ENQERE – Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel destpê kir.
Endamên Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Ozgur Erol bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel re hevdîtin kirin. Cîgirê Serokê Koma CHP'ê Mûrat Îmîrî li deriyê derve yê Navenda Giştî ya CHP'ê heyet pêşwazî kir.
Ozel û koma pê re jî Şandeya Îmraliyê li qata ku hevdîtin lê pêk were pêşwazî kirin.
Piştî wêne û dîmen kişandinê hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat.
Di civînê de, di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku berdewam dike, qonaxa wê ya niha û komîsyona ku tê payîn li meclisê bê avakirin û her wiha gelek mijarên têkildarî pirsgirêka Kurd û pêvajoyê dê li ser maseyê bin.
Tê payîn ku piştî hevdîtinê daxuyanî bê dayîn.