ŞIRNEX - Kesên li Herêma Bestayê tev li çalakiya nobetê bûn, darên cerdevanan birîn di kendalê de avêtin xwarê.
Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî talankirina xwezayê ya li navenda Şirnexê û navçeyên wê didome, bi dirûşma “Em rê nadin qirkirina ekolojiyê, em li dijî talankirina xwezayê dimeşin” çalakî da destpêkirin û çalakî didome. Kesên li Herêma Bestayê tev li çalakiy nobetê bûn, Xeleka Aştiyê ava kirin. Piştre jî darên li qada Kun Hirçokê ya di navbera Çemê Têwî û Bişeyê Reş de hatine birîn ji kendalê avêtin xwarê. Di çalakiyê de girseyê bertek nîşanî cerdevanên dar dibirîn jî da.
Çalakiya nobetê, dê piştî daxuyaniya îro tê dayin bi dawî bibe.