ENQERE - Şebnem Korur Fîncanciyê diyar kir ku komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin divê rêxistinên civaka sivîl jî beşdar bibin û got: “Di vir de ya girîng ew e ku mekanîzmayên bi dewletê gavên lezgîn bide avêtin bên avakirin."
Pêvajoya ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de dest pê kir, bi geşedanên girîng didome. Abdullah Ocalan di 9'ê Tîrmehê de bangeke dîrokî kir. Piştî vê bangê, Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêk dihat di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya li çolterê bajarê Silêmaniyeyê ya Herêma Federa ya Kurdistanê merasîma îmhakirina çekan li dar xist. Piştî vê merasîma bibandor, ji bo mercên qanûnî yên pêvajoyê banga gavên avakirina komîsyonê tên kirin.
‘MERASÎM BALKÊŞ BÛ’
Parêzvana mafên mirovan Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, têkildarî pêvajoyê axivî û diyar kir ku ji bo demokratbûna civakê divê gavên hewce bên avêtin. Şebnen Korur Fîncanciyê, bal kişand ser merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî: “Merasîm pir bi rêk û pêk bû. Bi navê Aştî û Civaka Demokratîk hatin. Wekheviya hejmara mêr û jinan, daketina wan a ser dikê, bikaranîna kelûpelên ekolojîk ji bo şewatê atmosfereke balkêş bû. Herwiha teslîmkirina lîsteya envanterên çekan ji bo rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqê jî fikreke kubar bû û merasîmeke sembolîk hatibû amadekirin. Xweziya rêxistinên saziyên civakî yên beşdarî merasîmê bûn, bi heman baldariyê nêz bûbûna û rewşekî ku li gorî wekheviya zayendî û zayenda civakî ava bikirana."
‘DIVÊ PARÊZVANÊN MAFÊN MIROVAN BERPIRSIYARIYÊ LI XWE BIGIRIN’
Şebnem Korur Fîncanciyê, destnîşan kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigire û wiha pê de çû: “Berpirsiyarî dikeve para me, ya rêxistinên mafên mirovan û hemû kesên aştîxwaz. Em wek têkoşerên mafên mirovan, em ê ji vir û şûn de ji bo demokratîkbûna dewletê, ji bo azadiyê û pêkvejiyaneke wekhev bibin şopdarên pêvajoyê. Lewra envanter teslîmê me kirin û rêxistinên mafên mirovan şahid e. Herwiha demokratîkbûna Tirkiyeyê jî hatiye teslîmkirin. Divê em vê berpirsiyariyê li xwe bigirin.”
SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ
Şebnen Korur Fîncanciyê, rave kir ku sererastkirinên qanûnî ji bo mercên demokratîk pêwîst e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Demokratîkbûna civakê ji bo vê yekê girîng e. Pêdivî bi gavên ji bo rêgezên wekheviya welatîbûnê heye. Gelek siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de ne. Divê lijneyên çavdêrî û îdareyê, dozgeriya înfazê û qanûnên înfazê ku tehliyeyên wan asteng dike bên guhertin. Bi tu awayî Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) nayê qebûlkirin. Ji bo vê divê qanûn bên sererastkirin.”
‘DIVÊ GEL Û RÊXISTINÊN SAZIYÊN CIVAKÎ JÎ DI KOMÎSYONÊ DE CIH BIGRIN’
Şebnen Korur Fîncanciyê, daxuyand ku divê civak jî beşdarî pêvajoyê bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêdivî bi beşdariya civakê heye. Ji bo temsîliyeta civakê komîsyona ku dê bê avakirin divê rêxistinên ked, pîşeyî û mafên mirovan jî beşdar bin. Rêxistinên mafên mirovan çawa envantera çekan girt divê bi vî rengî envantera van guhertinan jî bigre û misoger bike. Di vir de ya girîng ew e ku mekanîzmayên bi dewletê gavên lezgîn bide avêtin bên avakirin. Divê parlamento bê xebitandin û mekanîzmayên ku dê dewletê kontrol bike bên avakirin.”