NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Weqfa Rosa Luxemburgê Philip Degenhardt ku çûbû serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, got: “Ji hêla nêrîna çep ve modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e.”
Rêveberia Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi modela xistiye meriyetê re bala kesên dij-kapîtalîst, çepa ku ji bo reel sosyalîzmê li alternatîfekê digerin û kesên têkoşîna demokrasî, pirçandîtî û azadîxwaziya jinê dimeşînin dikişîne. Ji van derdoran gelek kes ji bo naskirina pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diçin serdanê. Serokê Departmana Navneteweyî ya Navendî ya Weqfa Rosa Luxemburgê û Cîgirê Midûrê Giştî Philip Degenhardt ku çû serdana Rêveberiya Xweser, got ku modela li vir ketiye meriyetê ji hêla nêrîna çep ve modela herî zêde hêviyê dide ye.
Degenhardt, diyar kir ku pergala Rêveberiya Xweser ava kirî ji temamiya pergalên li herêmê cudatir e û got: “Bi rastî jî civakeke demokratîk û berfireh e. Ji bo avakirina pergaleke ku zilam dengê jinan dibihîsin û dengê hemû komên etnîkî were bihîstin tişta ji dest hatî kirine û dikin. Di hevdîtinên siyasî yên li Rojava de cihên em lê civiyayîn û kesên me pê re hevdîtin kirî, nedişibiyan ên tu cihên din.”
Degenhardt, anî ziman ku heta ku jin, zilam û hemû komên etnîkî neyên daxilkirin mimkin nîne modeleke pêşverû û demokratîk were avakirin û got: “Li Rojhilata Navîn gelek mînakên cuda hene lê dema mirov li rewşa wir dinihêre, li cîranên welat dinihêre, ji hêla nêrîna çep ve modela herî zêde hêviyê dide dikarim bibêjim Rêveberiya Xweser e.”
'NASKIRINA ROJAVA GELEK GIRÎNG E’
Bi domdarî Degenhardt, bal kişand ser girîngiya naskirina Rêveberiya Xweser û got: “Biryareke piştî ketina rejîma Esad hatibû dayin, li Parlamentoya Ewropayê hatibû qebûlkirin. Di vê biryarê de naskirina Rojava hebû. Li gorî min ne tenê welatên Ewropayê, ne tenê Yekitiya Ewropayê (YE), divê hemû aktorên li cîhanê Rojava bi awayekî fermî nas bikin. Ev gelek girîng e. Dê girîng bûya ku Almanyayê li wir konsolosxaneyek vekira û pêwendiyên dîplomatîk bêhtir pêş bixista. Niha li wir tu konsolosxaneyên me nînin û partiya me, Partiya Çep a Alman di vê mijarê de zextê dike.”
'DIVÊ PÊVAJOYEKE AŞTIYÊ YA RASTEQÎN HEBE’
Di berdewama axaftina xwe de Degenhardt bal kişand ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û biryarên PKK’ê û ev nirxandin kir: “Me di hevdîtinan de dît ku banga Ocalan û biryara bidawîkirina xebatan a PKK’ê hêviyeke mezin daye. Hêviyek heye ku vê destpêka pêvajoya aştiyê dibînin. Lê li gorî min divê pêvajoyeke aştiyê ya rasteqîn be. Divê em jî vê bibînin. Hinek şîrovekar dibêjin ku heke di demekî nêz de pêvajoya aştiyê dest pê neke dê êrişên tund bên kirin. Erk û berpirsyartiya civaka navneteweyî ye ku piştgiriyê bidin vê pêvajoya aştiyê, bi Tirkiyeyê re biaxivin û pêvajoyê bi ser bixin.”
'DIVÊ OCALAN Û GIRTÎ BÊN BERDAN’
Degenhardt, anî ziman ku weke parçeyeke pêvajoyê divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bên berdan û axaftina xwe wiha qedand: “Niha kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ heye. Rêdayîna serdanan, axaftinên bi wî re û hwd. dikarin bibin gavên ewil ên erênî. Lê di demekî nêz an jî berfireh de hewceye Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Berdana van kesan divê bibe standardateke siyasî ya zelal ku parçeyeke pêvajoya aştiyê ye.”
MA / Hîvda Çelebî