AMED - Rojnameger Nişmiye Gulerê diyar kir ku ji bo mîrateya Gurbetellî Ersozê bidomînin “Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê” li dar dixin û ji bo beşdariyê bang li hemû rojnamegerên jin kir.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MGK) îsal cara yekemîn “Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê” li dar dixe. Gurbetellî Ersoz, li Tirkiyeyê gerînendeya jin a yekemîn bû û pêşbirk bi navê wê tê lidarxistin. Xelatên pêşbirkê, diyarî rojnamegerên jin ên ku jiyana xwe ji dest dane tên dayîn. Serlêdana pêşbirkê di 17’ê Hezîranê de dest pê kir. Pêşbirka ku dê di beşên nûçeyên Kurdî, Tirkî, wêne û videoya de bê lidarxistin tenê rojnamegerên jin dikarin beşdar bibin. Dîroka dawî ya serlêdanê 28’ê Îlonê ye. Berhemên rojnamgerên jin ên ku hêjayî xelatê bê dîtin dê di 6’ê Cotmehê de bê aşkerakirin. Dê xelat, roja salvegera wefata Gurbetellî Ersozê de di merasîma 8’ê Cotmehê de bên dayîn.
Rojnameger Nişmiye Guler a ku yek ji organîzatorên pişbirkê ye, têkildarî pişbirkê axivî.
MÎRATEYA GURBETELLÎ ERSOZÊ
Nişmiye Gulerê diyar kir ku ezmûna rojnamegeriya jinên Kurd ne nû ye, di salên 90’î de bi kovara Jinê ve bûye xwediyê mîrate. Nişmiye Gulerê rave kir ku bi mîrateya Gurbetellî Ersozê heta îro hatine û wiha pê de çû: “Mîrateya Gurbetelliyê îro divê bi vê pêşbirkê tacîdar bibe. Lewre bi saya vê mîrasê, îro di Çapemeniya Azad de bi hezaran jin cih digrin. Mîrateya Gurbetelliyê ji bo nifşên nû jî bû îlham. Em di televîzyon, ajans û di rojnameyan de rojnamegerên jin dibînin. Rojnamegerên jin li her derê hene.”
DI ÇAPEMENIYÊ DE ZIMAN Û HIŞMENDIYEKE NÛ
Nişmiye Gulerê, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de jî û got: "Rojnamegeriya jinê zimanê aştiyê temsîl dike. Ji ber vê, divê zimanê aştiyê bêtir belav bibe. Ev yek jî tenê jinên ku di çapemeniyê de dixebitin dikarin bikin. Pêşengişya vê Gurbetellî Ersozê kir û piştî Şîlan Arasê ajansa jina azad û qenala televîzyonê hate vekirin. Jin di gelek warî de ji bo civakê bû henase. Hişmendiyeke nû û zimaneke nû hate afirandin. Rojnamegeriya jin di cewhera xwe de afirandina zimanekî nû ye.”
DI QADA ÇAPEMENIYÊ DE YEKEMÎN
Nişmiye Gulerê bibîr xist ku di vê qadê de heta niha gelek xelat hatine dayîn û diyar kir ku Gurbetellî Ersoz di Xelata Rojanemegeriya Jinê de cara yekemîn e tê lidarxistin. Nişmiye Gulerê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojnamegerên jin li her derê ne lê keda wan nayê dîtin. Em dixwazin vê kedê bidin xuyakirin. Em hewl didin ku hişmendiya serdest a bi hezar salan e jinê nabîne hilweşînin. Em ê cara yekemîn vê pêşbişrkê li dar bixin.”
BANGA SERLÊDANÊ
Nişmiye Gulerê, rave kir ku du meh berê dest bi amedekariyan kirine û ji bo beşdariyê bangî jinên rojmaneger kir. Nişmiye Gulerê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gurbetellî yek bû lê îro bûne hezar. Ev ji bo me ne şîn e zayîneke nû ye û roja 8’ê Cotmehê dê bibe roja hebûnê. Em dixwazin merasîmeke biîhtîşam li dar bixin. Em dixwazin hemû jinên rojnameger serlêdanê bikin. Divê em bidin xuya kirin ku ew mîrate çawa tê hilgirtin.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel