AMED - Mûstafa Çukur ku keça wî Rozerîn Çukur li Sûrê hatibû qetilkirin, diyar kir ku divê her kes xwedî li pêvajoya bi pêşengtiya Abdullah Ocalan derkeve û got: “Min zaroka xwe winda kir lê êdî bes e û bila kesek zarokên xwe winda nekin.”
Piştevaniya ji bo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de ragihand, her ku diçe zêdetir dibe. Herî zêde jî malbatên di pêvajoya şer de zarokên xwe winda kirin piştgirî dan. Malbat, dixwazin ku dewlet gavan biavêje. Yek ji van malbatan jî malbata Rozerîn Çukurê ye.
Rozerîn Çukur (17), di 8’ê Çileya 2016’an di dema qedexeya derketina kolanan a li navçeya Sûrê ya Amedê de ji hêla segvanan ve hate qetilkirin. Malbata Rozerînê, ji bo cenazeyê keça xwe wergire bi rojan nobet girt. Lêbelê 5 meh piştre di 8’ê Hezîrana 2016’an de cenazeyê wê hate dayin. Malbata Rozerînê li hêlekê êşa zarok dikişîne û li hêla din jî ji bo edaletê têdikoş e.
DEWLETÊ ÇI KIR?
Bavê Rozerîn Çukurê, Mûstafa Çukur diyar kir ku ew pêvajoya piştî banga Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin watedar dibînin û got hewceye ev pêvajo weke amûra siyasetê neyê bikaranîn. Çukur, got: “Ji ber ku hêvî û bendewariyên mirovan hene. PKK’ê çek berda û xwe fesix kir. Lê dewletê heta niha çi kiriye? Gelek dosyayên kiryarnediyar hene, girtiyên nexweş hene. Li gorî qanûnên wan, divê doza Rozerînê 4 sal berê bihata temamkirin. Lê dikeve sala 10’an ku hêj encamek jê derneketiye. Demek piştre dê bi hinceta ‘demborînê’ dosyayê bigirin.”
‘JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ’
Bi domdarî Çukur anî ziman ku ji bo silametiya pêvajoyê divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe, mercên wî yên xebatê bên başkirin û wiha pê de çû: “Bêyî Abdullah Ocalan pêvajo pêş nakeve û pêbawer jî nabe. Kezeba min şewitî ye lê dîsa jî heke hizûr bibe dê êşa min hinek jî be sivik bibe. Ji bo em tirsa ku ev pêvajo jî bişibe pêvajoyên din nejîn, divê dewlet gavên pêbawer biavêje. Ji van gavan hin jê azadiya girtiyên siyasî, perwerdeya bi zimanê dayikê, aşkerakirina faîlên cînayetên kiryarnediyar û biencamkirina dosyayê didomin e.”
'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVE’
Di berdewama axaftina xwe de Çukur bangî hemû gelan kir û got: “Ev doz ne tenê doza gelê Kurd e. Çawa ku îro canê me diêşe, canê malbatên polîs û leşkeran jî diêşe. Ma em ê van êşan bi xwe re heta gorê bibin? Welhasil, mafê me nîne ku em heman êşê bi kesên piştî xwe re jî bidin jiyîn. Ez dibêjim ku, erê rast e min zaroka xwe winda kir lê êdî bes e, bila êdî kesek zarokên xwe winda nekin. Lê ev yek tenê bi min nabe. Windahiyên aliyê li dijî me jî çêbûn, divê ew jî xwedî li dozê derkevin û neyên xapa kesên din. Lewma bila her kes xwedî li pêvajoyê derkeve.”
MA/ Heval Onkol