EDENE - Furkan Ugur ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê tê ragirtin, li ser telefonê ji malbata xwe re got ku tundiya psîkolojîk li wî tê kirin.
Furkan Ugur ku di sala 2016’an di dema qedexeyên derketina kolanan a li Şirnexê de hate girtin û li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Edeneyê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û got ku tundiya psîkolojîk li wî tê kirin. Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbeda girankirî li Ugur birîbû. Ugur, ku di 9’ê Mijdara 2024’an de ji Girtîgeha Hejmar 2 ya Xarpêtê sewqî Girtîgeha Kiriklarê hate kirin. Ugur, li ser telefonê binpêkirinên mafan ên li dijî wî vegot û anî ziman ku ev 2 sal in di qawîşa yekkesî de tê ragirtin.
Malbatê da zanîn ku Ugur gotiye ku di bin navê lêgerînê de bi ser qawîşê de tê girtin, her carê odeya wî tê serûbin kirin. Li gorî agahiyên malbatê daye, Ugur wiha got: “Tundiya psîkolojîk li min tê kirin. Dest danin ser alav û amûrên min. Nikarim derkevim sihbetê, hewşê û werzîşê. Di xwarinê de pirsgirêk heye. Nayê qebûlkirin ku di vê pêvajoyê de ev muameleye li me tê kirin.”