe ji dest dane. Di demsalên havînê de jî bi hewayê xwe yê hênik, bi avên xwe yên zelal û bi menzereya xwe ya xweşik ziyaretvanan mest dike.
MA / Zeynep Durgut