NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Nûçeyan a Farsê ragihand ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê ya di 15’ê Hezîranê de bi fuzeyekê birîndar bûbû.
Ajansa Nûçeyan a Farsê ya Îranê ragihand ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di êrişeke Îsraîlê de birîndar bûye. Hate diyarkirin ku di 15’ê Hezîranê de Îsraîlê civînek a Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê hedef girt. Ajansê da zanîn ku di civînê de ji bilî Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan, hejmarek rayedarên din ên hikûmet û leşkerî yên Îranê amade bûn ku di jêrzemîna avahiyek li Tehranê hate lidarxistin.
Li gorî heman nûçeyê, êriş bi 6 fuzeyan hatiye kirin û raste rast deriyên ketin û derketina avahiyê hatin hedef girtin ku valahiyên hewayê bêne girtin û rayedarên hindir de werin fetisandin. Di êrişê de bi yek car elektrîka avahiyê jî qut bibû. Ajansê, ragihand ku rayedarên beşdarî civînê bûn karîn bi rêya korîdorek ku di avahiyê de hatibû amadekirin birevin, lê Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan ji lingê xwe birîndar bû.
ÇI BÛBÛ?
Hêjayî gotinêye ku di 13’ê Hezîranê de Îsraîlê dibin navê “Operasyona Şêrê Bilind Dibe” de êrişên hewayî li ser Îranê da destpêkirin. Li ser vê yekê Îranê jî pêlên êrişan li ser Îsraîlê pêk anî. Di şerê 12 rojan ê di navbera Îran, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de bi hezaran kes hatin kuştin û birîndar kirin.