Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin

  • rojane
  • 09:16 23 Cotmeh 2025
  • |
img

STENBOL- Redkarên wijdanî diyar kirin ku li hember talanên ku ji ber şer çêdibin, pêwîst e ku behsa aştiyê bê kirin û xwestin ku rêziknameyên qanûnî werin çêkirin da ku mafê redkarên wijdanî bê naskirin.

 
Pirsgirêka kesên ku ji aliyê exlaqî, siyasî û wijdanî ve red dikin ku xizmeta leşkerî bikin, şer bikin an jî çekê hilgirin berdewam dike û ji ber vê nikarin sûdê ji mafê perwerdehiyê bigirin û nikarin di sektora taybet û cemaweriym bixebitin. Redkarên wijdanî û parêzvanên mafên mirovan daxwaz dikin ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gav bön avêtin. Endamê Komîsyona Redkarên Wijdanî ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Alper Yalçin diyar kir ku ew redkarekî wijdanî ye û got: "Bi ya min, redkirina wijdanî tenê kiryareke pasîf a kesekî ye ku şer nake an çekê hilnagire. Ew têkoşîna aştiyê temsîl dike. Ji ber vê yekê, em dikarin jê re yekîtiya çalakiyê ya li dijî şer bibêjin. Ne tenê redkirin e; ew ji vê wêdetir e. Mîlîtarîzm ne tenê li ser leşkerî ye; ew li ser mîlîtarîzekirina civakê ye; ew pergaleke berfirehtir e. Ez dikarim bibêjim ku ev sedema tercîha min e."
 
Yalçin bi bîr xist ku redkariya wijdanî di qanûna navxweyî de nehatiye pênasekirin û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heft caran Tirkiyeyê ji ber pêkanînên wê yên li dijî redkarên wijdanî mehkûm kiriye û ji Tirkiyeyê xwestiye di vê mijarê de rêziknameyên qanûnî çêbike. Yalçin destnîşan kir ku Tirkiye tekane dewleta endam a Konseya Ewropayê ye ku mafê redkariya wijdanî nas nake û got: "Ji ber ku qanûna navxweyî li şûna qanûna navneteweyî derbas nabe, divê ew redkariya wijdanî wekî mafekî nas bike, wekî ku di xala 90'an a Destûra Bingehîn de tê xwestin. Lêbelê, helwesta darazm li Tirkiyeyê rasterast tercîhên siyasetê nîşan dide."
 
PIRSGIRÊKÊN REDKARÊN WIJDANΠ
 
Yalçin diyar kir ku nedayîna "belgeya rewşa leşkerî" ya ku ji bo qeydkirina zanîngehê hewce ye, mafê wan ê perwerdehiyê û xebatê binpê dike. Yalçin got: "Heke kardêr wê nede, ew bi girtinê re rû bi rû dimînin. Li vir, em qet nikarin teqawid bibin an jî ji lênihêrîna tenduristiyê sûd werbigirin. Wekî din, dema ku em li kolanê rastî kontrolkirina GBT'ê tên, raporek tê amadekirin. Dûv re vê raporê vediguherin pereyan. Dema ku ev cezayê perî teqez bibe, hesabên bankeyê tên blokekirin." 
 
'EM DIXWAZIN JI BO AŞTIYÊ BUDÇE BÊ VEQETANDIN' 
 
Yalçin destnîşan kir ku li gelek welatan ji bo redkarên wijdanî alternatîfa xizmeta sivîl heye û got: "Lê belê redkarên wijdanî yên mîna min jî hene. Ez bawer nakim ku divê ez xizmeta sivîl bikim. Ji ber ku ez leşkeriyê wekî peywireke welêt a pîroz nabînim. Mîlîtarîzm ne tiştek e ku were pîrozkirin. Wekî din, ew qadeke sermayeya sereke ye, pîşesaziya parastinê û hwd. Em xizantir dibin û qadên parastinê zêde dibin. Her çend ew mafê redkariya wijdanî qebûl bikin jî, ez ê lêçûnên parastinê bişopînim. Em dixwazin budçeyek ji bo aştiyê were veqetandin. Ji ber ku ev ji bo me têkoşîneke ji bo aştiyê ye, em pirsgirêkê tenê bi leşkeriyê ve sînordar nakin. Dema ku em dikarin di nav civakê de aştiyê xeyal bikin, hîs bikin û biaxivin, wê hingê rewş ji bo me dê cuda be. Pêdivî ye ku hikûmet daxwazên xwe bi redkarên wijdanî re diyar bike."
 
'JI BER KU EM NAÇIN LEŞKERIYÊ EM TÊN DARIZANDIN' 
 
Redkarê wijdanî Çinar Koçgirî diyar kir ku ew li Tirkiyeyê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û got ku wî di sala 2015'an de li Amedê pêvajoya pevçûnê dîtiye û di wê demê de hestên wî yên li dijî mîlîtarîzmê hîn xurttir bûne. Koçgirî anî ziman ku ew wekî bertekekê bûye redkarê wijdanî û got: "Dema ku em li ser rêyan bi berdewamî tên rawestandin, ew ji me re dibêjin 'qaçax'. Lê em ne qaçax in, em hewl didin ku di jiyanê de hebin û hilberînin. Lêbelê, ji bo vê doz tê vekirin û ceza di destpêkê de pênc an şeş mehan e, dû re zêde dibe. Em ji ber 'neçûne leşkeriyê' tên darizandin. Li hin hevalên me bi îdiaya 'gel ji leşkeriyê sar dikin' doz hatin vekirin." 
 
