RIHA - Rojnameger Hamo Haroution Moskofian têkildarî şerê Îran û Îsraîlê axivî û got: “Hêj ev meseleye zêde mezin nebûyî divê ji bo vê herêmê aştiyeke mayinde bikeve meriyetê. Netanyahu dixwaze hukmê li Rojhilata Navîn bike.”
Şerê Îsraîl-Îranê ji 13’ê Hezîranê heta niha didome. Dihat payin ku di 15’ê Hezîranê de li Umanê di navbera Îran û DYA’yê de li ser çekên nukleerî hevdîtin bên kirin lê piştî êrişên Îsraîlê, Îranê xwe vekişand. Tê payin ku şerê Îran û Îsraîlê bandorê li ser tevahiya Rojhilata Navîn bike.
Rojnameger Hamo Haroution Moskofian ku li Lubnanê rojnamegeriyê dike, têkildarî şerê Îsraîl û Îranê axivî.
XEZE, LUBNAN, SÛRIYE Û ÎRAN
Moskofian, diyar kir ku serkêşiya şer DYA dike û anî ziman ku êrişa li dijî Îranê piştî têkbirina rejîma Beşar Esad li Sûriyeyê, hedefgirtina Hamasê li Filistînê û hedefgirtina Hîzbullahê li Lubnanê pêk hatiye. Moskofian, got: “Piştî ketina rejîma Esad, me dît ku li Sûriyeyê Elewî, Kurd û Durzî hedef hatin girtin. Dema ev dibûn jî Îsraîlê hêdî hêdî dagirkeriya xwe ya li Rojhilata Navîn berfireh kir. Çekên nukeerê yên Îranê kirin hincet lê em dizanin ku mesele ne ev e. Ev, êrişeke li dijî rejîma Îranê ye. Ji bo tunekirina rejîma Ayettullah a 40 sal in didome ev êriş dan destpêkirin. Îran jî bersiva vê dide.”
‘NETENYAHU DIXWAZE HUKMÊ LI HEMÛ ROJHILATA NAVÎN BIKE’
Di berdewama axaftina xwe de Moskofian anî ziman ku Çîn ji sedî 80’ê petrolên Îranê îthal dike û ji bo rejîma nû nekeve dê tişta ji dest tê bike. Moskofian, wiha domand: “Îsraîlê hesab nekir ku dê rejîma Îranê piştgiriyê ji Rûsya, Çîn, Pakistan, Koreya Bakur û hwd. bigire. Van dewletan fêm kirin ku piştî ketina rejîma Îranê dê dor were wan. Ji ewil Rûsyayê fêm kir ku dibe bi welatên Asyaya Navîn re parçebûnekê bijî, Pakistanê dît ku dibe bibe hedefa êrişan û Çînê jî xetereya Uyguran dît. Ev, ji bo wan pirsgirêkên mezin in. Lewma neketina rejîma Îranê û pêşîlêgirtina Netanyahu ku dixwaze şerî li tevahiya herêmê belav bike, niha pir girîng e. Rejîma Netenyahu, dixwaze hukmê li tevahiya Rojhilata Navîn bike. Dibe ku ji ber rewşa Îranê, bandor li Azerbaycan û Ermenistanê jî bibe.”
‘AZADIYEKE ÇAWA?’
Moskofian, daxuyand ku ji ber van êrişan dibe ku dinya bi gefeke weke nukleerê rû bi rû bimîne û got: “Yek ji sedemên vê yên sereke jî karektera Îranê ye ku dixwaze hukmê bike. Destê rejîma Îranê di xwîna gelek komunist, sosyalîst û Kurdan de ye. Gelek kes dixwazin rejîma Ayettulah tavilê bi dawî bibe û êdî azad bibin. Qala azadiyekê tê kirin lê azadiyeke çawa? Gelo mîna tiştên dawî yên li Sûriyeyê? An azadiyeke mîna îro li kolanên Los Angelasê ya Amerîkayê tên jiyîn? An azadiyeke mîna Rûsya û Ûkraynayê ku bikarin hevdu bêyî sînorek hebe bombebaran bikin? Heta azadî û demokrasiyeke mîna ya li Tirkiyeyê (!)? Gelek kes êdî hînî van rejîman bûn. Lewma piraniya wan ji guhertina wan ditirsin. Ji ber ku Îran pir kevnar e û welatekî dewlemend e. Karê her kesî li wir heye. Lewma gumanên wan ji bo pêşerojê hene. Ji ber ku dema ev rejîm çû, dê kî were şûna wan, ev pirsekî mezin e.”
Moskofian, got ku îxtîmaleke mezin dê di şer de Kurd jî hedef bên girtin û axaftina xwe wiha qedand: “Îran, dixwaze hukmê li Herêma Federe ya Kurdistanê bike. Di rewşa heyî de her welat dikare êrişî welatekê din bike. Em dibînin ku tenê çek diaxivin. Li gorî min rewşa heyî ji bo Kurdan xetere ye. Îxtîmal heye ku Tirkiye, Sûriye û Îran Kurdan hedef bigirin. Weke ku em dizanin, aliyekî din ê êrişan jî ji ber xetên enerjiyê ye. Wekî tê zanîn, li Asyayê Korîdora Zengezorê heye ku tê xwestin di navbera Azerbaycan û Tirkiyeyê de were çêkirin. Tişta tê xwestin ew e ku ji Hindistanê rêyeke enerjiyê were vekirin. Lewma jî Pakistan û şirîkê wê Azerbaycan ne li ser vê rêgeha nû ne. Heke Rûsya şerê xwe yê bi Ûkraynayê re bi dawî bike, dê li vir xwedî roleke hilweşer be. Heke Rûsya û Çîn jî daxilî şerê heyî bibin, êdî dê her tişt ji rê derkeve. Divê aştiyeke ku tevahiya herêmê digire nav xwe pêk were.”
MA / Ceylan Şahînlî