Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê

  • rojane
  • 11:46 12 Kanûn 2025
  • |

TEKÎRDAG - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan budçeya di dema pêvajoya çareseriyê de ji bo şer hatiye veqetandin bi bîr xist û got: “Ji bo em heqê xwe bêhtir bigirin û ji bo serkeftina têkoşîna ked û aştiyê em we tevekan vedixwînin têkoşînê.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di pêvajoyeke ku li ser Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026’an li Meclisê hevdîtin tên kirin de, li dijî krîza aborî û xizaniyê ji bo bilindkirina dengê edaletê ji çar milan ve ber bi Enqereyê ve dimeşe. Meş, bi dirûşma “Budçeya ji bo ked û aştiyê” tên lidarxistin. Baskê meşê yê Herêma Marmarayê, li semta Kizilpinar a navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê dest pê kir. Gelek kesên di saetên serê sibehê de hatin semtê, lihev civiyan. Meş, bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan hat destpêkirin. Di meşê de dirûşmên "Nan, aştî, azadî" û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Meş, heta Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayiyan domiya. 
 
Bakirhan, piştî meşê axivî û got ku niha ji çar aliyên Tirkiyeyê bi dirûşma “Budçeya ji bo ked û aştiyê” ber bi Enqereyê ve dimeşin û ev tişt anî ziman: “Di demekê li ser budçeyê tê axaftin de em ji bo parastina heq û hiqûqa kedkar, jin, ciwan, cotkar û esnafên biçûk dimeşin. Em ê li  Enqereyê bi hev re dengê xwe bilind bikin. Di budçeya îktîdarê de dîsa ji bo kesên mûçeyê kêmtirîn digirin, ji bo teqawid, jin û kedkaran budçe tune ye.” 
 
‘EM Ê REXNE BIKIN’
 
Bakirhan, got ku ew ê îktîdara budçe çêkirî rexne bikin û wiha domand: “Ji lobiyên faîzê, sermaye û biçekbûnê re budçe heye lê ji bo xwendekaran, jinan, teqawid û welatiyên din nîne. Welatiyên mûçeyê kêmtirîn digirin nikarin heqê kirêya xwe bidin û zarokên xwe bişînin dibistanê. Nikarin têr bixwin û vexwin. Lêbelê Wezîrê Darayî û rêveberên welat di nava xweşhaliyê de dijîn. Ma hûn dikarin debara xwe bikin û heqê kirêya xwe bidin? Nexêr. Piştrast bin ku di rojeva vê îktîdara 23 sal in dostê sermayeyê de hûn tune ne. Me jî li dijî vê ji çar aliyên Tirkiyeyê ve ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin da ku daxwazên kedkar, teqawid û jinan vebêjin. Di demeke hevdîtinên budçeyê tên kirin de em li pêşiya Meclisê mafên kedkar, bindest û jina biqîrin.”
 
'BILA MÛÇEYÊ KÊMTIRÎN BIBE 46 HEZAR TL’ 
 
Bakirhan, anî ziman ku weke DEM Partiyê ew dixwazin kêmtirîn mûçe bibe 46 hezar TL û wiha got: “Bila salê du caran were zêdekirin. Me got bila piştgiriyê bidin malbatên nikarin debara xwe bikin. Me got bila danekî xwarinê bidin xwendekaran. Pere ji bo CEO'an, ji bo faîz, top û tifingan, operasyonan heye lê ji bo danekî xwarina xwendekaran nîne. Em dibêjin bila budçeyê ji bo kedkaran, jinan bê xerckirin.”
 
