MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Turkan Dûrçê ku beşdarî merasîma dîrokî ya çekşewitandinê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû, got: "Em hem xemgîn bûn û hem jî kêfxweş bûn. Divê kurd ne bi dewletê, baweriya xwe bi xwe bînin, bi Ocalan bawer bin."
Bandora merasîma îmhakirina çekan ya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 11'ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hat lidarxistin, didome. Dayika Aştiyê Turkan Dûrç ku beşdarî merasîma dîrokî ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû, çavdêriyên xwe anîn ziman û pêvajoyê nirxand.
'EM HEM XEMGÎN BÛN HEM JÎ KÊFXWEŞ BÛN'
Turkan Dûrçê diyar kir ku li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistana Federe bi germî hatine pêşwazîkirin û got ku ew roja din çûne cihê ku merasîm lê hatiye lidarxistin. Turkan Dûrçê got: "Dema ku gerîla gihîştin cihê ku merasîm lê hat lidarxistin, atmosfereke pirgerm çêbû. Dema me ew dîtin, hîsa mîna ku em zarokên xwe dibînin li me peyda bû. Me xwest em wan hembêz bikin. Mixabin, têkilî qedexe bû. Me nekarî. Dema ku wan daxuyaniya xwe xwend, em pir kêfxweş bûn. Daxuyaniyeke pirxweş bû. Dema ku wan çekên xwe avêtin nava êgir, em dîsa xemgîn bûn. Hêsir dibariyan. Ji aliyekî ve em xemgîn bûn, lê ji aliyê din ve jî em kêfxweş bûn. Ji ber ku em 100 sal in vê dewletê nas dikin. Em çawa dikarin baweriya xwe bi wan bînin? Ma mafên me dê werin dayîn?"
'DIVÊ EM BI XWE BAWER BIN'
Turkan Dûrçê ku got "Çekên ku hatine îmhakirin ji bo azadiya gelekî hatine îmhakirin" wiha pê de çû: "Ev şer 100 salan jî bidome, bê guman rojekê ev çek dê bihatana danîn. Em ji vê yekê haydar bûn. Em bawer dikin ku kurd dê di pêşerojê de yekîtîya xwe çêbikin û hev du hembêz bikin. Ji ber vê yekê, divê xwedî li vê pêvajoyê were derketin. Divê tirk û kurd li ser van axan wekî xwişk û bira bi hev re bijîn. Azadî mafê me ye jî. Heta niha em di gelek pêvajoyan re derbas bûn. Baweriya gel şikestiye. Lê divê baweriya gelê kurd ne bi dewletê, bi wî hebe. Divê gelê kurd baweriya xwe bi xwe bîne. Divê yekîtiya xwe misoger bike û karibe bi hev re bimeşe. Divê baweriya xwe bi birêz Abdullah Ocalan bîne. Divê baweriya xwe bi gerîla bîne. Divê ji bo mafên xwe şer bike û civateke demokratîk ava bike."
‘DIVÊ DEWLET JÎ GAVAN BIAVÊJE'
Turkan Dûrçê ku got "Divê dewlet jî beramberî van gavan gavina biavêje" wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê dewlet baweriyê bide der. Divê dewlet gavan biavêje da ku raya giştî baweriya xwe biparêze. Vê carê, em dibînin ku çavdêrên cuda di pêvajoyê de hene. Em dibînin ku rêxistinên civaka sivîl û hêzên navneteweyî çavdêriyê dikin. Ji ber vê yekê, em bawer dikin ku pêvajo vê carê dê serkeftî be. Ji ber vê yekê, divê kurd baweriya xwe bi xwe û pêvajoyê bînin. Em bawer dikin ku hem birêz Erdogan û hem jî birêz Bahçelî dixwazin vê pêvajoyê bi awayekî temam bikin."
MA / Ahmet Kanbal