AMED - Dêrûnnas Dûygû Berekatoglû, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal nêzîkatiya nîjadberest a xebatkareke şîrketa Pegasûsê ku balafira wê ji Stenbolê diçû bo Amedê, li dijî welatiyên ku bi Tirki nizanin teşhîr kir.
Di 10’ê Hezîranê de berî rêketina balafira Pegasûs a Stenbol-Amedê, xebatkarek bi rêwiyan re nîqaş kir. Şahida bûyerê dêrûnnas a Amedî Dûygû Berekatoglû, têkildarê bûyerê li ser hesabê xwe yê medya civakî parvekirinek kir û wiha berteka xwe rave kir: “Ger li gorî rêwîtiyê sînordariyek li ser bar hebe ez ê fam bikim, lê ez nîjadprestiya xebatkarên şîrketa balafirê, ferzkirina ziman û bênezaketiyê wan fam nakim.”
‘RÊWÎ JI OTOBUSÊ HATIN DAXISTIN’
Dûygû Berekatoglû wiha bûyer vegot: “Îro di sefera Pegasûs Stenbol-Amedê de komek rêwiyên pîr ku ji otobusê hatin veguhestin bo balafirê Tirkî nizanîbûn. Bêyî valêzên wan çend poşêt di destên wan de bûn. Ev li gorî rêgezên rêwitiyê ne zêde ye. Xebatkarê şîrketê heqaret li rêwiyên pîr kir û wan ji otobusê daxist.”
‘MECBÛR IN KU TIRKÎ ZANIBIN’
“Min got ‘Ev kesana bi Tirkî nizanin, pîr in bêyî biqîrî ji wan re bibêje’ xebatkar li min vegeriya û got ‘ev der Tirkiye ye Tirkî zimanê hevpar e mecbûr in ku bi Tirkî zanibin.’ Min jî jê re got ‘Ger em Îngîlîz bin dê ferzkirineke te ya wiha çêbibe? Ewqas rêwiyên Kurd hene dibe ku ji te famnekin divê wergêrê Kurdî hebin.”
DAXWAZA WERGÊR
Dûygû Berekatoglû di dawiya parvekirina xwe de ev tişt got: “Bi ya min divê hûn ji bo xebatkarên xwe perwerdehiya mafên mirovî û dê çawa nêzîkî rêwiyan bibin bidin. Ji bo rêwitiya herêmên Kurd divê hûn wergêr bidin xebitandin”