AMED - Welatiyên Amedê diyar kirin ku di pêvajoya piştî banga Abdullah Ocalan dest pê kirî de tu gavên şênber ji îktîdarê nabînin û gotin: "Dema me tune ye. Li Rojhilata Navîn şer heye. Heke wiha bidome, dê şerê Îsraîl û Îranê belavî vir jî bibe."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" kir û PKK'ê jî biryara fesixkirina xwe ragihand. Tevî van geşedanan jî îktîdarê heta niha tu gav neavêtiye. Ev mijar jî di nava civakê de rê li ber fikaran vedike. Yek ji navendên ku pêvajo lê herî zêde tê nîqaşkirin jî Amed e. Welatiyên Amedê, der barê pêvajoyê de hişyarî dan û diyar kirin ku heke gav neyên avêtin dê şerê Îsraîl-Îranê li Tirkiyeyê jî belav bibe.
Welatiyê bi navê Fûat Aksal, bi lêv kir ku divê bi pêvajoyê re jiyaneke azad bê avakirin û her hes bi awayeke azad bi zimanê xwe biaxive û fikra xwe rave bike. Aksal, got: "Hêvîdar im vê carê pêvajo bi serkeve û careke din xapandin çênebe. Lewre mirov êdî jiyaneke azad dixwazin. Tirkiye li gorî welatên Ewropî 150-200 sal şûn de ye. Berê min 15 salan mamostetî kir. Ji ber endamtiya min a sendîqayê ez ji kar hatim avêtin. Ger em jiyaneke aramtir bixwazin divê berê pisgirêka Kurd çareser bibe. Ev şer di aliyê aboriyê de li her kesî bandor dike.”
‘GER GAV NEYÊN AVÊTIN DÊ ŞER LI VIR BELAV BIBE’
Aksal, zimanê desthilatê yê aştiyê û israrkirina wê ya di polîtîkayên şer de wek ‘durûtî’ şîrove kir û wiha pê de çû: “Divê ev pêvajo tavilê veguhere aştiyeke rastîn. Ev yek jî tenê bi destûra bîngehîn pêkan e. Ev 6 meh e pêvajoyê dest pê kiriye lê hêj gaveke şênber nehatiye avêtin. Ger desthilat aştiyeke rast bixwaze divê gav biavêje. Êdî dema me nîne, li Rojhilata Navîn şer heye. Ger wiha bidome dê şerê Îsraîl-Îranê li vir belav bibe.”
Aksal, der barê polîtîkayên bişaftinê û encamên wê yên di nava malbatan de jî şîrove kir û ev tişt anî ziman: "Zarokên min bi Tirkî diaxivin diya min jî bi Tirkî nizane bi Kirmanckî diaxive. Nevî ji pîra xwe fam nakin. Ev encamên polîtîkayên bişaftinê ne. Li dibistanên ku berê min lê mamostetî dikir, ji sedî sedî 90'ê xwendekaran bi Kurdî diaxivîn. Me me bi zorê ew fêrî Tirkî kirin. Divê ev rewş bi dawî bibe û perwerdehiya 2 zimanî bê dayîn.” Aksal, bal kişand ser têkoşîna Kurd a dîrokî û wiha axivî: "Ocalan bi salan e têdikoşe û Ocalan dizane ku gelê Kurd wî wek rêberê xwe dibîne. Ji bo vê yekê divê ew jî û Selahattîn Demîrtaş jî bên berdan. 10 milyon mirov ji wan re dibêjin rêber.”
‘RÊZDAR ABDULLAH OCALAN PIŞTEVANIYÊ DIDE PÊVAJOYÊ’
Fatîh Sîpçîk jî destnîşan kir ku ji dêleva şer de divê em aştiyê ava bikin û wiha got: "Hêvîdar in ku ev pêvajo bi ser keve. Em êdî dixwazin xwe bi awayeke azad rave bikin. Em dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û pê perwerde bibin. Lê mixabin dewlet ji bo aştiyê ne jidil e. Ji bo aştiyê divê her du alî jî gav biavêjin. Rêzdar Abdullah Ocalan ji bo aştiyê piştevaniyê dide û ya ji destê wî tê dike. Hêvîdar im ku welatê me xweş be.”
Serbulent Çûlvû jî diyar kir ku divê tavilê aştî pêk bê û got: “Kesê şer bixwaze inyeta wî ne baş e.”
‘PIŞTÎ PEYAMA ABDULLAH OCALAN MIN BAWER KIR’
Welatiyê bi navê Eşref Taşkiran jî wiha got: "Divê dewlet gaveke şênber biavêje. Lewre di warê teorîk de xuya ye her tişt çareser bûye lê ne werê ye. Ez bi fikar im. Em di meha şeşan de ne hinek baweriya min zêde bû. Bila girtiyên siyasî bên berdan dê baweriya min zêdetir bibe. A rast baweriya min zêde bi dewletê nîne. Ez ji berê de ji dewletê ne bawer im, lêbelê piştî peyama Abdullah Ocalan min ji pêvajoyê bawer kir. Di dîrokê de heta niha me tim aştî xwest. Bi salan e jixwe em ji bo aştiyê têdikoşin. Em di axa xwe de ew dixwazin dest deynin li ser axa me.”
Mîyase Şeker jî diyar kir ew ne şer lê aştiyê dixwazin û got: “Em dixwazin bi xwişk-biratî bijîn. Heta niha mafê Kurdan nehatiye dayîn hêvîdar îm ji vir û şûnde bê dayîn. Lê ger dewlet aştiyê bixwaze divê şer rawestîne. Divê Abdullah Ocalan azad be. Em li benda aştiyê ne lê baweriya me nîne.”
‘DIVÊ DEWLET JÎ GAV BIAVÊJE’
Hamdî Uçgul jî destnîşan kir ku divê her kes ji bo pêvajoya aştiyê berpirsiyariyê li xwe bigre û wiha axivî: “Ev têkoşîna 40 salan divê encamên baş ve bi dawî be. Bendewariya me ya sereke ji vê pêvajoyê divê berê Rêberê me azad be. Heta ku Rêberê me azad nebe baweriya me ji pêvajoyê nîne. Rêber û PKK’ê gav avêt divê dewlet jî gav biavêje.”
MA / Heval Onkol