ENQERE - Di xebatên ku bi pêşengiya jinan de tên kirin de daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li seranserê cîhanê pêş dikeve û ji bo azadiya wî bi hezaran xebat hatin lidarxistin.
Daxwaza “Azadî ji bo Ocalan” ku li serasnserê cîhanê belav bûye, di nava salan de veguherî mijareke piştevaniya navneteweyî ya tevgera jinan. Beşeke girîng a kampanyayên ku ji bo azadiya Ocalan tên sazkirin, pêşengiya wê jin dikin. Jinên ku azadiya Ocalan azadiya xwe dibînin ji bo vê yekê li çar aliyê cîhanê têdikoşin.
Jin, daxwaza ji bo azadiya îdeolojîstê azadiya jinan Abdullah Ocalan, parçeyeke têkoşîna hebûna xwe dibînin. Felsefeya azadiya jinê ya Abdullah Ocalan, li Rojhilata Navîn a ku hişmendiya baviksalarî lê xurt e bû rêyeke nû ji bo jinan. Ji ver ve yekê, tecrîta mitleq a ku li Îmraliyê li dijî Abdullah Ocalan pêk tê, wek dorpêçeke li dijî îdeolojiya azadiya jinan tê dîtin. Ji bo vê, azadiya fîzîkî ya Ocalan, ji bo jinan tenê wek azadiya şexsekî nayê dîtin di heman demê qonaxeke azadiya civakî tê dîtin.
JIN PÊŞENGIYÊ DIKIN
Kampanyayên têkildarî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, ji Komploya Navneteweyî ya sala 1999’an heta niha di astên cihê de domand. Lêbelê, bi salên 2020’an vir ve ev xebat gihîştin asteke nû. Kampanyayên ku bi dirûşma “Dem hat: Ji bo Ocalan Azadî” hatin sazkirin, bi pêşengiya jinan ve li gelek bajarên Ewropayê, li Amerîkaya Latîn, li Efrîqa û li Rojhilata Navîn belav bû.
Nexasim tevgera jinan a ku bi pêşengiya TJK-E (Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê), li welatên wek Almanya, Fransa, Belçîka, Hollandayê mitîng, gotûbêj û civînên akademik li dar xistin. Têkiliya ku bi Dayikên Plaza de Mayo yên li Arjantînê re hate danîn, bû encama şênber a bandora fikrên Ocalan a di asta navneteweyî de.
ÇALAKIYA YEKEMÎN JI ALIYÊ JINAN VE HATE LIDARXISTIN
Gavên yekemîn ên kampanyayên ji bo azadiya Ocalan, piştî Komploya Navneteweyî ya di sala 1999’an de hatin avêtin. Ji wê demê û vir de jinan li dijî mercên tecrîda giran a Abdullah Ocalan nîşan dan. Lêbelê ev kampanya ne tenê bi hiqûqê ve sînordar bû di heman demê de îdolojîk, çandî û civakî bûn. Ji salên 2000’î û vir de tevgera jinan a Kurd, bi dirûşma “Heta Rêbertî azad nebe, jin jî azad nabe” ve dest bi çalakiyên girseyî, meşên dirêj, û hewldanên dîplomatîk kirin.
DAXWAZA AZADIYÊ LI SERANSERÊ CÎHANÊ BELAV BÛ
Di sala 2025’an de tevgera jinên navneteweyî ya ku bi pêşengiya jinên Kurd ve hatin damezirandin, bi daxwaza “Ji bo Ocalan azadî, ji bo gelê Kurd statü” dest bi rêxistinkirina çalakiyên navneteweyî yên hemwext kirin. Xebatên ku li welatên wek Almanya, Fransa, Hollanda û Swedê bi pêşengiya tegera jinên Kurd hatin lidarxistin hem rêxistinbûna jinan a li dîasporayê xurt kir û ji bo agahdarkirina raya welatên rojava bû gaveke stratejîk.
Ziman, şêwaz û repertuara çalakiyan bi ciwankarî û afirîneriyeke xasê jinan bû. Meşên rengîn, çalakiyên performatîf, daxuyaniyên girseyî û bi şahiyên jinan ve daxwaza azadiya Abdullah Ocalan veguherî zimaneke gerdûnî yê jinan.
JI EWROPAYÊ HETA LATÎN AMERÎKAYÊ
Di dava salan de ev çalakî bi jinên Kurd ên li Ewropayê ve sînordar nema. Li Amerîkaya Latîn Dayîkên Plaza de Mayo yên Arjantînî, jinên parêzvan aştiyê yên Kolombî, li Şîlî jinên Mapucha xwedî li paradîgmaya azadiya jinan a Abdullah Ocalan derketin û peyama piştevaniyê şandin.
Di sala 2010’an vir de têkiliya ku bi tevgerên femînîst ên Hindistan, Fîlîpîn, Lubnan û Efrîqaya Bakur re hate danîn, peywendiya kampanyayê bi tevgerên jinên cîhanê re xurt kir. Jin dema têgihîştin ku îdeolojiya azadiya jinê ya Abdullah Ocalan, alternatîfeke xurt e li dijî pergala dewletê ya mêrsalar, azadiya xwe di azadiya Ocalan de dîtin.
10 MILYON ÎMZE
Kampanyaya “Ji bo Abdullah Ocalan Azadî, ji bo Pirsgirêka Kurd Çareseriya Siyasî” ya ku di sala 2012’yan de hate destpêkirin, bû kampanyayek herî mezin a dîrokî. Din ava 15 mehan de li seranserê cîhanê 10 milyon kesan daxwaznameyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan îmze kir. Tevgera jinan, sendika, însîyatîfên azadiyê û akademîsyenên ku di koordinasyona kampanyayê de cih girtin rave kirin ku ev ne tenê çalakiyeke komkirina îmzeyê ye di heman demê de ji bo behskirina daxwaza gelê Kurd a ji bo çareseriya demokratîk li seranserê cîhanê firsendek e.
PIŞTEVANIYA XURT A GELAN
Kampanya, nexasim li Ewropayê, li Amerîkaya Latîn û li Efrîqaya Başûr bandoreke xurt kir. Tevê parêzerên Nelson Mandela gelek navên ji tevgera azadiyê ya Efrîqaya Başûr, anîn ziman ku girtina Abdullah Ocalan serdema apartheîd tîne bîra mirovan. Tora dîplomatîk a ku bi pêşengiya jinan ve pêş ket, kampanya veguherand dîplomasiya gel.
‘ŞOREŞA JINAN DI TECRÎDÊ DE ASÊ NABE’
Kampanyaya “Dem hat - Freedom for Ocalan” a ku di sala 2022’yan de hate destpêkirin, bû lûtkeya kurewî ya vê pêvajoyê. Ji 100 welatî, bi hezaran tevgerên jin ev kampanya îmze kirin. Di heman salê de li Parîs, Berlîs, London, Buenos Aîres, Cape Town, Tehran û Qamişloyê meşên hemwext hatin lidarxistin. Di meşan de dirûşmên “Ocalan azad be, em ê jî azad bin”, “Navê aştiyê: Abdullah Ocalan e”, “Şoreşa jinê di tecrîdê de asê nabe” hatin berzkirin.
Bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ve daxwaza azadiyê ji bo Abdullah Ocalan, bû daxwazeke hevpar a jinên cîhanê. Îro ji Rojava ta Berlîn, Qendîl û Buenos Airesê jinên seranserê cîhanê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin.
MA / Firat Can Arslan