NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Trump ragihand ku heke Îran bersivê bide ew ê Îsraîlê biparêzin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump têkildarî êrişa Îsraîlê li dijî Îranê daye destpêkirin ji FoxNews’ê re axivî. Trump, diyar kir ku beriya êrişê haya wan jê hebû û got: “Nabe ku Îran bibe xwedî bombeya nukleerî û em hêvîdarin vegere ser maseya muzakereyê. Em ê bibînin. Hin kesên dê nekarin vegerin rêveberiyê hene.”
Trump, got ku heke li dijî Îsraîlê bersiv were dayin ew ê Îsraîlê biparêzin.