AMED - Endezyarê Ziraetê Samet Ûcaman diyar ki ku şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê û got: “Ji bo em çandiniyeke ekolojîk bikin divê teqez pêşiyê li şewatên pirêzeyan bigrin.”
Bi hatina demsala havînê re çinîna berhemên wek genim, ceh û nîsk dest pê kir. Piştî çinînê cotkar pirêzeyan dişewitînin. Şewata pirêzeyan li ekosîstemê gef dixwe û dibe sedema tunebûna bi hezaran zindiyan. Gelek caran ev şewat bi zanebûn tên derxistin. Şewat jî bi awayekî cidî bandorê li berhemdariya axê dike. Tevî hemû hişyariyan, her sal şewatên pirêzeyan çêdibin. Li Amed û navçeyên wê gelek caran şewatên pirêzeyan rû didin. Li gorî daneyên Serokatiya Daîreya Agikujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di sala 2024'an de 4 hezar û 829 şewata pirêzeyan rû dane.
Hevserokê berê yê Şaxa Odeya Endezyarên Ziraetê ya Amedê Samet Ûcaman, bal kişand ser zirarên şewata pirêzeyan û cotkar hişyar kir.
ZIRARÊN ŞEWATA PIRÊZEYAN
Ûcaman, diyar kir ku dema debrê de şewata pirêzeyan ên ku cotkat derdixin hem zirarê dide axê û hem jî dide mirov. Her wiha Ûcaman destnîşan kir ku divê ev yek neyê kirin û wiha axivî: “Zindiyên di axê de, organîzma û element di şewatê de tune dibin. Piştî şewatê êdî ax berhemdariya berê jî nade. Cotkar jî ji bo berhemdariyê zêde bike tiştên din tevî axê dikin. Ev yek jî lêçûneke cidî ye. Herwiha ev wek mikro jî pirsgirêkên cidî çêdike.”
HIŞYARIYA JI BO COTKARAN
Ucaman, destnîşan kir ku divê cotkar baldar bin ji bo şewata pirêzeyan çênebin û wiha got: "Ji aliyekî ve dê gulûgiya dê bi hêsanî xwe bigihîne madeyên xwarinê û mîkroorganîzma di vê axê de tune nabe. Şewata pirêzeyan dibe sedema felaketan. Dikare zirareke mezin bide hawîrdorê, axê û agir berbi gundan ve bibe. Ji ber vê yekê jî divê em bi hev re vê ekosîstemê biparêzin. Divê em pêşî li şewata pirêzeyan bigirin. Ez bang li cotkaran dikim, 'pirêzeyan neşewitînin'."
MA / Fethî Balaman