AMED - Welatiyên Amedê xwedî li banga dîrokî ya Abdullah Ocalan derketin û gotin: “Ji bo pêşketina pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad be û Meclis gavan biavêje.”
Pêvajoya piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî, berdewam e. PKK’ê, piştî bangê di navbera 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara bidawîkirina xebatan da. Îktîdara ku ji 1’ê Cotmehê heta niha qala çareseriya pirsgirêka Kurd dike, heta niha jî tu gav neavêtiye.
Me jî pêvajoya heyî ji xelkê Amedê pirsî. Welatiyan, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” û gotin ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û di destûra bingehîn de sererastkirin çêbibin.
'HEWCEYE MECLIS GAVAN BIAVÊJE’
Ciwanê 19 salî Omer Aslan anî ziman ku ji bo aştî çêbibe hewceye daxwazên gelê Kurd bên qebûlkirin û got: “Divê hinek tişt qanûnî bibin. Bêyî sererastkirinên yasayî tiştek nayê qebûlkirin. Di nava van qanûnan de divê perwerdeya zimanê dayikê, tabelayên bi kurdî, bikaranîna Kurdî ya di her qadên jiyanê de û bidawîkirina nêzikatiyên nîjadperest hebin. Her wiha, ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan were Meclisê û tev li siyasetê bibe. Lê bêyî azadiya wî nabe ku tu aştî bên kirin. Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd di hefsê de ye û dema ew girtî be ma dê aştiyeke çawa bibe? Ji bo vê jî divê Ew (Abdullah Ocalan) azad be. Hewceye her du alî jî gavan biavêjin. Gava ewil hate avêtin û divê ew (dewlet) jî gavan biavêjin. Gelê Kurd tu caran daxwaza şer nekiriye û her tim daxwaza edalet û mafên xwe kir. Divê Meclis jî di çarçoveya pêvajoyê de gavan biavêje.”
‘JI EWIL BILA ZIMANÊ ME NAS BIKIN’
Perîze Akinci jî diyar kir ku ew daxwaza aştiyeke ku bikarin bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxivin û mafên wan tên dayin dikin. Perîze Akinci, got: “Em dixwazin zarokên me li dibistanan bi Kurdî bên perwerdekirin. Heke wekhevî çê bibe dê kesek şer naxwaze. Divê Kurd di destûra bingehîn de bên naskirin û mafên wan bên dayin. Wê demê em jî dê piştgiriyê bidin aştiyê. Lê baweriya me bi dewletê nayê, bi ya min me dixapîne. Jidil nînin. Ji bo em ji dewletê bawer bikin, ji ewil divê zimanê me nas bikin, mafên Kurdan bên dayin. Wê demê dê tiştên xweş bibin.”
‘BÊYÎ OCALAN AŞTÎ NABE’
Sadullah Îsmaîl jî daxwaza xwe ya ji bo aştiyê anî ziman û bertek nîşanî neavêtina gavan da. Îsmaîl, got: “Gelê Kurd gavên pêwîst avêt. Divê hemû Kurd bibin yek. Em şer naxwaz in, em aştî û zimanê xwe dixwazin. Lê bêyî Ocalan aştî nayê. Îşala ew jî azad bibe.”
Velî Derîntaş jî daxuyand ku ew aştiyê dixwazin û divê dayik êdî hêsiran nebarînin. Derîntaş, got: “Bila li Rojhilata Navîn ev xwîn êdî bisekine. Gel aştiyê dixwaze. Hewceye Serokkomar Erdogan û Devlet Bahçelî jî li gorî vê gavan biavêjin. Divê girtiyên siyasî bên berdan û di destûra bingehîn de guhertin bên kirin. Abdullah Ocalan divê bikare bi şandeya DEM Partiyê re hevdîtinan bike û pêvajoyê bimeşîne. Bila kesek nemire.”
DAXWAZA AZADIYA ZIMANÊ DAYIKÊ
Cûma Polat jî got divê aştî û xwişk-biratî hebe û ev tişt anî ziman: “Em Kurd daxwaza mafên xwe dikin. Bila heqê me bidin me.”
Kader Ulgen jî bi lêv kir ku divê êdî hêsir nebarin û got: “Hewceye li welat pirzimanî hebe û her kes bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxive.”
MA / Heval Onkol