PJAK: Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin, em birêxistinkirî ne

  • rojane
  • 13:43 17 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsyara Têkiliyên Karên Derve ya PJAK’ê Zegrus Enderyarî diyar kir ku ew ne aliyekê şerê Îran-Îsraîlê ne û got: “Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin. Em li her qadê amade ne, rêxistinkirî ne.” 

 
Berdevkê Têkiliyên Derve yê PJAK'ê Zegrus Enderyarî têkildarî şerê Îran û Îsraîlê ji ANF’ê re axivî. Enderyarî anî ziman ku piştî êrişên berfireh ên Îsraîlê yên li ser Îranê, Îranê jî bi êrişên fuzeyan bersiv da û got, ev pêvajo ji şerekî leşkerî wêdetir ji bo gelê Îranê tê wateya krîzeke kûr. Enderyarî, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Gelê Îranê ji xwe di bin ambargoyên aboriyê, zextên siyasî û şert û mercên giran ên jiyanê de dieciqe. Niha jî vî şerî barê lis er milê gel hîn zêde kir.”
 
Enderyarî ragihand ku rewşa li rojhilatê Kurdistanê bi heman rengî nebaş bûye û diyar kir ku dewleta Îranê di her dema krîzê de bi ser navxweyî ve diçe, bi taybetî jî êrişî derdorên şoreşger û pêşverû dike. Enderyarî, got: “Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî li Îranê enerjiyeke civakî ya mezin afirandibû. Piştevaniyeke mezin a civakî û berxwedan afirandibû. Dibe ku rejîm êrişên Îsraîlê bike hincet û êrişî vê piştevaniyê bike. Dibe ku zextên li ser girtiyên siyasî, kesayetên pêşengên civakê û şoreşgeran ji nû ve giran bike, darvekirinan zêde bike."
 
'EM Ê GELÊ XWE BI TENÊ Û BÊPARASTIN NEHÊLIN' 
 
Zegrus Enderyarî destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de divê gel bi rêxistin be, di nava piştevaniyê de be û wiha domand: “Li hemberî tepisandina gel ji aliyê rejîma Îranê ve, li her derê rêxistiniya civakî şert e. Em weke PJAK bi salan e bi vê têgihiştinê dixebitin û bi rêxistin in. Em ê gelê xwe bi tenê û bêparastin nehêlin. Li her qadê em amade ne, bi rêxistin in û xwedî wê kapasîteyê ne ku parastina xwe ya civakî bikin."
 
XWEST HÊZÊN ROJHILAT BI HEV RE TEVBIGERIN  
 
Enderyarî anî ziman ku tevliheviya li Rojhilata Navîn û şerê navbera Îran û Îsraîlê divê ji aliyê Kurdan ve bi baldarî bê nirxandin û bang li siyaseta Kurd bi taybetî jî hêzên Rojhilatî kir ku li hemberî vê yekê bi hev re tevbigerin. Enderyarî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî şoreşa Jin, Jiyan, Azadî di navbera hêzên Kurd de zemîneke yekitiyê ya şênber bi pêşengiya PJAK'ê ava bû. Ev yekitî û hevgirtin di asta jiyanê de girîng e ji bo gelê me. Di nava şer de ev piştevanî ji bo gelê me girîng e.”
 
'EM ALIYÊ ŞER NÎNIN'  
 
Enderyarî, destnîşan kir ku Kurdên li Rojhilat û parçeyên din ên Kurdistanê ti carî naxwaze bibe parçeyeke şerê li Rojhilata Navîn û axaftina xwe wiha qedand: “Em li Rojhilata Navîn il derveyî desthilatdariyê heyî û siyasetên şerkirinê, feraseta siyasî ya rêya sêyemîn diparêzin. Em modela rêveberiya xwecihî û bi hev re ya gelan diparêzin. Em di vî şerî de alî nînin, em naxwazin gelên xwe bikin parçeyekî vî şerî. Çareserî di avakirina jiyaneke demokratîk û bi hev re ya gelan de ye. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû civakên olî û entîkî yên li Îranê em jiyaneke hevpar a xweseriya demokratîk pêşniyar dikin. Rejîma Îranê bi afirandina nakokiyên navbera gelan dixwaze rêveberiya xwe dewam bike. Em siyaseteke welê dimeşînin ku van nakokiyan ji holê rake û piştevaniya gelan ji xwe re dike esas. Jiyaneke hevpar a bi sîstemeke gelparêz, li ser bingeha xwecihî û demokratîk pêkan e û em dixwazin vê yekê bi cih bînin.”
 