'ÇIMA ADILANE NAYÊ PARVEKIRIN’ 
 
Bakırhan, destnîşan kir ku xaka wan berhemdar e lêbelê nikarin debara xwe bikin û got: “Çima adilane nayê parvekirin? Divê îktîdar ji bo parvekirineke adilane berpirsyartiya xwe bicih bîne. Divê di sala 2026'an de kedkar, teqawid û hwd. dîsa terkî birçîtiyê neyên kirin. Heke aştiyeke civakî bibe, divê ji ewil di aborî, edalet û aştiyê de bibe. Bawer bikin edaleta aborî aştiya herî mezin e. Welatî întîhar dikin. Li cîhanê rêjeya întîharê ya herî zêde li Tirkiyeyê ye. Li bajarên xizan ên Kurdan çêdibin. Ev kes belasebeb întîhar nakin. Nikare fatûreya xwe bide lewma întîhar dike. Di budçeyê de para herî mezin bo sermayeyê tê veqetandin. Lê ji bo kesên mûçeyê kêmtirîn digirin budçe tune ye. Dem hatiye ku em vê îktîdarê ji xewê hişyar bikin. Bi têkoşîneke xurt em xwedî li dengê kedkaran derkevin û rastiyê bînin bîra îktîdarê.” 
 
'BIRÊZ OCALAN DERIYEK VEKIR’
 
Bakirhan, bal kişand ser pêvajoyê û got: “Di hevdîtinên budçeyê yên Meclisê de me tiştekî pir girîng got. Me got ku birêz Ocalan deriyek vekir û ji bo aştiya Tirkiyeyê berpirsyartiyeke mezin li xwe girt. PKK’ê xwe fesix kir, çek tên danîn. Dê Tirkiye aştiya xwe ya navxweyî pêk bîne. Me got ku milyar dolarên hûn didin sermayeya çekan û lobiyên faîzê bidin kedkaran. Me wisa got lê wan lêçûnên parastina neteweyî û çekan ji sedî 34 zêde kirin. Di demekî behsa aştiyê tê kirin tu çima ji bo biçekbûnê ji sedî 34 budçeyê vediqetînî? Li cihekî şer û pevçûn nebin dê budçeyê ji bo ku derê veqetînî? Ji bo kedkaran, bidestan. Lê ew berevajî vê dikin. Anku we tune dihesibînin.”
 
'EM Ê TÊBIKOŞIN’
 
Bakirhan, bal kişand ser têkoşîna yekbûyî û axaftina xwe wiha qedand: “Heke me kedkar, bindest, teqawid, xwendekar, jin û hwd. bikariya têkoşîneke xurt a yekbûyî bimeşandan, ma dê îktîdarê bikariya li dijî daxwazên me bêdeng mabûya? Na. Wê demê em ê çi bikin? Divê em li dora partiya me bicivin û ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, aboriyeke adilane û ji bo kesek pirsgirêka debarê ne jî em ê bêhtir têbikoşin. Em soz didin ku dê hem li kolanan, hem li febrîqeyan hem jî li meclisê têbikoşin. Ji bo ked û aştiyê em we tevekan vedixwînin piştevanî û têkoşînê. Heta ku bi milyonan teqawid, ên mûçeyê kêmtirîn werdigirin bêdeng bin dê rewş her wiha be. Em soz didin we ku dê heta dawiyê bi we re bin. Em ê heqê we biparêzin, hiqûqa we biparêzin û Tirkiyeyeke demokratîk ku her kes birûmet tê de dijî biparêzin. Ji sedî 70-80’ê Tirkiyeyê xizan e. Nîviya wê di bin sînorê xizaniyê de dijî. Yên pir em in, yên hildiberînin em in û yên mafên xwe nagirin jî em in. Ji bo heqê wergirin, ji bo serxistina têkoşîna ked û aştiyê em we tevan vedixwînin têkoşînê.”
 
Piştî axaftinê, girseyê govend gerand. Bi dawîbûna bernameyê re Bakirhan û şandeya pê re vegeriya Esenyurt a Stenbolê.   
 

