MÛŞ - Yakûp Aydin, kekê Hakan Aydin ê endamê Koma Aştî û Civaka Demokratîk, got: "Em dixwazin birayên xwe di nav xwe de bibînin. Hêviya me ew e ku gav demildest werin avêtin û her kes tevkariyê pêvajoyê bike."
Piştî banga bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9'ê Tîrmehê de hat weşandin, di 11'ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya Silêmaniya Herêma Kurdistana Federe, merasîmek ji bo îmhakirina çekan hat lidarxistin.
Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêkhatî, bi daxuyaniya "Ji niha û pê ve, em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin da ku têkoşîna xwe ya ji bo azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêya siyaset û hiqûqa demokratîk a li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk bidomînin."
Hakan Aydin (Bawer Ronahî) ku di sala 2012'an de tevlî PKK'ê bû, di nav gerîlayên ku beşdarî merasîma îmhakirina çekan de bû. Malbata wî ku li navçeya Kop a Mûşê dijî, piştî 13 salan cara yekem Aydin li ser ekranên televîzyonê dît.
XEMGÎNÎ, COŞ, HEYECAN…
Yakûp Aydin got ku ew kêfxweş e ku piştî 13 salan birayê xwe dîtiye. Aydin ku got "Me pir bêriya wî kiriye," destnîşan kir ku ew ji ber "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" kêfxweş in.
Aydin diyar kir ku dema wî dîmenên merasîmê dîtiye, wî yekser gotiye, "Ev birayê min e" û got ku xemgînî, coş û heyecan lê peyda bûne. Aydin got: "Em hem digiriyan hem jî dikeniyan. Hesteke bêhempa xwe li me girt. Em pir kêfxweş bûn ji ber ku me nizanibû Hakan sax e."
'DIVÊ GAV DEMILDEST BÊN AVÊTIN'
Aydin got: "Em hêvî dikin ku ev pêvajo pêş bikeve. Ji ber ku ji niha û pê ve, em çek û xwînrijandinê naxwazin. Her du alî jî vê yekê dixwazin. Hêviya me ew e ku ew ne wekî pêvajoyên berê be. Em dixwazin birayên xwe di nav xwe de bibînin. Em her du aliyan jî jidil dibînin. Gavên ku hatine avêtin û axaftinên wan ên jidil em rihet kirin."
Aydin destnîşan kir ku pêdivî ye pêvajo bi rêya sererastkirinên qanûnî were misogerkirin û got: "Ev pêvajo ji yên din erênîtir e. Gavên çêtir tên avêtin. Em van gavan, wekî gavên jidil dibînin. Bi hêvî me ku mîna pêvajoyên din di nîvî de neyê hiştin. Divê ev pêvajo demildest were temamkirin. Êdî bila dayik negirîn û hêsir nebarin. Hêviya me ew e ku gav demildest werin avêtin û her kes tevkariyê li pêvajoyê bike."