OSMANIYE - Li navçeya Hasanbeyliyê dema arazoz ji bo vemirandina şewatê diçû cihê bûyerê, wergeriya. Di qezayê de karkerê daristanê yê 23 salî Nazim Demîrel jiyana xwe ji dest da û 4 karker jî birîndar bûn.
Li navçeya Hasanbeyliyê dema arazoz ji bo vemirandina şewatê diçû cihê bûyerê, wergeriya. Di qezayê de karkerê daristanê yê 23 salî Nazim Demîrel jiyana xwe ji dest da û 4 karker jî birîndar bûn. Karkerên birîndar, bi ambulsanan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê û cenazeyê Demîrel jî ji bo otopsiyê birin morgê.