COLEMÊRG - Şîna ku ji bo Harun Karay ê HPG’î li Geverê hate danîn û ji aliyê gelek kesan ve hate ziyaretkirin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê (NÇR), duh têkildarî 8 HPG’îyên ku di dîrokên cihê de li herêmên cuda jiyana xwe ji dest dabûn daxuyanî da. Ji bo Harun Karay (Harûn Civyan) ê ku navê wî jî hate aşkerakirin, li Taxa Nû ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê şîn hate danîn. Rêvebirên bajêr û navçeyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Parlamenterê DEM Partî yê Colemêrgê Onur Duşunmez, Hevşaredarên Geverê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî şînê bûn.
Di şînê de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin û Hevserokê DEM Partî yê Geverê Ercan Sevmez di şînê de axivî. Sevmez, bal kişand ser pêvajoya çareseriya Kurd û ev tişt got: “Aliyê Kurd careke din ji bo aştiyê gav avêt. Divê êdî dewlet jî gav biavêje. Em bi tevger û ji Rêbertiya xwe bawer dikin. Ji bo vê yekê em êdî naxwazin tu hevrêyên me jiyana xwe ji dest bidin. Em naxwazin agahiya şehadeta wan bighîje malbatên me.”
Şîn, bi xwendina duayan ve bi dawî bû.