ÎZMÎR - Hat zanîn ku şewata li 4 navçeyên Îzmîrê hate kontrolkirin û xebatên vemirandina şewata li Odemîşê jî berdewam dike.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Cemîl Turgay, têkildarî rewşa dawî ya şewatên li Îzmîrê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da. Tugay, da zanîn ku şewata li navçeya Çeşmeyê hatiye kontrolkirin û xebatên ji bo vemirandina şewata li navçeya Odemîşê jî berdewam in.
Tugay, diyar kir ku şewatên li navçeyên Alîaga, Kîraz û Selçûkê jî hatine vemirandin.