STENBOL - Piştî girtina şaredarên Avcilar, Buyukçekmece û Gazîosmanpaşayê, hilbijartinên serokwekîlan tên kirin. Di hilbijartina Gazîosmanpaşayê de namzetê AKP’ê bi ser ket.
Piştî girtina Şaredarê Avcilarê Utku Caner Çaykara, Şaredarê Buyukçekmeceyê Hasan Akgun û Şaredarê Gazîosmanpaşayê Hakan Bahçetepe ku CHP’î ne, li şaredariyê hilbijartina serokwekîlan tê lidarxistin.
Hilbijartina li Şaredariya Gazîosmanpaşayê saet di 10.00’ê de dest pê kir. Dengdayîn bi dawî bû. Namzetê CHP’ê Cîgirê Şaredar Mûat Topaloglû bû û yê AKP’ê jî endamê Meclisa Şaredariyê Eray Karadenîz bû.
Li Şaredariya Gazîosmanpaşayê 18 endamên AKP’ê, 17 ên CHP’ê û 3 endamên MHP’ê hene.
Endamê AKP’ê Karadenîz bi 21 dengan weke serokwekîl hate hilbijartin.
LI AVCILAR Û BUYUKÇEKMECEYÊ PIRANIYA ENDAMAN CHP’Î NE
Li bendê ye ku CHP ji bo Serokwekîltiya Şaredariya Buyukçekmeceyê Ahmet Şahîn û AKP jî Mûstafa Yazici weke namzet nîşan bide.
Li Meclisa Şaredariya Avcilarê 24 endamên CHP’î, 10 ên AKP’î, 2 yên MHP’î û yekê BBP’î; li Meclisa Şaredariya Buyukçekmeceyê jî 23 endamên CHP’î, 12 ên AKP’î û 2 yên MHP’î hene.