STENBOL - Serokê Şaxa 3'yan a Egîtîm Sen a Stenbolê Huseyîn Tosû ku têkildarî perwerdehiya bi zimanê dayikê axivî, diyar kir ku divê bendên li ber mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bên rakirin û got ku divê komîsyon vê yekê wekî peywirekê deyne ber xwe.
Bi destpêkirina serdema nû re li Tirkiye û Kurdistanê, wekî her sal bi milyonan xwendekar ji perwerdehiya bi zimanê dayîkê bêpar dest bi perwerdehiyê kirin. Her wiha bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê ya gelê Kurd berbiçavtir bû.
Serokê Şaxa 3'yan a Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) a Stenbolê Huseyîn Tosû, têkildarî perwerdehiya bi zimanê dayikê nirxandin kirin.
Tosû diyar kir ku nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê bandorên neyînî li ser zarokan dike û polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku Kurdan hedef digirin bi salan e berdewam dikin. Tosû got: "Nedayîna perwerdehiya bi zimanê dayikê hêdî hêdî dibe sedema ku zarokên me nasname, çand û rabirdûya xwe ya dîrokî ji bîr bikin. Divê perwerdehiya bi zimanê dayikê wekî mafekî bê naskirin. Zîhniyeta yek neteweyî, kêmneteweyan di potayeke diyarkirî de dihelîne, cudahiyan ji holê radike. Ji ber vê yekê, divê em li dijî vê yekê rabin. Gel û civak bi cudahiyên xwe dewlemend in. Ger hûn yekzimaniyê ferz bikin, hûn gelekî yekzimanî diafirînin. Bi rastî, ev rewş bi salan e li welatê me heye. Ji ber vê yekê, ji bo pêşîgirtina li vê asîmîlasyonê û parastina wê dewlemendiyê, divê em mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê biparêzin."
‘YA ÇANDÊ ZINDÎ DIHÊLE ZIMAN E'
Tosû diyar kir ku zimanê dayikê di tevahiya dîrokê de hilgireke çandî ya girîng e û got: "Dema ku hûn zimanekî paşguh dikin, hûn bi rastî çand û dîroka kesên ku pê diaxivin jî paşguh dikin. Ji ber vê yekê, ziman di vî warî de girîng e; ew hilgirê çandê ye. Ew ziman e ku çanda me ji paşerojê heta niha zindî hiştiye û pêşxistiye û divê bê parastin. Ji bo ku demokrasî bi bandor bixebite, divê astengiyên li pêşiya ziman bên rakirin. Li Tirkiyeyê 85 mîlyon mirov hene û nêzîkî 15-20 mîlyon ji wan Kurd in. Divê astengiyên ku rê li ber van kesan digirin ku bi zimanê xwe perwerdehiyê nebînin bên rakirin. Bi vî rengî, divê îdeolojiya fermî dev ji siyaseta xwe ya demdirêj a înkarkirinê berde."
‘DIVÊ KOMÎSYON TÊKILDARÎ ZIMANÊ DAYIKÊ XEBATAN BIKE'
Tosû diyar kir ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li meclisê hatiye avakirin, divê pirsgirêkên ku ji demên berê ve berdewam dikin çareser bike. Tosû got: "Divê ew astengiyên qanûnî yên li pêşiya van pirsgirêkan destnîşan bike û li ser çareserkirina wan bixebite. Divê nêrînên ji beşên cuda yên civakê werin girtin. Wek sendîka, em ê daxwazên xwe yên der barê zimanê dayikê de bigihînin komîsyona meclisê. Daxwazên me ne tenê bi zimanê dayikê ve sînordar in; daxwazên me yên têkildarî pêvajoyên din ên demokratîk jî hene. Qonaxa înkara 'Kurd tune ne' derbas bûye. Ji ber vê yekê, divê mafên demokratîk ên herî bingehîn ên gelekî ku hebûna wî tê qebûlkirin werin naskirin. Di vî warî de, komîsyon dikare fonksiyonekê bigire ser xwe û pêk bîne; heke ew bi rastî samîmî bin, îhtîmal hene ku ev pirsgirêk bi rêbazên aştiyane çareser bibe. Heta ku xebat bi samîmî bê kirin. Ev hêviya me ye; mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê yek ji van amûran e."
'DIVÊ MALBAT BI ISRAR BIN'
Tosû diyar kir ku zimanê Kurdî zimanê ku li malên ku zarokên Kurd lê çêdibin tê axaftin û got ku zarok heta temenekî diyarkirî bi zimanê xwe yê dayikê mezin dibin. Tosû got: "Zarok heta 6 an 7 saliya xwe li malê bi Kurdî diaxivin. Piştre, li dibistanê, ew bi ziman û jîngehekê re rû bi rû dimînin ku bi tevahî pê nizanin. Di encamê de, ji ber ku ew ziman fam nakin, ew biyanîbûna hestyarî û zanînî dijîn û ji ber vê dibe ku neserketî bin."
Tosû girîngiya israra malbatan a li ser fêrbûna zimanê dayikê destnîşan kir û got: "Divê malbat li ser perwerdehiya zimanê dayikê israr bikin." Tosû destnîşan kir ku divê bendên li ber mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bên rakirin.
‘MAFÊ PERWERDEHIYÊ’
Tosû destnîşan kir ku zimanê dayikê di heman demê de nasnameya mirovan e jî û got: "Ji bo ku pêşveçûna wan a pedagojîk, hestyarî û zanînî serkeftî be, girîng e ku zarokên me zimanê xwe yê dayikê fêr bibin. Ji ber vê yekê, mafê wan ê bingehîn e ku li gorî mafê wan ê wekheviyê di perwerdeyê de, bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Em vê yekê diparêzin û em ê her biparêzin. Dirûşma me ya herî bingehîn ev e: bijî mafê perwerdehiya zanistî û demokratîk."