NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê IHRNGO'yê Mehmûd Emîry-Moghaddam diyar kir ku ji ber ku her kesên li Îranê dijî tiştên bi salan hatine serê wan di Jîna Emîniyê de dîtine, Jîna Emînî bûye sembol û got: "Tevgera 'Jin, Jiyan, Azadî' xaleke werçerxê bû û ji hemû xwepêşandanên din ên ku me di 40 salên dawî de dîtine cuda bû. Li gorî berxwedanên berê, ew berxwedanek bû ku her kesî di xwe de dihewand."
Jîna Emînî ya ji Rojhilatê Kurdistanê ku di 13'ê Îlonê de li Îranê ji ber "nelixwekirina serpoşê bi rêkûpêk" hatibû girtin, sê roj şûnde ji ber îşkenceya lê hatibû kirin di komayê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî ku Jîna Emînî di 17'ê Îlonê de li bajarê xwe yê Seqizê hat veşartin, xwepêşandanên ku li Rojhilat û gelek bajar û bajarokên din ên Îranê dest pê kirin, di demeke kurt de veguherîn berxwedanekê ku daxwaza hilweşandina rejîmê dikir. Bi pêşengiya jinan, berxwedanê ku bi mîlyonan mirovên ji bawerî, nasname û girêdanên siyasî yên cihêreng anî cem hev, bi mehan dewam kir.
Her ku salvegera xwepêşandanên "Jin, jiyan, azadî" nêzîk dibe ku ji Îranê ber bi tevahiya cîhanê ve belav bûn, zext, girtin, îşkence û cezayên darvekirinê yên li dijî azadîxwazan, bi taybetî jinan, ji wê demê ve roj bi roj zêde dibin. Cezayên darvekirinê yên li Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û Werîşe Muradiyê hatin birîn, bi xetereya ku ji nişka ve bên înfazkirin re rû bi rû ne. Raporên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) ve ji dema berxwedanê ve hatine weşandin, bi zelalî asta binpêkirinên mafên mirovan li Îranê nîşan didin.
DARVEKIRINÊN ZÊDE BÛNA Û ZEXTÊN SÎSTEMATÎK
IHRNGO'yê ragihand ku tenê di sê mehên pêşîn ên berxwedana "Jin, jiyan, azadî"yê de 218 parêzvanên mafên mirovan hatine girtin û tacîzkirin, di heman demê de di tevahiya sala 2022'yan de 834 kes hatine darvekirin. Rapora IHRNGO'yê ya bi dîroka 15'ê Îlona 2023'yan kuştina 551 çalakvanan ku di nav wan de 68 zarok û 49 jin hene, ragihand. Li gorî rapora rêxistinê ya 2024'an, herî kêm 975 kes hatine darvekirin ku li gorî sala 2023'yan ji sedî 17 zêdetir e. Ji destpêka sala 2025'an vir ve, herî kêm 920 kes hatine darvekirin ku di nav wan de 25 jin hene. Her çend piraniya darvekirinan ku bi salan e berdewam dikin, bi hinceta sûcên tiryakê, kuştin û ewlehiyê hatine kirin jî, kêmnetewe bi awayekî nehevseng ji vê pêkanînê bandor bûne.
JIN DI HEDEFÊ DE NE
Raporên IHRNGO'yê her wiha zilm û zordariya giran a ku jin pê re rû bi rû dimînin jî eşkere dikin. Di sala 2023'yan de, 49 çalakvanên jin hatine kuştin ku hejmareke girîng ji wan di bin şert û mercên gumanbar de mirine. Parêzvanên mafên jinan bi kiryarên nemirovane yên wekî darvekirin, girtin û îşkenceya fizîkî re rû bi rû ne. Raporên 2023'yan nîşan didin ku zêdetirî 150 parêzvanên mafên mirovan hatine girtin û bi tevahî 541 sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn. Ev yek nîşan dide ku rejîma Îranê stratejiyeke sîstematîk a çavtirsandinê li dijî tevgera rizgariya jinan dimeşîne.
Rêveberê IHRNGO'yê Mahmûd Amiry-Moghaddam têkildarî di salvegera sêyemîn a mirina Jîna Emînî û xwepêşandanên "Jin, jiyan, azadî"yê bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Amiry-Moghaddam diyar kir ku Îran di rewşeke wiha re derbas dibe ku dikare wekî "krîza darvekirinê" were binavkirin û got: "Her roj pênc heta şeş kes tên darvekirin."