Sernavên din

12/12/2025
15:00 Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
14:28 ‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
14:08 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
13:15 Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
12:13 Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
12:05 Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
12:02 Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
12:00 Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
11:23 Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
11:17 Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
10:55 Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
10:37 ‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
10:25 Daniela Patti: Divê em berdana Abdullah Ocalan misoger bikin
10:12 Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
09:45 Girtîgehên li Efrînê û torên sîxurtiyê
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN
10/12/2025
21:14 Li Licê li dijî fuhûşê dê meş bê lidarxistin
20:24 Ji Cenevreyê bang: Divê tavilê Abdullah Ocalan azad bibe
19:13 Cezayê bidarvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin
19:05 Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek xurt didome
16:56 Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt
16:55 Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve
16:25 Careke din xwîn dan rojnameger Aykol
15:51 Ji NY’ê re name: Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ dewletên endam teşwîq bikin
15:48 DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ dan Meclisê
15:45 Ji bo PKK’iyan şîn hatin danîn, mewlûd hate dayin
15:35 Astengkirina qursa Kurdî hat şermezarkirin: Zimanê me rûmeta me ye
15:04 Daxuyaniyên rêxistinên maf û hiqûqê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan: Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin
14:36 Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê daxuyaniya 'mafê hêviyê'
14:35 TJA, DBP û DEM Partiyê têkildarî Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan
13:14 Dayikên Aştiyê: Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin
13:07 Di saleke desthilata HTŞ'ê de jin: Revandin, kuştin, destdirêjî
12:19 Li Amedê meşa mafên mirovan: Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin
12:18 Parêzerê ÇHD'î hat binçavkirin
12:16 Artemêt dibe bajarê azad û ekolojîk ê jinan
12:04 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê şerxwaziya we têk bibin
11:41 Rapora Mijdarê ya MKG'ê: Zextên li ser rojnamevanên jin didome
11:22 Lêkolîn: Ji sedî 97'ê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin serdanên Îmraliyê bidomin
10:48 Akademîsyenê misrî: Dixwazim Ocalan di şertên azad de li Rihayê bibînim
10:42 Li Amedê mij bû sedema zehmetiyan
10:39 DEDAŞ ku ceza li 600 malî birî, ceryana ocaxa tenduristiyê jî birî
10:14 Oral ê ku Ayşe Înceyolê revand, heman şevê wî û cendirmeyan peyam ji hev re şandiye
10:13 Dr. Yavîç: Rewşa girtiyên nexweş divê ji bextê ATK'ê re neyê hiştin
10:12 Mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî: 18 kes birîndar bûn
09:59 Hevserokê Meclisa Ermenan: Me xwe bi felsefeya heval Apo nas kir
09:18 Derhênera 'Xwêfiroş' banga xwedîderketina li xwezayê kir
09:16 Ji Abdullah Ocalan der barê bûyerên civakî de peyamên girîng
09:15 Girêsor ê Panosê veguheriye girê sergoyê
09:09 Derhênerê fîlma namzetê Oscarê: Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê
09:08 DEM Partî ji bo 'Nan û Aştiyê' dê ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:02 Parêzer Azurtza: Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetekî diyarker e
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2025'AN
09/12/2025
19:53 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nişandan
16:29 Li Wanê rêveberiya herêmî û GABB bi jinan re civiyan
16:25 Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
16:20 Rêxistinên hiqûqê rapora binpêkirinên li girtîgehên Rihayê eşkere kirin
16:09 Dê di doza Ayla Akat Atayê de mutalaa bê amadekirin
15:58 Di îşkenceya kardêr de ceza li 4 kesan hat birîn
15:39 'Gotin, tu yê hêza Tirkan bibînî û îşkence li girtî kirin'
15:21 Der barê îdiaya kesa di wêne de biryara beraetê
15:01 Rojbîn Sonmez hat bibîranîn
14:31 Li Edliyea Şirnexê polîsekî hewl da xwe bikuje
13:55 Di lêpirsîna HDK'ê de cezayê girtîgehê li hunermend Pinar Aydinlarê hat birîn
13:29 Partî dê raporên xwe yên 'çareseriyê' berpêşî meclisê bikin
12:29 HSD: Hewldanên ji bo têkbirina aramiyê dê bi helwesteke xurt werin bersivandin
12:20 Konseya Bajêr dê bi rojeva dagirkeriya li Hewsel û Pira Dehderî bicive