ŞIRNEX - Elîf Oz ku keça wê tev li refên PKK’ê bûbû û piştî 12 salan di merasîma li Silêmaniyeyê de dît, diyar kir ku divê dayikên leşkeran jî ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin û got ew aştiyê dixwazin.
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Şikefta Casenê ya Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê komeke gerîlayan ku ji 30 kesan pêk dihat, bi merasîmekê çekên xwe şewitandin. Dîmenên şewitandina çekan li seranserî cîhanê deng veda. Yek ji kesên tev li merasîma şewitandina çekan bûyî jî Zeynep Oz (Bêrîtan Botan) bû. Zeynep Oz, di sala 2013’an de tev li PKK’ê bû. Elîf Oz (45) a ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dijî û keça xwe piştî 12 salan di televîzyonê de dît, hestên xwe parve kir.
Elîf Ozê diyar kir ku piştî keça wê tev li PKK’ê bûy, bi hêviya ku wê bibîne her tim li televîzyonê nihêrtiye û got: “Keça min 12 sal berê tev li bû û cara ewil min ew duh dît. Min qet ew hizir nedikir ku keça min jî dê di nava komê de be. Di kêliya ewil de min ew nas kir. Tevî ku dûr jî bû min ew nas kir. Hem giriyam hem jî keyfxweş bûm. Piştî demekê dirêj min ew dît û gelek keyfxweş bûm. Di wê kêliyê de min ji bo hemû dayikan dua kir. Em dayik naxwazin kesek bimire. Bila dayikên leşkeran jî mîna me bibêjin ‘êdî bes e bila xwîn nerije û aştî bibe.’ Hêsirên çavên dayikan yek in. Ma ev xwîn dê heta kengî birije? Me her tim aştî xwest. Em aştî û aramiyê dixwazin.”
Elîf Ozê, gavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê avêtî bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Daxwaza me ew e ku di hiqûqê de sererastkirin çêbibin û zarokên me li cem me bin.”
MA / Emrullah Acar