CUDAHIYA JI 40 SALÊN DAWÎ
Amiry-Moghaddam diyar kir ku piştî berxwedana "Jin, jiyan, azadî"yê, rejîmê berdewam "serpoşa mecbûrî" dewam kiriye, lê jinan, nemaze li bajarên mezin, bi redkirina serpoşê, bêîtaetiya sivîlî nîşan didin. Amiry-Moghaddam got: "Rayedarên Îranê ji bo guhertina rewşa jinan tu reform pêk neanîne. Jinan çi bi dest xistibin, bi berxwedana xwe bi dest xistine. Ez difikirim ku tevgera 'jin, jiyan, azadî' xaleke werçerxê bû û ji hemû xwepêşandanên din ên ku me di 40 salên dawî de dîtine cuda bû. Ji ber ku cara yekem, hemû îranî, bêyî ku etnîsîte, paşxaneya olî an zayendê wan çi be, li dijî zilma ku ji hêla Komara Îslamî ve tê temsîlkirin, bi hev re rawestiyan."
Amiry-Moghaddam destnîşan kir ku berxwedana "Jin, jiyan, azadî"yê, li gorî berxwedanên berê, her kesî vedihewîne. Amiry-Moghaddam got: "Di navbera hemû zayend û kêmneteweyan de hevgirtin heye. Hemû dîktator, nemaze yên totalîter, bi gelemperî tenê sûdê didin beşeke piçûk a nifûsa ku piştgiriyê dide wan. Kêmnetewe û jin di pirî rewşan de tên bindestkirin. Ji ber vê yekê, ez dikarim bibêjim ku di vê tevgerê de, em hemû sedema hevpar a êşên xwe dibînin û ev sedema hevpar pergal e. Bi ya min sedema sedema hevgirtinê ev e. Jîna Mahsa Emînî, wekî jineke kurd, gelek ji van taybetmendiyan temsîl kir. Bi ya min ku ji ber vê yekê tişta ku hat serê wê li bara civakê veguherî tiştekî ku neyê tamûlkirin. Ji lew re, her kesek ji wan tiştên bi salan hatine serê wan di kesekê de dîtin û ji ber vê yekê ew bû sembol."
LI ÎRANÊ PERGALA DARAZÊ
Amiry-Moghaddam destnîşan kir ku dadweriya Îranê pergaleke dadwerî ya serbixwe tune ye û armanca hemû dadweran "ne avakirina edaletê ye, parastina pergalê ye" û got ku darizandinên sexte tên kirin da ku wisa xuya bike ku pergaleke dadwerî heye. Amiry-Moghaddam got: "Ji bo nimûne, her çend gelek ji wan kesên ku ji hêla dadgehên şoreşê ve cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn mafê wan ê xwegihandina parêzeran hebe jî, di gelek rewşan de xwegihandina belgeyên bersûcan ne pêkan e. Ango, dadgehên şoreşê cezayên ku ji aliyê hin kesên din ve hatine fermankirin didin. Ji ber vê yekê, her darvekirin li Îranê darvekirineke derveyî dadgehê ye, ji ber ku pêvajoyeke dadwerî, darizandineke adil tune. Hema hema di her dozê de ku me lêkolîn kiriye, nemaze dozên cezayê darvekirinê, bersûc neçar bûne ku li hember hev li hev mikur bên. Ji ber vê yekê, îdiayên li dadgehê li ser îtîrafên bi zorê ne."
PERGALA LI DIJÎ JINÊ Û CIVAK
Amiry-Moghaddam diyar kir ku mesele jin bin, ew ne tenê bi qanûn û pergalê re, di heman demê de bi civakê re jî rû bi rû dimînin. Amiry-Moghaddam destnîşan kir ku jin di girtîgehan de ji malbatên xwe tu piştgirî nagirin, neçarî zewaca di temenekî biçûk de dibin û ji aliyê pergalê ve mafê wan ê berdanê ji wan tê girtin. Amiry-Moghaddam wiha domand: "Li vir, pergal, qanûn û hin beşên civakê bi hev re dixebitin da ku jinan tepeser bikin. Yek ji tiştên ku em hewl didin bikin ev e ku mirov ji binpêkirinên mafan haydar bibin. Mînak, wekî ku hûn dizanin, rejîmê qanûnek xwe heye ku dibêje jinek ku porê xwe nagire dikare 74 caran were qamçîkirin. Lê hin mêr jî hene ku vê yekê li malê li xwişk an keçên xwe dikin. Em hewl didin ku hişmendiya mirovan li ser pêwîstiya têkoşîna li dijî newekhevî û cudakariyê hem li kolanan û hem jî li malê bilind bikin."
MA / Hîvda Çelebî