Koçgirî destnîşan kir ku şer astengî ye li ber nîqaşkirina aştiyê û got ku wekî kesekî redkarê wijdanî dixwaze dawî li van cezayaan bên, redkariya wijdanî bi awayekî qanûnî bê qebûlkirin û dawî li şeran bê. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû   

Sernavên din

26/10/2025
16:03 Şînên Rewşen Kaçak û Kevser Renê bi girseyê hatin ziyaretkirin
15:43 Gava dîrokî ya Tevgera Azadiyê di çapemeniya cîhanê de deng veda
15:05 Bertekan encam girt: Îranê cezayê îdamê yê 5 Kurdan betal kir
14:58 Akin Bîrdal: Divê êdî cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ were ragihandin
14:47 Ekîncî: Vekişîn, hewldaneke stratejîk e ku bêpevçûniyê xurt dike
14:09 Uçum: Wisa tê fêmkirin ku dê gavên li gorî hiqûqa veguhêz bên avêtin
14:08 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê hat kirin
14:00 Di merasîma dîrokî de çi qewimî?
13:24 Abdulkadîr Guleç: Hewceye yasayên li gorî ruhê pêvajoyê bên amadekirin
Ekîn Yeter: Bi entegrasyona demokratîk re divê aştî pêk bê
12:09 Sabrî Ok: Divê xebatên hiqûqî bên kirin
11:39 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil a têkildarî biryara vekişînê
11:38 DEM Partî dê sibe têkildarî gava dîrokî daxuyaniyê bide
11:28 Vaye dîmenên daxuyaniya dîrokî
10:45 Welatiyên tev li mitînga Esenyurtê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
10:01 Li girtîgehên Îzmîrê tehliyeyên 15 girtiyan tên astengkirin
09:59 Wêneyên ewil ên daxuyaniya dîrokî
09:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Çi bi Rojîn Kabaîşê bû?’ derket
09:08 Ji Tevgera Azadiyê gaveke din a dîrokî: Em hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin
09:00 ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2025’AN
25/10/2025
22:00 Bi sed hezaran kes tev li konsera Koma Amedê bûn
16:47 Di mitînga Esenyûrtê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
16:32 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Êlihê civîn li dar xist
15:53 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran çalakî hat lidarxistin
15:50 Ji jinan çalakiya 'dara aştiyê'
15:17 Xizmên windayan daxwaza edaletê kirin
14:35 Li Cizîrê ‘Nobeda Edaletê’ di hefteya duyemîn de: Dê têkoşîna me bidome
13:51 Navê nemir ê Kulîlka Azadiyê: Evdilmelîk Şêxbekir
13:15 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yusuf Nergiz pirsin
12:36 Dê li Kurdistanê 2 mîlyon şitlên berûyê bên çandin
11:59 Dogan Erbaş: Entegrasyon formula çareseriyê ye, dê dewletê jî biguherîne
11:38 Dozgerê ku nexwest 'sûcê zayendî' bibîne, li ser 'şantaj û binpêkirinê' îdianame amade kir
10:46 ‘Em li wargehên KYK’ê ne di ewlehiyê de ne divê em parastina cewherî bi rêxistin bikin’
10:43 Gerîla dê sibê gaveke dîrokî bavêje
09:47 Dr. Saîdogluyê Filistînî: Welatên plana Trump erê kirine piştevanên projeya kolonyalîst in
09:33 Pirtûkên nivîskarê girtî Kahraman nadin wî
09:13 ‘Pirsgirêk bêyî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan çareser nabe'
09:04 Li Wanê liv û tevgera li Çarşiya Sobevanan zêde bû
09:00 ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2025’AN
24/10/2025
21:48 Civîna MYK a DEM Partiyê bi dawî bû
18:31 Li Amedê 6 ciwan hatin girtin
15:59 Saliha Aydenîz: Divê dewlet azadiya rêzdar Ocalan mîsoger bike
15:59 Endamên Koma Amed Tahir Elçî bi bîr anî
15:48 'Zext û binpêkirinên li bendên kontrolê yên leşker û polîsan bi dawî bikin’
15:34 Amedspor: Hedefa me Super Lîg e
14:02 Li Mûglayê keştî noqî avê bû: 14 kes mirin
14:01 Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re hate weşandin
12:59 Der heqê Oznur Degerê de lêpirsîn hat vekirin
11:13 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê mirineke biguman
10:59 Cendirmeyan wecîbeyên olî asteng kirin, qeymeqam cihê şînê neda
10:53 Dîroka Heskîfê dê bi lîstika ‘Keypa 12500’ bê nîşandan
09:59 Endamên Koma Amed: Em ê konserê bi coşa Newrozê bidin
09:40 Li Xana Axparê qeza: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
09:37 Li Stenbolê di serdegirtina malan de herî kêm 9 ciwan hatin binçavkirin
09:31 Di perspektîfa Abdullah Ocalan de entegrasyona demokratîk
09:20 Ji bo têkoşîneke hevpar banga tevlibûna mitîngê
09:00 'Dewlet karê xwe bi şêwirmendên darayî dide kirin, rêziknameyeke qanûnî divê'
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2025'AN
08:45 Li dijî TELE1’ê operasyon: Polîs li kanalê lêgerînê dikin
23/10/2025
16:52 Şîna Sûltan Ete bi girseyî hat ziyaretkirin
16:12 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
15:43 Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome
15:39 Danişîna doza Hevşaredar Neslîhan Şedalê hat taloqkirin
15:06 Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin
14:57 Li Sêrtê doza tecawizê: Daxwaza girtina faîl hat redkirin
14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin