ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê diyar kir ku rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe, xwest Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên rakirin û girtî bên berdan.
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî binpêkirinên li dijî girtiyên jin, li pêşiya Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyê da. Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû di daxuyaniyê de axivî. Halîde Turkoglûyê diyar kir ku demokratîkbûn dê bi dawîbûna binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan re were.
Bi domdarî Halîde Turkoglûyê diyar kir ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” re yek ji mijarên sereke yên rojevê binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan e û got: “Em dizanin ku ev ji ber girtina siyasetmedaran diqewimin. Em dizanin ku nebûna çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd li welêt bûye sedema şandina siyasetmedaran a girtîgehê. Siyasetmedar, şaredar û endamên meclisê hîn jî di girtîgehan de ne. Em dizanin ku demokratîkbûna vî welatî jî bi dawîbûna binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan ve girêdayî ye."
‘REJÎMA GIRTÎGEHAN BÛYE REJÎMA ÎŞKENCEYÊ’
Halîde Turkoglûyê bi domdarî anî ziman ku Girtîgeha Sîncanê yek ji wan mînakan e ku rejîma girtîgehê bûye rejîmeke îşkenceyê û wiha domand: “Her yek ji binpêkirinên mafan ên ku li Girtîgeha Sîncanê pêk tên dê mînakek zelal be ku çawa pergala girtîgehê li Tirkiyeyê tê rêvebirin. Banga me ji bo rêveberiya Girtîgeha Sîncanê, hemû rêvebirên girtîgehan li Tirkiyeyê û Wezareta Dadê dikin. Lê em dixwazin bang li raya giştî ya Tirkiyeyê jî bikin ku aştiya civakî û edaletê li vî welatî misoger bikin. Em dixwazin binpêkirinên mafan li Girtîgeha Sîncanê, awayên ku girtiyên siyasî rastî binpêkirinên mafan tên û pergala îşkenceyê ya ku jinên di bin çavdêriya dadwerî de rastî wan tên nîşan bidin.”
'LIJNEYA ÎDARE Û ÇAVDÊRIYÊ NÊZIKATIYEKE ÎDEOLOJÎK NÎŞAN DIDIN’
Bi domdarî Halîde Turkoglûyê bi lêv kir ku şewitandina înfazan hem ji bo girtiyên siyasî û hem jî ji bo yên edlî mijareke girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lijneyeke bi navê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê heye. Bi rêya vê lijneyê, gelek girtiyên ku cezayên wan qediyane û divê bihatana berdan, bi awayekî keyfî û li ser bingeha nêzîkatiyek îdeolojîk înfaza wan tê şewitandin. Her yek ji van jînfazan ji bo raya giştî, nemaze ji bo girtiyên siyasî, dibe mijarek sereke ya nîqaşê. Ji ber ku her înfazek wekî pratîkek keyfî tê nîşandan, her girtî bi rastî jî rehîn tê girtin. Çima em vê dibêjin? Ji ber ku her endamek lijneya çavdêriya îdarî bi awayekî keyfî û bi nêzîkatiyek îdeolojîk nêzî înfazan dibe. Ji ber ku girtî bi malbata xwe re hevdîtinê dikin û ger ku ev hevdîtin bikevin bin qeydan bi awayekî kêfî înfaza girtiyan tê şewitandin. Anku ji ber rojnameyek girtine înfazên wan tên şewitandin. Gelek mînakên wiha hene ku ez dikarim rêz bikim. Girtîgeha Sîncanê vê yekê dike. Vê jî wekî pergala girtîgehê nîşan dide.
EM^E TÊKOŞÎNA XWE XURTTIR BIKIN
Îro li ser demokratîkbûnê, çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiyê nîqaş tên kirin. Meclis îro ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê civiyaye. Lê cihê edalet lê tune be, demokrasî nayê avakirin. Dê têkoşîna xwe ya li dijî şewitandina înfazên girtiyên siyasî yên jin xurttir bikin.
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
Li gorî raporeke Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li Tirkiyeyê hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku 335 ji wan rewşa wan giran e. ATK di rastiyê de ji bo girtiyên nexweş ên ku bi rêbazên keyfî girtîne raporan amade dike. Dîsa, li vir nêzîkatiyeke îdeolojîk heye. Îdiaya ku girtiyên nexweş dikarin di girtîgehê de bimînin, hem binpêkirina mafên mirovan e û hem jî mînakek aşkera ya kuştinê ye ku di nav pergala girtîgehan de tê kirin. Fatma Tokmak ku ji sala 1996'an heta niha girtî ye, mînakeke sereke ye. Tevî pirsgirêkên dil û nexweşiyên din û raporên ATK’ê jî nayê berdan. ATK binpêkirineke mafên mirovan ên bingehîn û sûc dike û divê ev sûc bi dawî bibe. Divê ATK dev ji pratîkên xwe yên keyfî û nêzîkatiyên xwe yên îdeolojîk berde. Em careke din daxwaza berdana girtiyên nexweş dikin.
HETA EV REJÎM LI GIRTÎGEHAN HEBE DÊ AŞTÎ ÇÊNEBE
Em dubare dibêjin ku avakirina aştî û civakeke demokratîk girêdayî girtîgehan e. Heta ev rejîma li girtîgehan bidome dê aştiya civakî ya vî welatî çênebe. Ji bo aştiya civakî divê girtiyên siyasî bên berdan. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Ji bo aştiya civakî divê pergaleke biedalet hebe.
BANG
Em bang li hemû rêveberiyên girtîgehan û Wezareta Dadê dikin; tişta hûn dikin sûcekî li dijî mafên mirovan e. Dev ji vî sûcî berdin. Em careke din bangî wijdana raya giştî dikin; werin em girtiyên nexweş terk nekin û ji bo azadiya girtiyên siyaî têbikoşin. Werin em bi hev re dawî li pergala îşkenceyê bînin.”