AMED / MÊRDÎN - Şahidên rojiya mirinê ya li Girtîgeha Amedê, bi bîr xistin ku berxwedana 14’ê Tîrmehê bi ruhekî fedaî hatiye kirin û gotin: “Wî ruhê berxwedêr ê wan rojan ev roja me jî diyar kir. Bersiva geşedanên îro li cîhanê diqewimin, avakirina civaka demokratîk e.”
Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî îşkence û sepanên dermirovî “Rojiya Mirinê ya Mezin” dan destpêkirin. Bi ser vê berxwedana dîrokî re 43 sal derbas bûn. Li gorî daneyên fermî, di pêvajoya derbeyê de 650 hezar kes hatin binçavkirin, 230 hezar kes hatin darizandin û herî kêm 52 hezar kes hatin girtin. Ji van bo herî kêm 7 hezar kesan cezayê îdamê hate xwestin û 50 kes hatin darvekirin. Yek ji cihên sepanên dermirovî lê di meriyetê de jî girtîgeh bûn.
Bi taybet jî Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ya di bin rêveberiya Efser Esat Oktay Yildiran de, kete “10 girtîgehên herî xerab ên cîhanê.” Li gorî daneyên fermî, di vê pêvajoyê de herî kêm 300 kesan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan.
BERXWEDANA MEZIN A LI DIJÎ TESFIYEYÊ
Li dijî polîtîkaya tesfiye û teslîmgirtinê, gelê Kurd jî berxwedaneke mezin raber kir. Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de çalakiya “Rojiya Mirinê ya Mezin” dan destpêkirin. Kemal Parî di roja 53’yan, Hayrî Durmuş di roja 61’an, Akîf Yilmaz di roja 63’yan û Alî Çîçek jî di roja 65’an de jiyana xwe ji dest da. Vê çalakiyê, sepanên dermirovî yên li girtîgehê bi dawî kir û bû bingeha têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.
Ji şahidên wê demê Bedrî Karaoglan, di 1980’an di 17 saliya xwe de hate binçavkirin û piştî îşkenceya 96 rojan, cezayê îdamê lê hate birîn. Ji ber ku hêj zarok bû, cezayê îdamê 10 sal hate xistin. Karaoglan ku 10 salan di girtîgehê de ma, di sala 1990’ê de tehliye bû. Karaoglan, diyar kir ku tiştên dîtî û jiyayî bi peyvan nikarin bên vegotin û got ku berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo Kurdan zayînek e.
ÎŞKENCE 96 ROJAN DOMIYA
Karaoglan, da zanîn ku hêj zarok bû dema hatî girtin û got: “Li Erxeniyê hatim binçavkirin û anîn Amedê. Li Amedê 96 rojan hatim îşkencekirin. Hevalek li cem me kuştin. Piştre em 10 rojan dan sekinandin û piştre dîsa îşkence kirin. Piştî girtinê jî birin Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê. Hemû cureyên îşkenceyê li ser me ceribandin. Tîmen taybet li wir bûn. Bi şev û roj bi ser qawîşan de digirtin, îşkence dikirin û rojê 8 saetan meş bi me didan kirin.”
‘MIN Û DAYIKA XWE TENÊ DIKARIYA LI HEV BINÊRIN’
Bi domdarî Karaoglan, bi lêv kir ku dema birin dadgehê çavên wî girtî bûn û destên wî zincîrkirî bûn û got: “Di qawîşa 33’yan de 4 hevalan xwe şewitandin. Bi mehan piştre haya me jê çêbû. Ji ber ku dema dibirin girtîgehê çavên me girtî, destên me zincîrkirî bûn. Axaftin qedexe bû. Yên diaxivîn heta tînan ber mirinê lê dixistin. Dayika min a rehmetî yek peyva Tirkî nedizanî. Me tenê li hev dinihêrt. 14 saniyeyan didomiya.”
'RUHÊ SERDEMÊ DI ROJA ME DE YE’
Karaoglan, diyar kir ku berxwedana 14’ê Tîrmehê bi ruhekî fedaî çêbûye û got: “Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê bû qonaxeke diyarker. Nîşan dan ku hêj tu tiştek bi dawî nebûye û îşkence dê têk biçe. Mirov nikare zindana Amedê vebêje. Tenê yên jiyîn dizanin. Ruhê berxwedêr ê wan rojan em gihandin vê rojê. Heke Kurd gihiştibin vê astê, ev bi saya bedelên wan hevalan e. Avakirina rêya aştiyeke birûmet, bi van bedelên mezin bû. Dîrokeke vê pêvajoya heyî heye. Heke dewlet jidil be, bila ji bo wehşeta li Zindana Amedê lêborînê bixwaze. Bila êdî aştî were û kesek nemire.”
ÇALAKIYA ÇARAN
Ji şahidên serdemê nivîskar Mahmût Barik jî piştî derbeyê 63 rojan di îşkenceyê de ma, piştre hate girtin û şandin Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê. Barik, got ku dema Berxwedana 14’ê Tîrmehê dest pê kirî ew li qawîşa Hejmar 35’ê bû û ev tişt anî ziman: “Haya me jê tunebû ku dê çalakiyê bikin. Nîvşevekê em bi dengekî hişyar bûn. Pêtên şewatê bilind bûbûn. Di nava wan pêtan de dirûışm berz dikirin. Rêveberên îdareyê tirsiya bûn. Nedizanîn ka çi ye. Heta serê sibehê jî nehatin. Ên ku dema îşkence dikirin xwe weke qehreman didîtin, wê rojê ji tirsan nekarîn xwe nêzî deriyê qawîşê jî bikin.”
'ROJIYA MIRINÊ TESLIMYET PARÇE KIR’
Barik, da zanîn ku bi saya têkoşîn û bedelên hatine dayin mercên girtîgehê hatin başkirin û wiha pê de çû: “Rojiya Mirinê, bi çirûska Mazlum û bi agirê Çaran gur bû. Tirs hilweşand. Zincîrên teslimiyetê parçe kir. Dema em derketin dadgehê me parastinên siyasî kir. Dema dadgehê ji bo me digot sempatîzan, me digot ku em endam in. Rojiya Mirinê ne tenê girtî, qedera welat guherandin.”
AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK
Barik, bi lêv kir ku “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” encama bedelên wê serdemê ne û axaftina xwe wiha qedand: “Divê her kes piştgiriyê bide. Rêxistin her tim nûbûnê dixwaze, polîtîkayeke nû dixwaze. Jiyan çawa biguhere, divê polîtîka jî li gorî wê biguhere. Mirov divê xwe li gorî şertan biguherîne. Niha dinya guherî, jiyan guherî, rê û rêbaz guherîn, çek guherîn, fikir guherîn. Em Ocalan lewma weke rêber dibînin û mafdar dibînin. Şertan dibîne, baş dixwîne û li gorî wê biryaran dide. Divê her kes vê bibîne û piştgiriyê bide. îro bersiva li dijî geşedanên li cîhanê, bêçekbûn, demokrasî, avakirina civaka demokratîk e.”
MA / Fethî Balaman - Ahmet Kanbal