STENBOL - Bestekar û strannivîs Şanar Yurdatapan diyar kir ku girîng e ku pêvajo berdewam dike û got: "Divê bi du sûcên mezin; Qirkirina Ermeniyan, siyaseta asîmîlasyonê ya li dijî Kurdan û zilma li wna hatiye kirin re hevrûbûn çêbibe."
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hat destpêkirin, di meclisê de hat avakirin, civîna xwe ya pêncemîn li dar xist. Komîsyon ku tê payîn ku vê hefteyê du civînan li dar bixe, hîn jî wekî xaleke sereke ji bo nîqaşên li ser çareserkirina pirsgirêkê erka xwe didomîne.
Bestekar û strannivîs Şanar Yurdatapan girîngiya komîsyonê bilêv kir û got: "Ji bo berdewamiya pêvajoyê hewldanên beramberî hewce ne. Tenê bi gavavêtina Kurdan nabe."
Yurdatapan bilêv kir ku li Tirkiyeyê agahiya mirovan a li ser meseleya Kurd bi qasî agahiya sûkû ya çapemeniyê ya di bin banê dewletê de ye ûg ot: "Îro Kurd ji be Kurdî û stranên Kurdî bi zextan re rû bi rû dimînin. Lê li Tirkiyeyê girse ji ber çapemeniya neteweyî bi vê nizanin. Ji lew re ew qenal wan nûçeyan nadin. Di van qenalan de ji bo bilêvkirina pêvajoyê divê her derî bê bikaranîn."
KOMÎSYONA HEQÎQETÊ Û HEVRÛBÛN
Yurdatapan, bi bîr xist ku pêşniyaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê vê dawiyê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hatiye destnîşankirin ku ji aliyê komîsyonê ve hatin guhdarîkirin û wiha got: "Wan bi taybetî îşaret bi pêwîstiya avakirina Komîsyona Heqîqetê û hevrûbûna wan a li ser sûcên ku ji aliyê dewletê ve hatine kirin, bi taybetî jî kuştinên nediyar kirin. Hevrûbûn daxwazek pir baş û rast e. Ji ber ku heke civakek nikaribe hevrûbûna bi sûcên xwe bike, ew nikare pêş ve biçe. Lê ev, bê guman, di bin rejîmên zordar de pir dijwar e. Lêbelê, ligel xilasbûna ji vê rewşê, divê ev hevrûbûn jî were kirin. Divê civaka Tirkiyeyê di hin mijaran de bi sûcên xwe yên berê re jî hevrû bibe. Divê ew bi du sûcên mezin re hevrû bibe; Qirkirina Ermenan, siyaseta asîmîlasyonê ya li dijî Kurdan û zilma li ser wan."
Yurdatapan destnîşan kir ku ji bo azadiya civakê hevrûbûn girîng e û got ku hevrûbûn civakê azad dike. Yurdatapan, bal kişand ser axaftina bi Kurdî ya dayikan a li komîsyonê û astengkirina Kurdî û got ku divê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê qebûlkirin.
Yurdatapan anî ziman ku divê dewlet êdî Kurdan wekî dijmin nebîne û got kupêkvejiyana bi Kurdan re di warê wekhevî û demokrasiyê de girîng e.
MA / Esra Solîn Dal