NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ÎSÎG’ê, di meha Gulanê de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî aneyên Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), di meha Gulanê de herî kêm 177 karkeran li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan. Li gorî raporê; di pênc mehên ewil ên salê de bi giştî 796 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Herî zêde jî karkerên di karên înşaet, çandinî û sektorên xizmetê de jiyana xwe ji dest dane.
ÎSÎG’ê da zanîn ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dane 6 jê zarok û 7 jî penaber in. Bi domdarî hate destnîşankirin ku ji sedî 95’ê karkerên jiyana xwe ji dest dane sendîkaya wan tune ye. Bajarên herî zêde karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane weke Stenbol, Aydin, Mûgla û Sakarya hatin aşkerakirin.