7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin

  • jin
  • 09:02 14 Kanûn 2025
  • |
img

DÊRSIM - Li Gundê Tanêr ê Xozatê, 7 jinên kooperatîfa li ber girtinê bû geş kirin û dest bi hilberînê kirin, peyama "Divê jin bighîjin hev û hilberînê bikin" dan.

Li gundê Tanêr ê navçeya Xozat a Dêrsimê, 7 jin civiyan, kooperatîfa ku li ber girtinê bû kirîn û dîsa vekirin. Jinên ku di sala 2023’yan de Kooperatîfa Jinan a Xozatê ya ku berê li ber girtinê bû ji nû ve şên kirin û dest bi hilberînê kirin, ji fêkiyên wekî şîlan, givîj, sêva bejî tirşî, rîçal û sirke çêdikin û difiroşin. Bi vî awayî hem debara xwe dikin hem jî bi kirîna berhemên jinên din ên gund, piştgiriyê didin wan.
 
Eylem Aldemîrê diyar kir ku ew wekî 7 jin ji nû ve Kooperatîfa Jinan a Xozatê geş kirina û got ku wan berhemên ku di kooperatîfê de bi navê "Şîlan" hilberandine, dest bi firotanê kirine. Eylem Aldemîrê anî ziman ku ew debara xwe bi hilberînên xwe dikin û armanca wan ew e ku kooperatîfa xwe mezin bikin ku karibin xwe bigihînin zêdetir jinan.
 
‘DEMA ME KIRÎ, DEYNDAR BÛ’
 
Eylem Aldemîrê anî ziman ku di sala 2023’yan de wan kooperatîfa ku li ber girtinê bû bi 7 jinan dewr girt û ji hilberînin xwe pere qezenc kirine. Eylem Aldemîrê diyar kir ku dema wan cara yekem ev der vekir, pêşniyarî jinên din ên li gund kirin, lê ji ber pirsgirêkên xwe û fikarên madî jin tevlî kooperatîfê nebûne û ev tişt got: “Em li vir rîçal, tirşî û sirkeyê çêdikin. Jixwe em hemûyan çêdikirin. Me got ‘em ê bi kooperatîfê bidomînin’. Me van hilberînên li vir çêkirin û firot. Bi vî awayî hilberîna me baştir bû. Em hewl didin li vir karên cuda bikin. Dema me ev der kirî, deyndar bû. 3 sal in em li vir hilberînê dikin û em dixwazin bi gelek jinan re hilberînê bidomînin. Hin kêmasiyên me hene, em plan dikin ku wan temam bikin.”
 
BI AWAYEKÎ KOMUNAL DIXEBITIN
 
Eylem Aldemîrê diyar kir ku wan bi derfetên xwe alavên kooperatîfê kirine û dest bi kar kirine û wiha pê de çû: “Dema me alavên li vir kirîn, me zehmetî kişand. Me bi keda xwe her tişt kirî. Ji ber ku budçeya me tunebû, me gelekî zehmetî kişand. Niha jî em dixwazin hilberîna li vir zêde bikin. Ez û çend hevalên me yên li vir jî bi sewalkariyê re mijûl in. Em penîr, penîrê eyaran û tiştên mîna wan jî çêdikin. Em dixwazin hilberîna li vir bi vê jî zêde bikin. Piraniya hilberînerên jin ên li vir ji gund in. Tenê 2 endam ji navenda Xozatê ne.”
 
‘CIH TÊR NAKE’
 
Eylem Aldemîrê rave kir ku cihê ku lê hilberînê dikin têr nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin zêdetir jin tevlî me bibin. Cihê ku em li vir lê hilberînê dikin, depoya binê mala yek ji endamên me bû. Me jî li vir tamîrat kirin û dest bi hilberînê kirin. Hemû alavên li vir me bi pereyên xwe yên ku me kom kiribûn dabîn. Mînak, yek ji hevkarên yekem ên li vir, Nermîn xan, kuafor bû, me sewalkarî dikir, me bi pereyên xwe yên ku me kom kiribûn ev der vekir. Wê fikra xwe parve kir, em bûn hevkar. Xebatên li vir gelekî xweş in. Kes li kêmî û zêdehiya karê ku yê din dike, nanêre. Her kes ya ku dikeve ser milê wê dike. Mînak dema karê yekê derket yan jî pirsgirêkek wê heye; ya din alîkariya wê dike û cihê wê tije dike. Xwarinên xwe bi hev re amade dikin û dixwin. Li vir her kes bi sîstema komunê karê xwe dike.”
 
‘EM DIXWAZIN JINÊN DIN JÎ TEV LI ME BIBIN’
 
Eylem Aldemîrê anî ziman ku ew diçin gundên xwe an jî gundên derdorê û ji jinan fêkiyên li baxçeyan dikirin û got: “Bi vî awayî jinên din jî qezenc dikirin. An jî di hin deman de ew jî tên li vir dixebitin. Em dixwazin jinên din jî tevlî me bibin. Baxçeyên me yên fêkî û sêvan hene, em ji wir jî berheman kom dikin. Di dema dirûnê de em sîtilên xwe li derve datînin û li wir dikelînin. Piştî kelandinê, tînin vir, li vir makîneyên me hene, di wan de derbas dikin û dendikan vediqetînin. Mînak, ji bo ku stiriyên şîlanan neke nav, em ji bêjingê re derbas dikin.”
 
‘DIVÊ JIN BI HEV RE HILBERÎNÊ BIKIN’
 
Eylem Aldemîrê anî ziman ku bi vî awayî bi hev re dixebitin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha em hilberînê dikin, lê di biharê de demên ku em bêkar dimînin jî hene. Ger em zêdetir bixebitin û xurtir bibin, em dikarin tiştên din jî hilberînin. Divê jin li hev kom bibin û hilberînê bikin. Ez dixwazim ku jin karibin debara xwe bikin. Ger nikaribin bibin kooperatîf jî, bi awayekî dikarin li hev bicivin û tiştek bikin. Dikarin bi keda xwe pereyên xwe qezenc bikin. Divê jin bi hev re hilberînê bikin.”
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl

Sernavên din

16/12/2025
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
15:12 Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin