NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Kamûran Berwarî diyar kir ku ji bo Îranê tekane rêya xelasiyê, felsefeya “Jin, jiyan, azadî” ye û got: “Heke Îran pêvajoyeke nû ya avakirinê nede destpêkirin, dê sedsala pêşiya me winda bike.”
Piştî êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê, rageşiya li Rojhilata Navîn her ku diçe zêdetir dibe. Her du alî jî li dijî hev êrişan pêk tînin û di êrişên heta niha de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.
Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk a Kurdistanê ya Zaxoyê Dr. Kamûran Berwarî têkildarî rageşiya li Rojhilata Navîn û şerê Îsraîl-Îranê nirxand. Berwarî, anî ziman ku divê tiştên di navbera her du dewletan de diqewimin weke “Pevçûna leşkerî ya di navbera du dewletan de” neyê nirxandin û got ku di piştperdeya êrişan de planên kûr hene.
Berwarî, diyar kir ku bi êrişên dawî re herêm ketiye nava dorpêçeke pevçûnan û wiha got: “Rageşiya di navbera Îran-Îsraîlê de ne tenê pevçûneke di navbera dewletan de ye, di heman demê de veguherî polîtîkayeke dorpêçkirinê ya berfireh ku gelan hedef digire. Ev rewş, ji hêla DYA û hêzên navendî yên rojavayî ve veguherandin polîtîkayeke şer a nû. Welatên bûne parçeyeke şer, mecbûr in pozîsyona xwe ya nû li gorî van pevçûnan pênase bikin.”
‘DÊ ENIYÊN NÛ BÊN VEKIRIN’
Di berdewama axaftina xwe de Berwarî destnîşan kir ku Kurdistan tam li navenda şer cih digire û wiha pê de çû: “Balafirên şer û fuzeyên her du aliyan jî li ser Kurdistanê tên û diçin. Li ser başûr û rojhilatê Kurdistanê xereyeke cidî heye. Îxtîmal heye ku şer belavî welatên cuda bibe. Ji ber ku inyeta Îsraîlê ew e ku Pakistan û Çînê jî bikişîne nava vî şerî. Ji bo lihevkirina Pakistan û Hindistanê çendek hewldan çêbûn. Lêbelê Pakistanê bersiveke pir tund da Hindistanê û gelek balafirên wê yên şer xist. Piştre jî DYA mudaxil bû û şer da sekinandin. Armanca dewletên kapîtalîst ew e ku tevahiya dewletên EReb; Pakistan, Hindistan û Efxanistanê, heta Çîn û Rûsyayê bikêşin nava vî şerî. Li gorî hevdîtinan dê şer berfireh bibe û dê eniyên nû bên vekirin.”
'ÎRAN BI HEVDÎTINÊN ÇEKÊN NUKLEERÎ MIJÛL BÛ’
Bi domdarî Berwarî daxuyand ku Îsraîlê demekî dirêj bû plana êrişên heyî dikir û ev nirxandin kir: “Ev plan, çendek sal berê hatibû amadekirin. Lêbelê tu amadekariyên Îranê ji bo van êrişan nebû. Bi qasî ku em dişopînin, îstîxbarata Îranê û teknîka wê ya leşkerî pir qels e. Îran, di nava zeafan de ye. Li nav Îranê dedorek û komek ji bo Îsraîlê dixebite. Lêbelê Îran heman tiştî nikare li Îsraîlê bike. Îran, ji bo van êrişan amade nebû ji ber ku beriya bi DYA’ê re rûnê, nedizanî dê Îsraîl êrişeke wiha bike. Îran, ji êrişên Îsraîlê zêdetir, bi hevdîtinên çekên nukleerî yên bi DYA’yê re mijûl bû. Lê Îsraîlê çekên xwe yên teknîka wan herî bilind bi kar anî û Îran ji hev belav kir.”
'HEKE ŞER BIDOME DÊ ÎSRAÎL NEKARE PÊŞIYA WÊ BIGIRE’
Berwarî, bal kişand ser helwesta hêzên navneteweyî û got: “Heke hêzên navneteweyî bibînin ku zirar digihije berjewendiyên wan, dê ji bo sekinandina şer bibin navbeynkar. Lê heke bibînin ku dê berjewendiyên xwe yên stratejîk bi vî şerî re biparêzin, dê nekevin nava tu hewldanan. Dema mijar bû berjewendî, dê DYA û Fransa qadên çekên nukleerî yên Îranê bombebaran bikin. Di êrişên 13 û 14’ê Hezîranê de hate dîtin ku Îran li dijî Îsraîlê pir zeîf e. Îran a ku xwe piştre birêxistin kir, derbên cidî li Îsraîlê xist. Nifûsa Îranê 90 milyon e û ya Îsraîlê 9 milyon e. Xaka Îsraîlê biqasî ji sedî 1’ê ya Îranê jî nîne. Lewma heke ev şer bidome, dê Îsraîl nekare ragire û pêşiya wê bigire. Ji ber ku nikare hemwelatiyên xwe 24 saetan di stargehan de bihêle. Heke muxalefeta Îranê stratejîk nêz bibe, dê bikare gelek tiştan bi dest bixe.”
'TEKANE RÊYA XELASIYÊ FELSEFEYA JIN, JIYAN, AZADÎ YE’
Akademîsyen Berwarî bi lêv kir ku êrişên dawî ji bo guherîna civakî ya li Îranê firsend afirandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke mînak, rejîm dikare were guherandin. Dikare di qanûnan de guhertinan bikin, dikare mafên jinan biparêze. Divê mafên hemû bawerî û mezhebên li welat misoger bikin. Heke guhertinê esas bigire dê rûpeleke nû veke. PJAK’ê di daxuyaniya xwe ya berfireh de got ku dê bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ daxilî pêvajoyê bibe. Bêguman dema ev şoreş pêk hatî hemû gelên Îranê piştgirî dan. Tekane rêya xelasiyê ya Îranê, ev felsefe ye. Divê Îran vê felsefeyê esas bigire û li ser vê bingehê guhertinê bike. Dê Kurd li Îranê jî bibin xwedî rola pêşeng. Hikûmeta Îranê divê bi Belucan, bi Kurdan, bi Eceman re bê gel hev û dest bi avakirina welatekî demokratîk bike. Divê pergaleke konfederal û demokratîk were avakirin. Heke Îran li dijî van êrişan pêvajoyeke nû ya avakirinê nede destpêkirin, heke bi aqilê şovenîst ê 45 sal e didome tevbigere, dê sedsala pêşiya me winda bike.”
‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ PARADÎGMAYA OCALAN E’
Berwarî, destnîşan kir ku di çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn de paradîgmaya Abdullah Ocalan dikare bi roleke sereke rabe û axaftina xwe wiha qedand: “Paradîgmaya çareseriyê ya Rêber Apo, temînata aştiyê ye. Li Rojhilata Navîn tu hêzan bi tunehesibandina paradîgmaya Ocalan nekarîn çareseriyê pêş bixin. Ne Ewropa, ne welatên Rojhilata Navîn ne jî welatên Ereban nekarîn ji bo pirsgirêkan çareseriyekê peyda bikin. Tekane tişta pêş xistin, şer e, çek in, tirs e, dagirkerî ye, tunekirin e. Lewma paradîgmaya Serok Ocalan di vê qonaxê de dikare bêhnê bi Sûriye, Tirkiyei, Ira, Îran û Lubnanê bide standin. Dikare civakeke demokratîk were avakirin û hemû gel bi paradîgmaya Ocalan bijîn. Heke li Îranê konfederalîzma demokratîk neyê avakirin dê Îran parçe bibe û tu caran nikare xwe komî ser hev bike. Dê dawiya wê mîna ya Sûriyeyê be.”
MA / Zeynep Durgut