ENQERE - Cîgirê serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku divê komîsyona li meclisê hatiye avakirin weke sermuzakerevan li Abdullah Ocalan guhdarî bike û meclis wê pêşniyarên komîsyonê di meha Cotmehê qanûnî bike.
Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destpê kir û bi avakirina komîsyona li meclise re derbasî qonaxeke nû bû. Tê payîn ku Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Xwîşk û Biratî û Demokrasiyê di amadekirina zemîna siyasî, hiqûqî û civakî ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de rol bilîze û nîqaşên li ser xebatên komîsyonê dewam dikin. Cîgirê serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî têkildarî komîsyonê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Temellî da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim bi rêbazeke dîrokî nêzî meseleyan bû û wiha got: “Ji ber vê yekê, îşaret bi vê komîsyonê kir û roleke dîrokî ji vê komîsyonê bar kir. 28 îsyanên hêj di bîra me de ne. Di dîrokê de Ji Kongreya Erziromê heta Meclisa Yekemîn a sala 191’ê û Destûra Bingehîn a 1922’an, hemû geşedanên dîrokî li ber çavan digire, dinirxîne. Dema balê dikişîne ser rola komîsyonê bi siyaseta roja îro ve sînordar nake, li gorî dîrokê di rastiya xwe de ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe dixwaze gav bên avêtin.”
Temellî anî ziman ku tevlibûna partiyan ya komîsyonê girîng e û wiha got: “Destpêkirina komîsyonê girîng e. Li gorî me bi qanûnê avakirira komîsyonê dê baştir be. Lê wisa bawer dikim ku di dawiya dawî de dê sererastkirina qanûnî çêbibe.” Temellî got ku dê meclis di meha Cotmehê de pêşniyarên komîsyonê qanûnî bike.
‘DIVÊ KOMÎSYON OCALAN GUHDAR BIKE’
Temellî diyar kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêke tevlihev e, lê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nexşerê amade kiriye û divê komîsyon ewilî biçe serdana Abdullah Ocalan û wî guhdar bikin. Temellî wiha axivî: “Birêz Ocalan sermuzakerevan e. Ger komîsyon neçe serdana sermuzakerevan gelo dê çiqas di cih de be? Ji ber vê yekê divê komîsyon bi sermuzakerevan birêz Ocalan re hevdîtinan bike.”
Temellî bilêv kir ku divê bi Tevgera Azadiyê re diyalog bi pêş bikeve û wiha got: “Em behsa rêxistineke ku bi salan e di vê pêvajoyê de cih digire dikin. Ji ber vê yekê divê rastiya rêxistinê gelekî baş were fêhmkirin. Li pêşberî we rêxistinbûyîneke gelekî mezin heye. Ev nêzî 47 sal in têkoşînê didomîne. Serdemeke şer hatiye jiyîn. Niha hûn ji vî şerî derdikevin. Ji ber vê yekê, di hişê mirovan de hesabê van 47 salên dawî, rastiyên wê, her wiha nediyariyên li ser tiştên piştî derketina wê hene. Divê hûn bersivan bidin van hemûyan.”
Temellî da zanîn ku pêwîst e civakê jî tevli pêvajoyê bikin û wiha got: “Divê rêyên diyalog û îstîşareyan bi civakê re hevkariyê bike û ev hevkarî girîng e. Divê nexşerê, plansazî û bername li benda me ye. Teqez divê em vê biafirînin.”
Temellî bal kişand ser şert û mecrên Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Gelo em ê çawa aştiya civakî pêk bînin? Bêguman em ê li Îmraliyê destpê bikin. Divê şert û mercên xebatê yên Serok bên başkirin da ku tevli pêvajoyê bibe. Ji ber ku sermuzakerevan e.” Temellî got ku divê komîsyon Abdullah Ocalan ziyaret bike û ev dê bandoreke erênî li pêvajoyê bike.
MA / Mehmet Aslan - Selman Guzelyuz