Sernavên din

13/07/2025
21:39 Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
21:26 Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû
16:17 Pervîn Buldan gotina Erdogan nirxand
16:17 Firat Nebîoglû hat berdan
15:28 Ji bo 3 girtiyan doza azadiyê kirin: Nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin
14:58 Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin
14:35 Ji KESK'ê daxwazên ji bo 'pêvajoyê'
14:25 Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn
13:58 33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin
12:34 Di ser Komkujiya Zîlanê de 95 sal derbas bûn
11:50 Erdogan: Em ê bi avakirina komîsyonê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin
11:40 Li Balikesîrê ji ber şewatê du tax hatin valakirin
11:15 Vaye dîmenên amadekariya merasîma dîrokî!
11:09 Merasîma dîrokî di manşeta ewil a rojnameyan de cih girt
11:06 Kesên şahidiya merasîma dîrokî kirin bihêvî ne: Berpirsiyarî li ser milê her kesî ye
11:03 Salîha Aydenîz: Şewata çekan destpêka têkoşîneke nû ye
10:38 Unsal: Ji bo siyaseta demokratik sererastkirinên qanûnî divê
10:00 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû
09:58 Nivîskar Karakûş: Ger reforma hiqûqî çêbibe dê pêvajo pêş ve biçe
09:40 Li Tetwanê konserteke bicoş li dar ket
09:08 Welatiyên Botanê li benda ‘sererastkirinên hiqûqî’ ne
09:00 ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin
17:02 Fîkret Ataş hate tehliyekirin: A girîng azadiya civakî ye
16:59 Ozgur Ozel: Divê pêvajo li Meclisê bi gavên lez û bibiryar bê birêvebirin
16:50 Kurtulmuş: Xebatên me yên têkildarî komîsyonê ber bi dawiyê ve ne
16:34 Li Amedê kelecana merasîma dîrokî: Em ji bo kesên çek danîne temînateke destûra bingehîn dixwazin
16:29 Navên kesên tev li merasîma şewitandina çekan bûn
16:00 Li Deşta Fîsê şahidiya kêliyên dîrokî
15:56 Şîna Harun Karay bi girseyî hate ziyaretkirin
15:55 Dayikên Aştiyê: Êdî tu hincetên dewletê nema, bila gav biavêje
15:41 Rojeva çapemeniya cîhanê merasîma dîrokî bû
15:26 Oral ê 30 salan girtî ma: Divê êdî dewlet gavên şênber biavêje
15:10 Nêçîrvan Barzanî: Ev gav dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike
15:05 ÇHD’ê têkildarî komkujiya Elewiyan serlêdana sûc kir
14:28 Merasîma dîrokî li ser ekranan temaşe kirin
14:11 Vaye dîmenên merasîma şewitandina çekan
13:32 Berdevkê AKP’ê Çelîk: Qonaxa krîtîk hate derbaskirin
13:24 Hûrgiliyên merasîma dîrokî: Pêdivî bi sererastkirinên dîrokî heye
13:01 Roja dîrokî: Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha kir
12:56 Bahçelî: Rêberê damezirîner ê PKK’ê soza xwe bicih anî
12:48 Besê Hozat di merasîma dîrokî de ye
12:41 Ji merasîma dîrokî dîmenên ewil
12:25 Şandeya merasîma dîrokî dişopand ji qadê derket
12:05 Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin
11:16 Cihê merasîma dîrokî diyar bû
11:06 Şandeya DBP, HDK û DEM Partiyê li qada merasîmê ye
10:49 Serşêwirmendê Serokkomar Yîgît Bulut mir
10:42 Gel li benda ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ e!
10:34 Welatiyan wesayîtên kana madenê ji bajarokê derxistin
10:06 Hevberdevkê Giştî yê YSP’ê Asena: Pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê dike
09:52 Delegasyona navneteweyî ber bi qada torenê ve bi rê ket
09:44 Pirtûka parastina doza Kobanê: ‘Jin Jiyan Azadî’ çap bû